KODAR: Li Îranê şoreşekî demokratîk û civakî pêwîst e

KODAR: Qirêjahiya şovenîzm û faşîzmê rûyê kirêt yê desthilatdariya teokrasiyê li beramber ol, civak, şaristanî û demokrasiyê derxistiye holê. Karnameya çil sal Komara Îslamî ji tarîtî û xwînê dagirtiye, ji ber ku ol kiriye dijminê demokrasiyê.

Komelgeha Azad û Demokratîk ya Rojhialtê Kurdistanê (KODAR) bi boneya 40’emîn salvegera Şoreşa 1979’an li Îran û rewşa niha li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand. KODAR’ê ragihand ku krîzên heyî wê bi projeya Konfederalîzma Demokratîk a gelên Îranê bi dawî bibe.

Daxuyaniya KODARê wiha ye:

“Şêwaza welatdarî Mîr jiyana pênc hezara salan li ser esasê desthilatdariyê, hişt ku bi hezaran şoreş li dijî xwe bizîvirin û civakên xwe bi dirêjahî di tarîtiyê de bihêlin. Yek ji wan şoreşan, Şoreşa Îranê ye. Piştî çil salan çi qewimî ku wiha bi nifira xwedayên azadiyê rû be rû maye, gendel bûye û henaseyên xwe yên dawî dikişîne? Di demekî ku exlaqparêz, ramyar û rewşenbîr ji ber azadîxwaziya xwe rojane ji hêla Komara Îslamî ve tên serkutkirin, hesab xwestin ji dije-şoreşa Îranê peywireke exlaqî, siyasî û rewşenbîrî ye.

ŞOREŞ ENCAMA ÇANDA DÎROKÎ Û CİVAKÎ YA NETEWEYÊN ÎRANÊ BÛ

Wisa dihat xwestin ku şoreşek derkeve holê ku civaka rewşenbîr û zana ya Îranê ku çandekî mezin û şoreşger di dîrokê de heye, li Rojhialta Navîn neteweyan matmayî bihêle. Esas ew bû ku cêwaziya olî-mezhebî, netewperestî, dewletperestî, gendeliya aborî, desthilata siyasî û zordariya îdelojiyekî şoven di sala 1979an de dawî lê were. Wisa dihat texmînkirin ku bi hatina şoreşê netweyên Îranê weke Fars, Kurd, Belûç, Lor, Ereb, Azerî û hwd li Îranê cejna azadiyê pîroz bikin û dadweriya civakî di hemû aliyên welat belav bibe. Şoreşa 1979’an ji bo vegerandina çanda netweyên Îranî bû, lê rejîmê ew xwezaya wê ya renesansî ji rê derxist û kire amûrekî olî û siyasî li beramber ola rasteqîn. Şoreş encama çanda dîrokî û civakî ya neteweyên Îranê bû lê melayên rejîmê ew di olîgarşa desthilata xwe de xwedî kirin. Piştî çil salan, Koara Îslamî civakekî îzolekirî ji gelên Îranê çêkiriye, û xwe jî bûye kirîzekî mezin ku şûna wê kirîzê li dinyayê tê dîtin.

