Komîsyona lêkolînkirina têkiliya karkerên taşeron bi PKK'ê re

Ji bo têkiliya karkerên taşeron ên li Zanîngeha Yuzuncu Yil a bi PKK'ê re lêkolîn bike, komîsyonek lêkolînkirin û tespîtkirinê hate avakirin.

Li gorî belgeya ku kete destê ANF'ê, komîsyona lêkolînkirin-tespîtkirinê ji aliyê Muşawîriya Hiqûqê ya Rektoriya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ve hatiye avakirin.

Di belgeyê de tê ragihandin, ku komîsyona navborî wê pêwendiya personelên zanîngehê (nexweşxane, personelên fîrmayê) bi PKK, DHKPC û rêxistinên mîna wê re lêkolîn bike û di vî warî de agahî û belgeyan kom bike.

ORENÇ: AVAKIRINA KOMÎSYONA LÊKOLÎNKIRIN-TESPÎTKIRINÊ HIQÛQÎ Û EXLAQÎ NÎNE

Serokê Şaxê Wanê yê Sesê Sezer Orenç destnîşan kir, ku avakirina Komîsyona Lêkolînkirin-Tespîtkirinê ji aliyê Muşawîriya Hiqûqê ya Rektoriya Zanîngeha Yuzuncu Yilê tê wateya xizmeta ji gelek armancan re û diyar kir, armanca xwe çi dibe bila bibe ev yek hiqûqî û exlaqî nîne.

Orenç anî ziman ku bi plêkanînên derveyî hiqûqê yên bi vî rengî re hewl tê dayin ku aştiya navxweyî bê xerakirin û got, "Ev yek xizmetê ji armanceke welê re dike, ku xebatkar nikaribe bi hev re diyalogê bikin, nikaribin xwe bi rêxistin bikin, mûxalefetê bikin û li ber şaşitiyê rabin. Ev yek jî pêşî li berxwedêriya kedkaran a li hemberî bêhiqûqiyê digire û yek tîpî û ezeztiyê li ser kedkaran ferz dike. Bi vê pêkanînê re kedkar bi tenê tên hiştin û tên tirsandin."

Orenç da zanîn ku ev pêkanîna ku mirovan gumanbar dike, zerarê dide aştiya navxweyî û destnîşan kir, ku bi îxbarkirina hevdu re wê zerar li rewşa civakî bê kirin.

Orenç ragihand, wê vê mijarê li ser zemîna hiqûqî bişopînin û got, "Ji bo talana kedê ji holê bê rakirin, aştiya kar bê misogerkirin, qada xebata dmokratîk bê afirandin, li ser bingeha hiquqî û demokratîk xebatên me yên sendîkayî wê dewam bikin."