Xelkê Silêmaniyê bersiv da banga KCK'ê: Sibe wê xwepêşandan bê lidarxistin

Li hember êrîşa dewleta Tirk a faşîst a li ser Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê, komek welatiyên Silêmaniyê banga xwepêşandanê kirin û gotin, “Em ê li dijî van êrîşan rabin.”

Komek ji welatiyên Silêmaniyê li dijî êrîşa li ser balafirgeha Silêmaniyê bang li xelkê Silêmaniyê kirin ku sibe li kolana Salem a Silêmaniyê tevlî xwepêşandana li dijî êrişa dewleta Tirk bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin “Êrîşa li ser Balafirgeha Silêmaniyê, êrîşa li ser rûmet û şerefa Kurdistanê û li ser Silêmanî û xelkê wê ye. Em weke komek kesayet û welatiyên Silêmaniyê daxwaz ji gelê Kurdistanê dikin ku bi yek dengî li ber vê êrîşê rabin.”

Di berdewamiyê de ev bang hate kirin: “Em ê 9’ê Nîsanê ango sibê di saet 15:00’an de li kolana Salem (Seholeke) a bajarê Silêmaniyê kom bibin û bi yek dengî li dijî van êrîşan rabin. Em daxwaz ji hemû gelê Kurdistanê dikin ku piştevaniya Silêmaniyê bikin. “