Komeleya Şêx Seîd: Bila gora Şêx Seîd teslîmî gelê me were kirin!

Komeleya Şêx Seîd diyar kir ku bila rastiyên di berxwedana sala 1925’an de were zelalkirin, hêzên herêmî û navneteweyî lêborînê bixwazin û cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî were eşkerekirin.

Komeleya Şêx Saîd, bi boneya salvegera 95'emîn a darvekirina Şêx Saîd û hevalên wî, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier, nûnerên Rêxistina Partiyê ya Amedê, Komeleya 78'an, MEBYA-DER'ê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Azadî û Serokê Baroya Amedê yê Amedê Mehmet Emîn Aktar beşdarî civînê bûn. Sekreterê Giştî yê Komeleya Şêx Saîd Felat Ozsoy, daxuyanî da û diyar kir ku Şêx Seîd Efendi û hevalan wî yên li hember zilmê û inkarê serî hildan di 29'ê Pûşpera 1925'an de ji aliyê Dadgehên Îstiqlalê ve hatin şehîdkirin û îro salvegera wan a 95'mîn e.

Ozsoy, bal kişand ser berxwedana Şêx Saîd û wiha axivî: "Rejimê dema hewl da hemû gelên erdnîgariya Kurdistanê hem ji alî milî ve hem ji alî dînî ve tevî nirxên xwe bi giştî tune bike û ji hev belav bike, Şêx Seîd Efendî, hevalên wî yên dozê û Kurdistaniyan serî li ber wê netewandin. Li ber xwe dan.
Ozsoy gotinên Şêx Saîd ên weke "Ez niha dikim ji jiyana fanî bar bikim. Ez ne poşman im ku di ber gelê xwe û baweriya xwe de feda bûme. Hew bila neviyên min, min mehcub dernexin" bibîr xistin û got: "Em bawer dikin û gazî dikin ku gelê me di çarçoveya maf û edaletê de pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike, lihevkirinekê bike û li ser vê bingehê bi hemû qewm û dewletên din re bi wekhevî û yekmafî bijî. Di şexsiyeta şehîdên Berxwedana 1925’an de; em hemû şehîdên jiyana xwe di ber maf, edalet, rûmet û azadiyê feda kirine bi bîr tînin. Em bi bîranîna wan ve girêdayî ne û biryara me pêkanîna hêviyên wan e."

‘BILA GORA ŞÊX SEÎD Û HEVALÊN WÎ TESLÎMÎ MALBATÊN WAN WERE KIRIN’

Ozsoy di dawiya axaftina ji bo aşkerekirina gorên Şêx Saîd û hevalên wî bang kir û ev daxwazên xwe anîn ziman:

" Em dixwazin heqîqeta berxwedana 1925’an derkeve holê. Berpirsiyariya hemû hêzên herêmî, xwecihî û navnetewî derkeve holê û lêborîna xwe bixwazin. Hemû mafên hatine desteserkirin bên îadekirin û mafê wan ê manewî were tazmînkirin û bi vê armancê lijneyeke bêalî were avakirin ku lêkolîna wê bike. Gora Şehîd Şêx Seîdê Efendî û hevalên wî teslîmî malbatên wan bibe. Gora Xalid Begê Cibran, Mele Seîdê Kurdî (Nursî), Seyid Riza û hemû gorên mezlûman teslîmî malbatên wan bibe.”

Dûre Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier, Şêx Saîd û hevalên wî bi bîr anî û wiha got: "Bi biryareke siyasî hatin darvekirin. Bi ser darvekirina wan re 95 sal derbas bû. Lê em bi heman hişmendiyê re rû bi rû ne. Gelê kurd tu carî li hemberî zilmê serî netewand. Îro ji bo Kurdan a herî girîng yekîtiya neteweyî ye."

Endamê Desteya Rêveber a Navenda Partiya Azadiyê Cemal Satî û endamê PAK'ê Tayyîp Sana jî, axivin û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya gelê Kurd.

DBP: WÊ GELÊ KURD BI SER BIKEVE

Navenda Giştî ya DBP’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî. DBP’ê got ku, “Di her serdemê de li ser gelê Kurd qirkirin hatiye kirin lê Kurdan tu carî dev ji berxwedana xwe bernedane û her carê li ser koka xwe dîsa mezin bûne. Em neviyên Mîr Mihemed, Şêx Seîd, Seyîd Riza û Qazî Mihemed diyar dikin ku em ê tu carî li hemberî înkar û îmhayê stûyê xwe xwar nekin. Wê gelê Kurd bi ser bikeve.”