TÎBÛNA AZADIYÊ ŞOREŞA 1979’AN DERXIST HOLÊ

Desthilata melayan, artêş û taciran di sala 1979’an de hişt ku li dewsa soza ‘Neteweya Îslamî’ ku heta niha jî slogana xapînok ya Komara Îslamî ye, ‘Millet-Artê ango Sipaha Pasdaran’ weke dêwekî derkeve holê, civaka dîrokî ya Îranê daqurtîne û piştî çil salan ji zilmê wê vereşîne. Netew-Dewletekî Sipahî di sala 1984’an de piştî serkutkirina şoreşgerên çep û netew-olî, bi hemû zordariya xwe hêla melayên burjuwaya piçûk ava kiriye ku mînakekî wê tenê li Tirkiyê tê dîtin. Pir zelal e ku sebeba sereke ya rû be rû mayîna vê rejîmê bi zilma bi zanebûn, bêdadweriya bêsînor li dijî gelan, nexwasim gelê Kurd e. Lewra Şoreşa 1979’an piştî kûdetaya burjuwaya piçûk ya melayên teokrat ji xeta olê jî derket û netewbûyîn li dijî hedefên xwe yêm siyasî didît. Ev hêl bi tundî li dijî demokrasiyê ye, ji ber ku timî xwestiye kesên bi ramanên cûda û têkoşerên radîkal di nava civaka sivîl de bi kûştin ji holê rake û wisa jî kiriye. Ji serdema Meşrûte ta roja îro, gelên Îranê ji demokrasî û modernîteyê re tî ne, jixwe ew tîbûna azadiyê bû Şoreşa 1979’an derxistê holê; lê belê Komara Îslamî ne tenê ji vê daxwazê re nebûye bersiv, belkû pêşiya wê jî girtiye. Di destpêkê de dest danîn ser Şoreşê, piştre hêzên çep, netewparêz û saziyên sivîl j holê rakirin; û piştre bi komkujiya zindaniyên siyasî di salên 1982-1992’an desthilata xwe tesbît kirin. Tişta ku bi zelalî Îran di desthilata Tehran-Qomê de xenqand, şovenîzma eniya melayan bû, niha jî gelên Îranê encamê wê yên kambax dibînin. Qirêjahiya şovenîzm û faşîzmê rûyê kirêt yê desthilatdariya teokrasiyê li beramber ol, civak, şaristanî û demokrasiyê derxistiye holê. Karnameya çil sal Komara Îslamî ji tarîtî û xwînê dagirtiye, ji ber ku ol kiriye dijminê demokrasiyê.

ŞOREŞA GELAN BÛ SEDEMÊ SERHILDANA TEVGERÊN SIYASÎ

Îro jî sebeba sereke ya tirsê jî desthilata hundirin ya Veilayet-Sipahê ye ku destûra bingehîn li gor xwe saz kiriye. Hikmên melayan şûna qanûnên sivîl dagirtine. Hemû Kurd, Belûç, Azerî û Ereb û hwd hatine serkûtkirin, ew jî bi hikma fetwa û pîvanên di bin navê olê de. Yek ji delîlên esasî ji bo ji rê derketina Şoreşê jî desteserkirina ol ji hêla şovenîzmê ye. Komara sermayedar bûye nasnameya bingehîn ya Vileayeta Feqîh, ji ber ku alîgirên Vilayetê tenê yek blok in û nûnertiya hemû civakê nakin. Belavkirina yek-dewletî, yek-alî, yek-welatî, yek-zimanî û dijayetî ligel neteweyên din bi têkbirina mozayîka çandî û ewlehîkirina meseleya Kurdistan, Belûçistan û Ehwaz bûye cewhera serhildanê, lewre di heman astê ku ji bo hêzên Rojavayî plan heye, ji bo têkbirina potansiyêla gelan hewl dide. Serkûtkirin û ji rê derxistina Şoreşa Gelan ya 1979 dîsa bûye sebeba serhildana tevgerên siyasî, tevgerên jinan û yên jîngeparêz, lewre mela û Sipah carek din xeta kuştin û ji holê rakirinê dane ber xwe. Jixwe ji ber vê yekê, rejîmê meşrûiyeta xwe ya îdeolojîk jî winda kiriye.

Di qada derveyî welat de jî, rûberûbûna Komara olîgarşî ya Îslamî ligel sîstema cîhanî ya sermayedariyê dikare rê li ber destwerdanekî leşkerî jî veke. Nakokiya Îran û sîstema Kapîtalîst li ser şêwaza desteserkirina sermaye û desthilat di çarçoveya hegemoniya herêmî û cîhanî ye. Lewre jî ligel hêzên cîhanî û Rojhilata Navîn de di nav pevçûnê de ye. Mûdaxileya Îran li Sûriyê, Iraq, Libnan, Filistîn û Yemenê hiştiye ku DYE jî li wan welatan û li Îranê bi xwe destwerdan bike. Tîcareta klasîk û modernîteya krîz weke nakokiyekî din ji pişt siyasetê derketiye. Eynî siyaset ji aliyê kom û saziyên îdeolojîk yên Îranê weke mafiya derketiye ortê. Di rastiya xwe de, dijminahî li gel welatên Rojava û Israîl jî wisa xwe nîşan dide. Netewperestiya Şîe û Fars rê li ber sermayeya ji derve jî girtiye. Îro jî mijara mafê mirovan, li kêleka mijara atom, mûşek û tîcareta ligel Îranê, ne ji bo Komara Îslamî û ne ji bo cîhana Rojava xwedî nirx nîne. Weke-Sûriyê-lê hatin ku bûye şêwaza zilhêzên cîhanî nêzîke ku Îranê jî bide ber xwe.

