KODAR: Parastina ziman parastina kerameta mirovahiyê ye

KODAR’ê bi boneya Roja Zimanê Kurdî diyar kir zimanê Kurdî faktorekî mirovî ye ji bo hemû têkoşerên gelê Kurd, bilindkirina zimanê Kurdî û girîngî dayîn, erkekî exlaqî, mirovî û siyasî yê her ferdekî Kurd e.

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi boneya Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyeke nivîskî da û destnîşan kir ku parastina zimanê Kurdî parastina kerameta mirovahiyê ye. Ji bo pêkanîna azadî, mafê perwerdehiyê, parastina zimanê Kurdî bang dikin.

KODAR’ê anî ziman ku dijminên Gelê Kurd ji bo dagirkirina Kurdistanê û qirkirina çandê ewilê êrîş birine ser zimanê Kurdî û ji bo xwe kirine armanc û got: “Zimanê dayikê hêmaya esasî ya hebûn, nasname, azadiya her gelekê ye. Gelê Kurd çiqasî bikare zimanê xwe biparêze ewqasî nêzî azadiyê dibe, ewqasî hêjayî jiyaneke azad û serbilind dibe. Îro heger ku gelê Kurd heye, bi saya parastina ziman bûye. Ji bo wê hebûn û tinebûna gelekê girêdayî bihêzbûn nebihêzbûna ziman ve girêdayî ye. Hebûna azadî û kerameta gelê Kurd girêdayî zimanê Kurdî ye. Zimanê Kurdî qad û faktoreke ya li dijî faşîzmê têkoşîn kirin û gihiştina jiyana azad e.”

KODAR’ê diyar kir ku zêdetirî sed sal in şer li ser bingehê dijminahîkirina zimanê Kurdî tê kirin û got: “Bi qedexekirina zimanê Kurdî dest bi komkujiyê kiriye. Zimanê Kurdî ji hemû proseyên parastina cîhanî û hiqûqa navneteweyî bêpar hatiye hiştin.”

Di dewamê de KODAR’ê da xuyakirin ku tevî her tiştî jî gelê Kurd projeyên dijmin ên li ser tinekirina ziman vala derxistiye, qonaxa jiyanê derbaskiriye û ber bi rizgarbûnê ve çûye.

KODAR’ê roja Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Daxwaz ji her ferdekî civakê yên azadîxwaz ên Kurdistanê dikin ku bê navber têkoşîna azadî û demokrastiyê bidin li dijî siyaseta qirkirina çandê. Her qadê bikin dibistanên fêrbûna zimanê Kurdî, di hemû qadên jiyanê de ziman biparêzin. Parastina zimanê Kurdî wateyek mezin dide şoreşa gelê me. Mafê perwerde û girîngî dan bi zimanê Kurdî mafekî xwezayî yê gelê me ye. Bê vî mafî têkoşîna azadî û demokrasiyê encam nagire. Parastina zimanê Kurdî parastina kerameta mirovahiyê ye. Ji bo pêkanîna azadî, mafê perwerdehiyê, parastina zimanê Kurdî bang dikin.”