'Wê nikaribin berxwedana me bişikînin, em ê li Efrîn a rizgarbûyî vegerin'

Efrîniyan bi bîr xistin, ku beriya 4 salan dema ku dewleta Tirk li Efrînê komkujiya sivîlan dikir cîhan bêdeng ma û got, "Berxwedana me wê dewam bike. Rêberê me wê azad bibe û em ê li Efrîn a rizgarbûyî vegerin."

Bala cîhanê niha li ser Ûkraynayê ye. Bi êrişa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê re welatên Ewropayê bi temamî û NATO'yê dest pê kirin ku Rûsyayê bi kirina sûcên li dijî mirovahiyê sûcdar bikin. Her wiha piştgiriya çekan dan Ûkraynayê û pêkanînan li ser Rûsyayê ferz dikin.

Lê belê 4 sal beriya Şerê Ûkraynayê, Rûsyayê dewleta Tirk bi ser Rojavayê Kurdistanê, bi ser bajarê Kurdan Efrînê ve ajot. Hingî ne Emerîka ne jî Yekîtiya Ewropa û NATO'yê dengê xwe nekirin, li pêşberî dagirkirina Efrînê bêdeng man, bûn hevparê dagirkeriyê.

Li dijî êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê, Efrîniyan 58 rojan bi rengekî bêhempa li ber xwe dan. Dewleta Tirk û çeteyên wê di nava van 58 rojan de nêzî 500 sivîl qetil kirin û rojên dawî yên berxwedanê jî bi rêk û pêk dest bi komkujiyê kirin.

Dewleta Tirk di 15-16'ê Adara 2018'an de ji her demê bêhtir bombardûmaneke giran li gel kir ku ji ber dagirkeriyê ji navenda bajêr koç dikir. 16'ê Adarê di salvegereke Komkujiya Helebçeyê de li Efrînê 16 jê zarok, 14 jê jin herî kêm 47 sivîl bi bombardûmana dewleta Tirk hatin qetilkirin.

Ji ber bombardûmana dewleta Tirk a li ser taxa Mehmûdiyê ya Efrînê şêniyên herêmê neçar man koç bikin û beşek ji wan bûn hedefa balafirên şer. Di vê komkujiyê de ku weke Komkujiya Mehmûdiyê cihê xwe di dîroka Efrînê de cih girt, herî kêm 23 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di salvegera 4'emîn a Komkujiya Mehmûdiyê de şahidên komkujiyê yên ku li Şehbayê berxwedana xwe dewam dikin, qala komkujiyê kirin.

Mûstafa Bekir ku li kolaneke Mehmûdiyê dima ku bû hedefa balafirên şer ên Tirk, diyar kir ku piştî dengê bombardûmanê bihîst ji kolanê derket, li dû lêdan û komkujiya destpêkê bombardûmana dewleta Tirk a bi topan dewam kir.

Mûstafa Bekir anî ziman ku ji ber komkujî û topbarana dewleta Tirk gel neçar ma ji Efrînê derkeve û ragihand, di demekê de ku gel li taxê kom bûbû balafirên şer ên Tirk bombardûman kir.

Mûstafa Bekir got, "Dema ku destpêkê lê dan, neçar mam ji malê derkevim. Gelek kes birîndar bûbûn û hinek jî şehîd bûbûn. Êrişî gel kirin. Li ê derê hêzeke leşkerî tune bû. Bavê hevalekî min jî birîndar bû. Me bi hev re ew bir Nexweşxaneya Avrînê. Lê belê dema ku em gihîşt, me dît ku şehîd bûye. Em li cihê bûyerê vegeriyan, her kesî bi wesayitan birîndar û şehîd dibirin nexweşxaneyê. Dîmenekî tirsnak bû. Mirov parçe bûbûn."

'LI ŞÛNA AVÊ, XWÎN DIHERIKÎ'

Dara Salman ku di dema Berxwedana Efrînê de ji bo Nexweşxaneya Avrînê ambûlans diajot, yek ji wan kesan bû ku piştî komkujiyê ji bo rakirina birîndaran çû cihê bûyerê.

Dara Salman got, "Di 15'ê Adarê de êdî top li her derê dibariya. Amadekarî dikirin ku êrişî navenda bajêr bikin û ji bo sivîlan bidin koçkirin êriş dikirin.

Serê sibehê agahî ji me re hat ku li taxa Mehmûdiyeyê şehîd û birîndar hene. Wê rojê dewleta Tirk gelekî obus diavêj Efrînê. Hevalên li nexweşxaneyê gotin ku divê ajokar hemû biçin cihê bûyerê û birîndar û şehîdan bînin nexweşxaneyê. Gel jî bi derfetên xwe birîndar dianî nexweşxaneyê. Em bi rê ketin. Dema ku gihîştin taxa Mehmûdiyê, me dît ku xelk ber bi navenda Efrînê ve diçe. Em hinekî din bi pêş ve çûn û gihîştin taxa Mehmûdiyê. Gelekî obus diavêjin. Barand jî dibariya. Lê belê li şûna avê, xwîn diherikî."