OLÎGARŞOYA ŞÎÎ HEWL DIDE KEVANA ŞÎÎ LI ROJHILATA NAVIN AVA BIKE

Gendeliya saziyan li Îranê piştî Şoreşê di demekê de destpê kir ku Refsencanî Sipah derbasê qada aborî kir û bû serkêşê hegemoniyê li herêmê. Têkbirina zanistên ilmî di warê aborî de hişt ku aborî ji hêla zanistê vala bibe û tîcareta klasîk û mezhebî şûna zanistê bigire. Tîcareta rejîmê bi vî awayî xwe sparte ranta petrolê. Derhata tîcareta rantî ya petrolê li Tehranê, feqîrtiya gelê Kurd û gelên din aniye asta teqandinê. Ji aliyê din kolberên ku tenê dixwazin meaşa roja xwe derxînin jî rastî komkujiyê tên. Sazîkirina desthilata Komara Îslamî hişt ku cemserên aborî yên bêreqîb li welat ava bibin, weke Sipah û saziyên olî yên melayan. Piştî şerê li gel Iraqê meşrûiyeta siyasî û îdeolojîk ya rejîmê jî winda bû. Aboriya ku li ser petrolê dimeşe îro ji ber mafiyabûyînê rê li ber feqîrtiya gelan vekiriye, û embargoyên cîhanî jî weke penceşêrê ew aborî nexweş hiştiye. Mafiyayan herwiha taybetîkirin jî girtine destên xwe. Ew jî bûye sedema rişwet, dizî, rant, têkbirina jînegehê û hwd. Dogmaya ku tîcaret kiriye esasê karê xwe, li her çar aliyên Îranê mafiyaya sed çêkirin, talankirina çavkaniyên xwezayî, av û daristanan bi cih hiştiye. Krîza av û hişkbûyîna giştî li kêleka krîzên siyasî û leşkerî, Îranê ber bi têkbirinê dibe. Olîgarşiya Şîe hewl dide Kevana Şîî li Rojhilata Navîn ava bike ta ku desthilata xwe ya siyasî, hegemonî û tîcareta melayan bi şûrê sermaydariyê birêve bibe. Olîgarşiya desthilata rejîmê ji bo tesbîtkirina pêgehên xwe yên siyasî pêwîstî bi sûd û darayiya bilez hebû, lewre jî heta niha ji kerta Kurd û Filistîn ji bo danûstandinên xwe bi kar tîne. Ji ber vê yekê jî saziyên aborî ku di eslê xwe de saziyên siyasî ne, di gendeliyê de xeniqîn. Saziyên olî yên rejîmê û Sipaha Îranê li hundir û derveyî welat talakirina Kurdistan û Belûçistanê ji xwe re hedef girtin. Piştî çil sal siyasetên qaşo ser esasê xwe-têr bin ketin û paşeroj jî têkçûyî xûya dike. Giranî, dizî, gendelî, veşartina kelûpelan, birçîbûn, bêkarî û cêwaziya di nava astên civakê di van salan de zêdetir bûye. Ev jî rastiyeke ku Îran heta îro jî bêyî alîkariya ji derve nikare ji çavkaniyên petrol û gazê sûd werbigire, ango cihekî xwe di bazara cîhanî de peyda bike. Di van çil salan de, reformên aborî ji ber ku blokên desthilatê nikarin li heb bikin, ser neketiye.

