Ciwanên ku tevlî nava refên gerîla bûn: Koletî ne qedera gelê me ye

Komek ji ciwanên Bakurê Kurdistanê bi gotina "komkujî, qirkirin, jiyana koledarî ne qedera gelê me ye" tevlî nava refên gerîla bû û ev bang li ciwanên Kurd kir: "Li dijî faşîzma Komara Tirkiyeyê, çiya û deştên me li benda me ne."

Komek ji ciwanên ji Bakurê Kurdistanê, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker tevlî nava refên gerîla bû. Ciwanan bi daxuyaniyekê sedema tevlîbûna xwe bi raya giştî re parve kirin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Nûçeciwan de hate weşandin, daxuyaniya ciwanan wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker, qirker, faşîst, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û qatilê xwînmij Erdogan ku serokê wê ye, şerê qirkirina gelê Kurd didomîne. Ji ber vê sedemê ye ku her roj li ser gelê me û axa bihiştê ya welatê me, her cure polîtîkayên şerê taybet, wêrankirin, kuştinê rewa dibîne; siyaseta xwe maqûl dibîne; her cure mirinê mubah dibîne. Bi tonan bombe û gazên kîmyayî li ser her metre çargoşeya Kurdistanê dibarîne.

Ew tenê mirin, qirkirin, şewitandin û wêrankirinê layiqî av, ax, xweza, can, mal, ciwan, jin û welatê Kurdan dibîne. Kujer Erdogan bi rijandina xwîna ciwanên Kurd ên bi rûmet bûye Dehakê serdemê. Îro banga me ji bo ciwanên bi rûmet û leheng ên Kurdistanê ye.

Êdî dem hatiye ku bi tevlîbûna pêngava 'Dem Dema Azadiye û Werin Cenga Azadiyê' bibin û tola xwe ji dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê yên kontrayan hilînin. Îro dema misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me Rêber Apo ye, ku 23 sal in di destê dewleta Tirk a qirker, dagirker, faşîst de ye.

Li dijî qatilê xwînmij Erdoganê ku hewl dide xwîna gelê Kurd ê bi rûmet û ciwanên Kurdistanê yên serhildanê vexwe, dem hatiye ku em bibin Kawayê hesinkar.

Dem dema rawestandina zîhniyet û çeteyên wê ye ku hewl didin gund, tax û kolanên me bikin tiryak, qumar, hêlînên fuhûşê û zarok û ciwanên gelê me bi jehrê dixin û bikin ajan.

Li dijî êrişên qirker, dagirker, faşîst ên dewleta Tirk, çeteyên hevkar û kontra yên ku her roj gund, bajarok, bajar, ax û gelê me bombe dikin, dixwazin çiyayên me yên pîroz, welatê me, gelê me bişewitînin û qir bikin, em bibin xwedî tevgera azadiya Kurdistanê PKK'ê û em bibin gerîlayên Kurd ên azad û bi rûmet, parastina nirxên xwe bikin.

Ji Bakur heta Başûr, ji Rojava û Rojhilata Navîn erk û nîşaneya me ciwanên Kurdistanê ye ku em her bostek ji ax û nirxên welatê xwe yê Kurdistanê biparêzin, tola êş û azarên bi sedsalan bi gelê me hatine kişandin, hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe misoger bikin. Tolhildan heqîqeta ku hesret û daxwazên gelê Kurd di xwe de dihewîne û Nûrî Dersimî di wesiyeta xwe de ji ciwanên Kurd re aniye ziman.

Ji bo ku ciwan û jinên leheng ên Kurdistanê dawî li dagirkerî, kolonyalîzm û faşîzma Komara Tirkiyeyê bînin, çiya û deştên me li benda me ne.

Em; zanin ku komkujî, qirkirin, hevkarî û jiyana koledar ne qedera gel û ciwanên Kurd e û em vê jiyanê red dikin. Dem hatiye ku em li ser esasê parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiya xwe bi pêşengiya gerîlayên tevgera azadiya Kurdistanê, tevlî têkoşîna dîrokî bibin û vê têkoşîna bi rûmet bigihînin serketinê.

Bi vê têgihiştinê em di çarçoveya pêngava 'werin cenga azadiyê' de tevlî gerîla dibin û li çiyayên azad gerîlatiyê dikin û li ser rêya ku şehîdên xwe ronî kirine, têkoşîn, berxwedan û azadiyê bi serketinê tacîdar dikin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz û ciwanên Kurd ên bi rûmet dikin ku bi hişmendiya berpirsyariyên xwe yên dîrokî berê xwe bidin gerîla û xwedî li vê berxwedana dîrokî derkevin."