'ŞEHÎD LI PIŞT NEXWEŞXANEYÊ HATIN VEŞARTIN'

Dara Salman diyar kir ku dema gihîştin cihê bûyerê li dîmenekî tirsnak rast hatin û got, "Hin mirovên me li naverastê dirêjkirî bûn. Hinek ji wan jî di wesayitê de şehîd bûn. Bedena mirovan parçe bûbû. Birîndar jî derbên giran xwaribûn. Me hewl da birîndaran û şehîdan bibin nexweşxaneyê. Wê demê jî obus diavêtin. Diavêtin cihê bûyerê.

Me cenazeyên 8 şehîdan xistin wesayita min û bir. Li wesayitên din jî cenazeyên şehîdan û birîndar hatin bicihkirin. Dema ku em gihîştin nexweşxaneyê, xebatkarên tenduristiyê hewl didan birîndaran tedawî bikin. Saziya Malbatên Şehîdan jî şehîd li pişt nexweşxaneyê veşart. Topbaran û êriş gelekî zêde bû. Derfet nebû ku em şehîdan li cihekî din veşêrin. Bi rastî jî rojeke gelekî giran bû."

'WÊ ROJÊ MIN LI TAXÊ 23 CENAZE DÎT'

Hasan Osman ê ji Efrînê jî yek ji wan kesan bû ku bi hawara birîndaran ve çû.

Hasan Osman diyar kir ku li taxa Mehmûdiyê 16'ê Adarê di êrişa topbaran û balafirên dewleta Tirk de dît ku 23 mirov şehîd bûne û got, "Rojeke gelekî bi êş bû. Ji roja ku êrişên dagirkeriyê li ser Efrînê dest pê kir û pê ve me berxwedana xwe dewam kir. Lê belê rojên dawî êdî bi şev û roj bi top û balafiran êriş kirin.

16'ê Adarê bombardûmana herî giran kirin. Li taxa Mehmûdiyê bi balafiran li sivîlan xistin ku hewl didan ji Efrînê derkevin. Ez bi xwe li taxa Mehmûdiyê bûm. Li nêzî avahiya kevn a Heyva Sor min bedenên mirovan ên parçebûyî dît. Em di sedsala 21'ê de ne lê belê li pêş çavên cîhanê dewleta Tirk ev tişt bi Kurdan kir, her kes ji nedîtî ve tê."

'DEMA KU KURD TÊN QETILKIRIN, MIROVBÛNA XWE JI BÎR DIKIN'

Hasan Osman ku niha di Meclîsa Kampa Serdemê ya li Şehbayê de ye û ji bo Efrînê û jiyaneke azad berxwedana xwe dewam dike, bal kişand ser helwesta dewletên Yekîtiya Ewropayê ku di şerê Ûkraynayê de qala mafên mirovan dikin, lê belê mijar dema Kurd bin bêdeng dimînin. Hasan Osman got, "Dewletên cîhanê qala mafên mirovan dikin. Gelek sazî hene ku qala mafên mirovan û sivîlan dike, lê mijar dema Kurd bin hingî mirovbûna xwe ji bîr dikin. Îro qala Ûkraynayê dikin. Bila şaş neyê fêhmkirin; em naxwazin ku ti gel êşê bikişîne û xaka ti gelî bê dagirkirin. Lê belê dema ku Tirkan Efrîn dagir kirin hingî Rûsya li ku bû? Tirkiyeyê tank, top, balafir, çekên kîmyewî li dijî me bi kar anî. Wê demê li ku bûn? Berê bajarekî azad ê Kurdan Efrîn hebû, 4 sal in di bin dagirkeriya Tirk de ye, veguheriye zindan û êşkencexaneyê. Li ku ne? Em zanin ku li ku ne, hemû jî li pey berjewendiyên xwe û desthilatdariya xwe ne. Lê belê em gelê Efrînê dibêjin; li Şehbayê, li Helebê li her derê berxwedana me wê dewam bike. Em ê dest ji Şehbayê bernedin. Em ê rêxistiniya xwe xurt bikin û Efrînê rizgar bikin."

'WÊ NIKARIBIN BERXWEDANA ME YA LI ŞEHBAYÊ TÊK BIBIN'

Mûstafa Bekir jî bi bîr xist ku hevalbendê dewleta Tirk a dagirker ENKS ji bo berxwedana Efrîniyan a li Şehbayê bişikîne banga 'li Efrînê vegerin' dike û got, "ENKS'î û çete ji me re dibêjin, 'Vegerin Efrînê, kes wê tiştekî bi we neke'. Em jî dipirsin: Ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê me Efrîn dagir kir, em jê derket. Çawa dibe ku Tirkiye û çeteyên wê li Efrînê bin em vegerin? Ti cudahî di navbera ENKS û Tirkan de nîne. Em ê li Efrîn a rizgarbûyî vegerin. Heta ku Efrînê rizgar bikin em ê li Şehbayê berxwedana xwe dewam bikin. Ji dema ku me ji Efrînê koçî Şehbayê kirine, bombe li Şehbayê tê barandin. Lê belê wê nikaribin berxwedana me bişikînin."