Komîteya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê xwest kujerê Denîz Bûlbûn bê eşkerekirin

Komîteya KNK’ê ya Başûr têkîldarî êrişa çekdarî ya li dijî navenda Nûnertiya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da û got; “Em vê kiryara terorî bi tundî şermezar dikin û bang li hikûmeta herêmê dikin ku demildest kujerê Denîz Cevdet Bûlbûn eşkere bike."

Komîteya Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) ya Başûrê Kurdistanê ya têkildarî êrişa çekdarî ya li dijî navenda Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ku di encamê de Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê yê Denîz Cevdet Bûlbûn şehîd bû, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyade Komîteya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê de wiha hate gotin; “Îro Endamê KNK’ê li bajarê Hewlêrê li nava ofîsa Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê kesekê dest bi xwîn ve hate şehîdkirin. Em vê kiryara terorî bi tundî şermezar dikin, bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar dikin ku demildest kujerê hevalê me Denîz eşkere bike û erkê xwe yê parastina endam û ofîsa me bîne cih.”