Komîsyona Referandûmê: Referandûm wê di demê xwe de pêk were

Komîsyona Bilind a Referandûmê têkildarî îdîayên ku referandûma li Başûrê Kurdistanê hate ‘Paşxistin’ daxuyaniyek da û diyar kir ku wê referandûm li gorî dîroka hatî diyarkirin pêk were.

Li Başûrê Kurdistanê Komîsyona Bilind a Referadûmê têkildarî îdîayên referandûma ku tê plankirin ku 25’ê Îlonê bê lidarxistin hatiye ‘Paşxistin’ daxuyaniyek da û diyar kir ku referandûm wê li gorî dîroka hatî diyarkirin pêk were.

Hinek dezgehên çapemeniyên yên ku li Başûrê Kurdistanê weşan dikirin, Kurê Celal Teleban ê Sekreterê Gişîtî yê Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Bafêl Talabanî li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha gotibû: “Alternatîfên Neteweyên Yekbûyî (NY), DYA, Îngilîstan û Fransa nirxandine” û “PDK û YNK’ê biryara paşxistina referandûmê girtine” parvekiribû.

Îdîaya mijara gotin, li gelek televîzyonên li Başûrê Kurdistanê weşanê dikin weke nûça lezgîn parvekiribûn. Çapemeniya PDK’ê jî diyar kir ku ti rastiya van îdîayan nîne.

Di daxuyaniya Komîsyona Bilind a Referandûmê de ev tişt hate gotin: “Hinek dezgehên çapemeniyê, daxuyaniya Pafêl Talabanî ya li ser tevnên civakî esas girtine, hatibû gotin ku PDK li gel YNK’ê ji bo paşxistina referandûmê pêşniyarên Neteweyên Yekbûyî (NY), DYA, Îngilîstan û Fransa qebûl kirine û diyarkiririne ku wê referandûmê paş bixin. Ti rastiya vê nîne. Referandûm wê li gorî dîroka hatî diyarkirin pêk were.”