LI RÎNRAÊ TÊKOŞÎNA JINAN MEZIN BÛYE

Şoreşa 1979’an bi temamî li dijî jinan bi dawî bû. Bêparkirina jinan ji mafê siyasî û civakî, bêparkirina van di rêveberiyê de, meaşên kêm, weke hemwelatiyê asta du li wan mêzekirin, bi çavê siyasî û leşkerî ji têkoşîna jina temaşakirin, weke amûr bi kar anîn, zordarî û zexta li ser hicabê tenê beşek ji danûstandina hovane ya rejîma Îranê li dijî jinan e. Di salên dawî de tevî hemû serkutkirinên rejîmê, têkoşîna jinan dom kiriye. Tevgera jinan li Tehran û bajarên din yên Îranê nîşan dide ku ev têkoşîn mezin bûye. Rejîm bi mebesta tirsandina jinan û civakê, pîvanên Îslamî û olî bi kar tîne, jinan êşkence dike û li sêdarê dide, ev yek di cîhanê de mînakê xwe tune ye.

Serhildan û xwepêşandanên gel di Çileya 2018’an de di çarçoveya sê tevegrên cûda de pêk hatiye û êdî nikare bê sekinandin: Yekem; Têkoşîna jinan. Duyem; Têkoşîna karkeran. Sêyem; Têkoşîna rewşenbîran weke mamoste, çalakên siyasî-sivîl, jîngeparêz, jin, sendîka û neteweyan e. Muxalifeta demokratîk bi van sê hêlan temam dibe û di paşerojek nêzîk de çarenûsa gelên Kurd, Fars, Azerî, Belûç û hwd wê diyar bike, rola jinan di her sê tevgeran de mezin û berbiçav e.

Ji hêla civakî jî Komara Îslamî ketiye nav krîzên kûr û asê maye. Gendelî, fehşa, madeyên hoşber, bêbawerî, bazarî, weke krîzên siyasî, jîngeparêzî û avê, wê di demê de civakê ber bi têkçûyînê bibe. Gendelî û bêexlaqiya siaysî koka vê krîzê ye. Belavbûna lîberalîzm û hewldana astên civakê ji bo ku sermayê ji yekdu bidizin, weke penceşêrê lê hatiye û saziyên rêveberî yên rejîmê ji xwe re îstismar dikin. Sîstema perwerde ya bêbandor û bê bûdce, asta tendirustiyê, şaredariyên ku nikarin meaşê karkerên xwe bidin, saziyên brokratîk ku ber bi têkçûyînê diçin û kargehên ku tên girtin, ev penceşêr heta mirinê dirêj dike.

Ji hêla hawirdor jî hêjayî gotinê ye ku gelek metirsî weke şer, dagirkerî Îranê tehdîd dikin lê belê krîza avê, şorbûyîna eraziyan, talankirina daristanan, çem, behr ji ber siyasetên şaş weke avakirina sedan, birîna daran, şuxulandina bêserûber ji çavkaniyên avê, xeterekî mezintir daye ber Îranê. Îran bûye yek ji mezintirîn welatên ku gaza kerbonîk jê derdikeve û ew jî erdê germ dike ku wiha dewam bike, eger şerê hegemoniyê Îranê têk nebe, wê krîza av, sed û hwd bêguêan wê wê têk bibin. Di vê navberê de, çavknaiyên avî û daristanî yên Rojhilatê Kurdistanê ji her derî zêdetir tên talankirin.

