Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: Em ji tenduristiya Rêberê xwe bi fikarin

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û ragihand ku divê demildest hevdîtin pêk bê.

Komîteya Tenduristiyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarê nûçeyên derbarê rewşa jiyanî û tendirûstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û bang li CPT û sazî û rêxistinên eleqedar kir ku bi erka xwe rabin.

Ji bo dayîna daxuyaniyê, endamê Komîteya Tendirustiyê, şêniyên wargehê û koma çalakgerên greva birçîbûnê li Saziya Malbatên Şehîdan amade bûn. Beriya daxiyanî were xwendin deqeyek rêz ji bo şehîdên rêya azadiyê hate girtin.

Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komîteya Tenduristiyê Xanim Hilalî ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin ku nêzikatiyên li beramberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne kirin, di heman demê de li hember vîna gelê Kurde û wiha hategotin: “Ev 22 salin Rêber Apo, di girava Îmraliyê de dibin şert û mercên herî giran û zehmet de tê ragirtin. Di bingehê de, 22 salin li Îmraliyê pergala êşkenceyê tê meşandin. Di nava van 22 salan de li ser Rêber Apo bi dehan caran êrîşên cûr be cûr hatin pêkanîn û êrîşên fîzîkî re rû bi rû maye. Heta di encamên raporên CPT de hat piştrastkirin ku Rêber Apo hatiye jehr kirin. Tevî vê jî berpirsyartiyên pêwîst yên ku dikeve ser milê CPT sazî û dezgehên ku berpirsyar nehat pêkanîn. Ev tecrît, îzolasyon û êşkence hîna berdewame. Weke ku ev hemû ne bes be, bi dehan caran ji aliyê rayedarên Tirkan ve nûçeyên ku mîna jiyana Rêber Apo di xeteriyê de ye, hatine weşandin. Tevî hemû serlêdanên malbat û parêzeran jî bi awayekî bê huquqî, ji hêcetên ji rêzê ev serlêdan hemû tên  red kirin û mafê herî rewa yê Rêber Apo tê binpêkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate ziman ku ewlekarî û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta wan ya sore û wiha berdewam kir: “Her dema ku dewleta faşîst a Tirk tengav dibe hewl dide sebra gelê Kurd bi girankirina êşkenceya li Îmraliye bi pîve. Ji ber vê yekê di 14‘ê Adara 2021‘an de, têkildarî rewşa jiyana Rêr Apo hinek nûçe belavkirin. Bi vê nûçeyê re gelê Kurd û dostên xwe ji bo agahiyek ji Rêber Apo bigre daketin qadan. Li aliyekê jî parêzer û malbat serlêdana hevdîtinan dike, lê heta niha jî ti agahiyek ne hatiye bi destxistin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Weke gelê Kurd û tenduristvanên Mexmûrê, em ji tenduristiya Rêberê xwe bi fikarin. Pêwîste CPT û bijîşkên sînor nenas û saziyên berpirsyar li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikevin. Em êdî Rêber Apo di hêla fîzîkî de di nava xwe de dixwazin, ji ber ku yekane rêya çareseriya Rojhilata Navîn û qeyranên derdikevin rêya herî rast, azadiya Rêber Apo ye.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo”, “Bimre dagirkerî” û “Em xelkê penaber bi te re ne ey Rêber” bi dawî bû.