Komîteya amadekar a mîtînga 1'ê Gulanê ya Amedê bang kir

Kedkar û karkerên li Amedê wê li dijî zext, zordarî û şer dakevin qadan. Komîteya amadekar ji bo mîtînga 1'ê Gulanê banga tevlîbûnê kirin.

Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hikûmeta AKP’ê bi hinceta darbeyê bi hezaran kedkar û karkerên Kurd ji kar derxist û xwest wan bi birçîbûnê terbiye bike. Karker û kedkarên ku li hemberî polîtîkayên AKP’ê serî netewandin hê bêhtir xwe bi rêxistin kirin û ligel Rewşa Awarte daxwaza maf û edaletê kirin. Endamên Komîteya Amedakar a mitînga Amedê ku wê di 1’ê Gulanê de li qada Stasyonê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.

'LI TIRKIYE PÊŞIYA KED Û SIYASETÊ HATIYE GIRTIN'

Endamê Komîteya Amadekar Mehmet Ceylan diyar kir ku piştî hewla darbeyê hikûmeta AKP’ê li şûna endamên Cemaeta Gulen karker û kedkarên mûxalîf ji kar derxistin û got ku bi hezaran mamoste, endezyar û karkerên taşeron ji kar hatin derxistin. Ceylan got, "Avêtina karkeran a ji kar hê dewam dike. Endamên Cemaeta Gulen hê di nava hikûmetê de cih digirin û ji wan re şêwirmendiyê dikin. Li Tirkiye pêşiya ked û siyasetê hatiye girtin."

YEKITIYA KARKERAN

Ceylan da zanîn ku ew ê li hemberî zextan li ber xwe bidin û wiha pê de çû: "Tekane rêya çareseriyê avakirina yekîtiya karker, kedkar û gelan e. Em ê hê bêhtir xwe bi rêxistin bikin û li hemberî zextan li ber xwe bidin. Pirsgirêk ne tenê ya karker û kedkaran e û divê her kesên ji demokrasiyê bawer dikin li gel karker û kedkaran di 1’ê Gulanê de dakevin qadan."

'DERBE LI DIJÎ KARKER Û KEDKARAN PÊK HAT'

Endama Komîteya Amadekar  Rozerîn Çatak jî diyar kir ku ne darbeya cemaetê, li hemberî karker, kedkar û tevahî civakê darbeyek sivîl pêk hat û ev tişt got: "Li hemberî hemû qadên jiyanê yên gel êrîş pêk hatin. Hikûmeta AKP’ê hemû beşên civakê ji xwere kir armanc û êrîş kir. Di bin navê Rewşa Awarte de bi hezaran karker û kedkar ji kar hatin derxistin û li hemberî wan qirkirinek siyasî pêk hat. Herî zêde jinan ji vê qirkirinê sûd wergirt û  hikûmetê bi vê yekî xwest jin li malê rûnên û dernekevin derve.”

'DIVÊ GEL DAKEVE QADAN'

Çatak da zanîn ku her pêvajoyek ruhê xwe heye û wiha got: "Wê Rewşa Awarte wiha berdewam neke. Rewşa Awarte ya ku niha hikûmetê îlan kir di warê zext û pêkûtiyan de ya salên 90’î derbaskiriye. Li hemberî hemû civakê qirkirinek pêk tê, wekî karker û kedkaran ji bo rêyekê vekin dê tevî gel dakevin qadan. Divê hemû jin, karker û kedkarên ji kar hatine derxistin hêza xwe bikin yek û di 1'ê Gulanê de biherikin qadan."