PLANÊN ÎRAN Û PLANÊN KODARÊ

Nêzîkatiya rejîma Îranê li ser pirsa Kurd û gelên din, nêzîkatiyekî yek alî ye. Di vê nêzîkatiyê de rejîm kuştin û serkutkirina Kurd an, Belûç, Ereb û Azeriyan weke stratejiyel sereke û rêya çareseriyê daye ber xwe. Ji aliyê din, KODAR, KJAR û PJAK bi rengekî yekalî nêzîkê mijarê nabin. Çareserkirina mijarên civakî-siyasî weke pirsa Kurd û gelên din yên Îranê divê xwedî nirxa zanistî be. Lê xisûmeta rejîma Îranê nahêle ku ew nirx di pratîkê de pêk werin. Rejîm çareseriyê di redkirina hebûna pirsgirêkên gelan û olan dibîne. Kiryarên Komara Îslamî li ser esasên desthilat û ji-holê-rakirinê ye, lê helwêsta KODAR-KJAR û PJAK’ê li ser hêmana siyaseta demokratîk û çarenûsa gelen bi destê wan, hatiye damezrandin. Ev cûdahiya mezin, dihêle ku Îran li beramber tevgerên azadîxwaz timî di tirsê de jiyan bike. Rejîmê atmosfera diyalogê ji holê rakiriye, Kurdistan milîtarîze kiriye, bi tevgerên Kurd di nav şer de ye, çavkaniyên wê yên xwezayî talan dike, besîc û çeteyên xwe zêde dike û di çil salên dawî de komkujiyekî çandî birêve biriye. KODAR-KJAR û PJAK çend caran di demên borî de gelek planên pratîk ji bo nêzîkkirina Kurdan û Komara Îslamî li ser mijara Kurd û gelên din pêşniyar kiriye û li ser plan û projeyên xwe îsrar kiriye. Cûdahiya KODAR ligel hêzên din ango ligel Îranê bi xwe, pêşkeşkirina çareserî û ferqa di cewhera bernameyan e. Her kes niha dixwaze bizane KODAR çi dixwaze. Bi şirovekirina sê planên heyî li Îranê de mirov dikare heqîqetê derxîne holê. KODAR hewl dide di navbera hemû aliyên ku girêdayî mijara Îranê ne û gelên Îranê planekî pratîk û hevpar pêk bîne; lê belê rejîmên heyî û karaktera wan ya siyasî û îdeoljîk astengiyekî mezin e. Îroj KODAR ji bo derbaskirina mejiyê heyî û krîzan ku çavkaniya xwe ji nêrîn û bernameyên xirabkar û klasîk û kopiyek ji federalîstî û netewparêziya destpêkê ye, rê û xeta sêyem ango Çareseriya Demokratîk pêşniyar dike.

BERNAMEYA KODAR’Ê

Yekem

Plana têkbir û klasîk ku aliyên burjûwa û olîgarş û birokrasiya Îranê ku hêla rantîerên siyasî, aborî û leşkerî yên Îranê di nav xwe de dgirie – bernameya wan bêçare hiştina Kurdan û gelê din, înkarkirina û têkbirina wan e. Ev hêl hem di nav rejîmê de û hem jî di nava muxalifetê de belav bûne. Ew dixwazin her tiştî bi temamî û bi rêya zordariyê ji holê rakin û di dewsê de ramanên netewperest, şovenîstî û dewletî yên xwe ferz bikin. Hemû hewldanên xwe dikin ku diyalogekî demokratîk û aştîxwaz pêk neyê. Gelê Kurd ji serdema Komara Kurdistan li dijî siyasetên vê bernameya înkarê têkoşîne û li ber xwe dane. Elemanên Komara Îslamî û çeteyên wan yên herêmî li Kurdistan, Belûçistan, Ehwaz û Azerbaycan planên bi vî rengî dane ber xwe û wan ferz dikin. KODAR-KJAR û PJAK jî xwedî hêzekî wiha ne ku dikarin li beramber wan planan, bernameyên zanistî, cêwaz û demokratîk hene û hem jî diakrin bi rengekî siyasî û leşkerî xwe biparêzin. Ev potansiyêl û enerjiya veşartî di nav KODAR’ê de roj bi roj derbasî qonaxên bihêz dibe û di paşerojekî demokratîk de wê rolekî diyarker hebe.

Duyem

Plana Federalîstî û Netewparêz: Dewlet-netewên desthilatdar yên herêmî û cîhanî li dijî çareseriyên demokratîk vê rêyê hildibijêrin û li gor xwe çarçoveya xwe ava dikin. Weke qalibê parêzgehên Îranê ku pi lawaz û li esasê komkujiya çandî û fîzîkî ye, ango qalibê federala Kurdistana Başûr ku avakirina wê ji hêla hêzên herêmî û cîhanî ji bo razîkirina Kurdan pêk hatiye. Li vir e ku hêzên herêmî û navdewletî li ser mijara Kurd lihev dikin. Îran ev rêbaz ji bo Başûrê Kurdistanê pejirandiye, lê ji bo Rojhilatê Kurdistanê xwe neçar nabîne ku derbasê qonaxekî wisa bibe – lewre planên KODAR û KJARê red dike. Ev lihevkirina cîhanî ji bo pêşîgirtina şoreşa demokratîk ya Kurdan e. Bingehê sereke ya plana Federalîstî û Netewparêz ‘Parçe bike û birêve bibe’ye, siyaseta ku îro li Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê hikm dike. Hedefa wê ya sereke jî têkbirina KODAR û Tevgera Azadî li her çar beşên Kurdistanê ye. Siyaseta Îran û dewletên herêmê tevî siyaseta cîhanî, vê planê li gor berjewendiyê şovenîzmê dixe pratîkê, lewre berjewendiyên wan li dijî hev dibin û êdî plan ji pratîkê derdikeve. Aliyên siyasî, civakî, aborî, îdeolojîk û çandî yên vê planê ji bo Kurdan zelal bûye, Kurd êdî wê bawer nakin. KODAR weke hêzekî demokratîk li hember hêzên hêzên herêmî û cîhanî li ber xwe dide. Netewparêzên Kurd jî di nav vê planê de tenê tên lîstandin.

