Komeleya Karkerên Mezopotamyayê destgîrkirina endamên xwe, protesto kir

Komeleya Karkerên Mezopotamyayê, destgîrkirina endamên xwe ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve protesto kir.

Duh 8 penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ku endamên HDP’ê û Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ne bi operasyoneke siyasî li Silêmaniyê hatin destgîrkirin. Heya niha niha jî nayê zanîn ku çima hatine destgîrkirin.

Komeleya Karkerên Mezopotamyayê li bajarê Silêmaniyê li dijî desgîrkirina hevalên xwe, daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya ji aliyê Musa Xalid ve hatî xwendin de ev tişt hatin gotin: “Duh Asayîşa Silêmaniyê bi ser ofîsa komeleya me de girt û 4 endamên komeleya me destgîrkirin. Her wiha li heman bajarê Silêmaniyê di encama serdegirtina mal û dikanan de 4 kesên din jî hatin destgîrkirin. Ev yek xizmeta gelê Kurd nake. Em bi ti awayî vê yekê qebûl nakin û em ê helwesta xwe nîşan bidin. Ev qirkirin weke qirkirina dewleta Tirk ya dijî Kurdan e. Ya duh li Silêmaniyê ruda, heman siyaseta dewleta Tirk e. Em kesên siyasîne û nasnameya me diyare. Ger hun ewlekariya gelê Kurdin û xizmeta gelê Kurd dikin, ji bo çi vê yekê dikin, yan ji bo dilxweşkirina dewleta Tirkiyeyê hun dikin?

Herî dawî asayîşê ji mere got, emê heya danê siharê berdin, lê nehatin berdan. Ji bo vê em dibêjin divê hevalên ne demildest bên berdan. Heya hevalên me neyên berdan, çalakiyên cur be cûr wê dewam bikin.”