Koma duyemîn a greva birçîbûnê çalakî dewr girt

Koma duyemîn a Greva Birçîbûnê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî çalakî dewir girt.

Greva birçîbûnê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû despêkirin, di roja çaran de koma duyemîn dewir girt. Koma duyemîn ji 8 jin û 10 mêr bi giştî 18 çalakvanan pêk tê.

Li cihê çalakiyê pankartên bi nivîsa “Em hêzên komploger şermezar dikin. Bila NY, Dewleta Îraq û Hikumeta Herêmê li erkê xwe xwedî derkevin, Her şehîdek felsefeyek ya jiyanê ye û Sonda me ye em ê pergala Îmralî bişkênin û bi Rêber APO re azad bijîn” hatin vekirin.

Li gel posterê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, fermandar Zîlan, fermandar Egîd û her sê pêşengên Kurd yên binavê MuratKarayilan, Duran Kalkan û Cemîl Bayik, alên KCK û PKK’ê li cihê çalakiyê hatine daleqandin.

Beriya ku kom bê guhertin her du koman bi welatiyên wargehê re ji bo yekemîn Salvegera Şehîdê Çapemeniya Azad Şehîd Rizgar Adanmiş (Rizgar Deniz) sineviziyon hate temaşe kirin. Berî dewirgirtina koma duyemîn li ser navê koman axaftin hatin kirin. Ser navê koma yekemîn Robar Spêndarokî diyar kir ku ew niha çalakiyê dewir dikin lê wê nesekinin û wiha pê de çû: “ Em soz didin bêyî Rêbertî emê nejîn. Heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe negirin em ê nesekinin. Di serî de Rêberê xwe û hemû girtiyên di zindanan de silav dikin.

Em hêvî dikin ku ev çalakî bibe çalakiya dawî, ji bo ku em agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin. Gotinek a Rêberê me heye dibêje: “Ger hemû hêza dinyayê ya me be em ê êrîşî kesê nekin. Ger hemû hêz ser me de jî bê em ê parastina xwe bikin. Gelo em ê jî bêyî Rêberek wiha çawan bikaribin bijîn. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê her tiştî bikin.”

Li ser navê koma duyemîn jî Cemîle Repinî jî hemû çalakvanên li her deverê di nava çalakiyan de ne silav kir û wiha got: “Em jî weke çalakvana koma duyem heta em agahiyek ji Rêberê xwe negirin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”

Bi diruşmên weke ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ çalakî dewir hat girtin.