Sêyem

Plana Çareseriya Demokratîk: Dewlet-netewa Îran çareseriyên demokratîk weke nêzîkatiya xwe ligel Komara Kurdistan û Şoreşa 1979, red dike û înkar û serkutkirina Kurdan didomîne. Îro jî ku derfetekî sêyem ku KODAR wê pêşniyar dike û rêya pratîzekirina wê pêşkeş dike, Komara Îslamî li ser rêbazên xwe îsrar dike. Îroj saziyên sivîl, jîngeparêz, mafê mirovan, karkerî û jinan li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê derfeta pratîzekirina plana demokratîk ya KODARê ji berê zêdetir bihêz kirine. Atmosfera Îran û Rojhilat piştî çil salan ji bo vê yekê hazir e, lewre dijbertiya saziyên bingehîn yên rejîma Îranê li ser hedefên xwe şansekî mezin tune. Demokrasiya herêmî û Îranekî demokratîk li ser esasê Konfederalîzma Demokratîk û Netewa Demokratîk plana sereke ya KODARê ye. Li gor vê yekê, hemû gelên Îranê, Belûç, Kurd, Fars û hwd mafê wan heye bêyî mudaxileya mafê wan yê biryar standinê hene û sînorên erdnîgarî yên Îranê jî weke xwe dimînin. Wê demê peywira sîstema Îranê avakirina atmosferekî demokratîk e ku têde pirsgirêk bên çareser kirin. Ku ne wisa be, gelê Kurd û gelên din yên Îranê ji bo parastina hebûna xwe divê li ber xwe bidin. Weke KODAR, em rêbazekî demokratîk ji bo guhertina cewher û kiryarên Komara Îslamî daxwaz dikin ta ku nêzîkatiyên xwe li hember gel û baweriyên Îranê biguherîne ev derfetekî dîrokî ji bo rejîma Îranê ye.

ÎRANEK DEMOKRATÎK Û KURDISTANEK AZAD TEKANE BI NETEWA DEMOKRATÎK PÊKAN E

Di dawiyê de, li gor rastiyên ku zela in, sîstema Îranê xwe ji bo dijbertiya hegomoniya siyasî ya hêzên cîhanî û herêmî û tevgerên azadîxwaz amade kiriye ta ku wan bitepsîne, ne ji bo guhertinekî demokratîk. Lewre bi hevpeymanî ligel Tirkiye, Îran û Iraqê dijî Kurdan dil xweş kiriye. Ev tê wateya windakirina derfetekî dîrokî ya demokratîkbûyînê di sedsala 21an de, yanî rê li ber hegomoniyên cîhanî vekirin û yekîtiya demaokratîk û azad ya gelen têkbirin; ew jî tê wateya xwekujiyekî siyasî û binketin di rêbazên aştîxwaz û demokratîk piştî çil salan. Di dema ku Şerê Cîhanî yê Sêyem bi navendbûyîna Kurdistanê didome, nêzîkatiyên înkarkirin li heêber gelê Kurd û têkoşîna wan, hêzên navdewletî kêfxweş kiriye; lê bêguman tenê hêzên demokratîk û şoreşger dikarin xwe ji encamên şerekî wêranker xwe xilas bikin. Îranekî demokratîk û Kurdistanekî azad tekane rê di çarçoveya Netewa Demokratîk e, ev plan jî ji aliyê KODAR’ê hatiye pêşkeşkirin û tenanet bijarteye ku dikare serkeftinê bi xwe re bîne.”