Kolberekî din hate kuştin
Li navçeya Qelengîr a Çardêranê hêzên rejîma Îranê kolberekî bi navê Mîlad Hisên Zade kuştin.
Li navçeya Qelengîr a Çardêranê hêzên rejîma Îranê kolberekî bi navê Mîlad Hisên Zade kuştin.
Li bajarê Çardêranê yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber êrîşa hêzên rejîma Îranê kolberekî din jiyana xwe ji dest da.
Hêzên rejîma Îranê li navçeya Qelengîr a bajarê Çardêranê gule li komeke kolberan reşandin.
Hate ragihandin ku di encama êrîşê de kolberê bi navê Mîlad Hisên Zade jiyana xwe ji dest daye.