Komkujiya Masiyên Gola Wanê didome

Masiyê Gola Wanê ku cûreyê wê tenê li Gola Wanê heye, tevî ku di navbera 15'ê Nîsanê û 15'ê Tîrmehê de nêçira wan qedexe ye, her roj bi tonan bi rengekî qaçax tên zevtkirin û qetilkirin.

Masiyên Gola Wanê di navbera 15'ê Nîsanê û 15'ê Tîrmehê de koç dikin û hêkan dikin. Lewma wê demê nêçira wan qedexe ye. Tevî vê yekê jî her roj bi tonan Masiyên Gola Wanê bi rengekî qaçax tên zevtkirin. Bi taybetî li Erdîş û Bêgirê ku koça masiyan bi giranî li wir pêk tê, komkujiya masiyan rû dide. Li Çemên Zîlan û Delîçay ên Erdîşê, li Çemê Bendî Mahî yê Bêgirê koça Masiyên Gola Wanê pêk tê. Masî ji bo hêkan bikin ber bi çemên li Westan, Adilcewaz û Ahlatê koç dikin.

Tevî nêçira bi qaçaxî her wiha ocaxên xîzê yên li çemên Bendî Mahî, Zîlan û Delîçayê dibin sedem ku bi sed hezaran masî bimirin û bi milyonan hêkên masiyan ji holê rabin. Li çemên ku masî koç dikin avakirina ocaxên xîzê qedexe ye, lê belê ji ber ku dewletê destûr daye bi salan e masî bi rengekî komî tên kuştin. Ji ber ku ava li ocaxên xîzê bi heriyê gemarî dibe, masî û hêkên wan bêhewa dimînin û dimirin.

Her wiha bendên li ser çemên Zîlan, Delîçay û Bendî Mahî hatine danîn, rêyên koça masiyan digirin. Ji ber vê yekê bi milyonan masî nikarin koç bikin ku hêkên xwe li deverên guncaw bikin. Lewma hêkên xwe neçar dimînin li devera lê ne bikin. Hêkên wan bi avê re diherikin nava Gola Wanê û li wir dimirin.

Di dema hilberînê de bi her masiyekê re bi qasî du hezar û çar sed hêk hene. Ji ber nêçirvaniya dema qedexekirî rojê bi qasî sed ton masî tên kuştin. Nêçirvaniya wê demê bi taybetî bi şev tê kirin û masiyên tên zevtkirin bi qemyonan ji bajêr tên derxistin. Ji ber ku tedbîrên pêwîst nayên wergirtin her roj bi tonan masî tên zevtkirin. Tê gotin, eger tedbîr neyên wergirtin dibe ku dawî li Masiyên Gola Wanê bê anîn.