Komalên Ciwan ji bo Ocalan û Kerkûkê bang li ciwanan kir

Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê bi taybetî yên li Kerkûkê kir, ku berê xwe bidin nava çeperên gerîla û destketiyên bi xwîna şehîdan afirîne, biparêzin.

Komalên Ciwan û Jinên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî, li hemberî êrîşên li dijî Kerkûkê bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê kirin, ku cihê xwe di nava çeperên gerîlayên HPG û YJA Starê de bigirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd serketin û destketiyên mezin bi dest xistiye û bi vî rengî veguheriye yekane hêza azadî, demokrasî ya Rojhilata Navîn.

ARMANC JI VAN ÊRÎŞAN, PÊKANÎNA ENFAL Û HELEBCEYÊN NÛ YE

Di daxuyaniya ciwanan de hat destnîşankirin, ku ji ber vê yekê tirsa têkçûnê ketiye dilê faşîzma Tirkiye, Îran û Iraqê, lewma planên êrîşê yên nû li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destketiyên Kurdan tên kirin.

Ciwanan diyar kirin, ku di çarçoveya tifaqa faşîst a navbera Tirkiye, Iraq û Îranê de, çeteyên Heşdî Şebî dest bi êrîşa dagirkirina Başûrê Kurdistanê kiriye û hewl dide Enfal û Helebçeyên nû bînin serê Başûrê Kurdistanê.

MÎNA LI ŞENGALÊ, LI KERKÛKÊ JÎ GEL BÊ PARASTIN HIŞTIN

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Mixabin, li şûna ku berxwedan û têkbirina van êrîşan esas bê girtin û gel ji komkujiyan bê parastin, hin aliyên siyasî yên ku gel ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, bazarê li ser qedera gel dikin. Çawa ku li Şengalê fermana vekişînê dan, xiyanet kirin û gel di nava komkujiyê de hiştin, vê carê jî li Kerkûkê em dibînin ku heman ferman dane û gel bê parastin hiştine."

Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan bal kişandin ser daxuyaniya HPG û YJA Starê û destnîşan kirin, ku ji vê daxuyaniyê jî tê fêhmkirin ku biryara berxwedaneke mîna li Şengalê, li Kerkûkê jî hatiye dayin.

DIVÊ CIWAN XWEDÎ LI DESTKETIYÊN BI XWÎNA ŞEHÎDAN HATINE BIDESTXISTIN, DERKEVIN

Di dewama daxuyaniyê de sekna ciwanên Kerkûkê hate slavkirin û hat destnîşankirin, ku ev yek cihê rûmetê ye.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di vê çarçoveyê de me bang li tevahiya ciwanên başûrê Kurdistanê dikin, ku xwedî li destketiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin û xaka Başûrê Kurdistanê derkevin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku serî li ber faşîzma Saddam û Baas nedanî, wê serî li ber faşîzma Tirkiye, Îran û Iraqê jî danînin."

MIL BIDIN MILÊ GERÎLA Û DESTANÊN LEHENGIYÊ BINIVÎSÎNIN

Di daxuyaniyê de bang li ciwanên ji Zaxo heta heta Ranya, ji Şengalê heta Duzxurmato hate kirin, ku berê xwe bidin çeperên şer û rûmetê û mil bi miê gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî faşîzmê, destanên lehengiyê binivîsînin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku bi vê berxwedanê re divê ciwan Kerkûk û Germiyanê bikin gorisatna faşîzam Tirkiye, Îran û Iraqê, ku dewama faşîzma Saddam e û herî dawî hat gotin, "Em bang li tevahiya ciwanên Mexmûrê dikin, çawa ku di dîroka rûmetê de serî li ber faşîzma Tirk netewandin, li hemberî vê tifaqa faşîst a dagirker, di çeperên Başûrê Kurdistanê de li gel gerîlayên HPG û YJA Starê bi ruhê seferberiyê tevlî çeperên şer bibin.

Û di vê pêvajoyê de bi hesasiyeta fedaiyane ya xwedîderketina li Rêber Apo li her qadê, li ser piyan bin û her derê ji faşîzmê re bikin dojeh."