KOMALE’yê jî DYE şermezar kir

KOMALE, biryara DYE’yê ya ji bo girtina sê pêşeng û rêveberên Tevgera Azadiya Kurd şermezar kir.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Rêxistina Partiya Komunîst a Îranê ya li Kurdistanê (KOMALE) daxuyaniyeke nivîskî weşand û biryara DYE ya derbarê girtina rêveberên PKK’ê Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan de şermezar kir.

KOMALE diyar kir ku biryara DYA’yê li djî hemû Kurdan e û wiha got; “DYA ji bo ku Tirkiye ji Rûsyayê dûr bikeve dixwaze bi Tirkiyeyê re têkiliyên xwe sererast bike. Ji ber van sedeman jî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava bêdeng  e û çavê xwe girtiye. Dewleta Tirk bê navber herêma Kobanê bombebaran dike. Helwesta Emerîka li diji tevahî gelê Kurd e. Amerîka ji bo berjewendiyên xwe ligel dewletên dagirkerên Kurdistanê kar dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku biryara DYE’yê di qada navnetewî de bûye sedema aciziya hemû kesên ku ji bo Kurdistanê têdikoşin.