KODAR: Em bêexlaqiyê şermezar dikin

KODAR: Em vê biryara bêexlaqî û ji hêla hiqûqî ve bêhikm a li ser sê şoreşger û pêşenganên Kurd Cemil Bayik, Mûrat Karayilan û Duran Kalkan şermezar dikin.

Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), biryara Amerîkayê ya li ser sê qedroyên pêşeng ê Tevgera Azadiya Kurd Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Duran Kalkan, şermezar kir.

KODAR'ê got, ''Li cîhanê koalîsyonên nû ava bûne. Ev li gorî berjewendiyên dewletê tevdigerin. Aborî û siyaseta van welatan rê ve dibin. Amerîka li dijî gelê Kurd bi hin helwestan e. Derbarê sê pêşengên şoreşger Ccemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Duran Kalkan biryara girtinê standin. Amerîka ji serdema Bush û heta Donald Trûmp polîtîkaya, 'ya ji me yî, ya ji dijmin' dişopîne. Sedema sereke ya vê helwestê jî ew e ku gelê Kurd qebûl nakin, bi dijberê tevgera azadiyê ne.

Ev li dijî mafê mirovan û rêgezên dijî hiqûqê ye. Jixwe ji ber vê sedemê ye ku li tevahiya cîhanê li dijî biryara Amerîkayê helwest tê nîşandan.''

KODAR'ê bi domdarî got, ''Amerîka û hêzên cîhanê divê êdî vê rastiyê qebûl bikin; Kurd wê nebin amûrê ti hêzê. Kurd rêgezên siyaseta demokratîk dane ber xwe û li gorî berjewendiya xwe tevdigerin. Em vê biryara bêexlaqî û nehiqîqî qebûl nakin. Em bang li gelê Kurd dikin ku li cîhanê û li hemû cîhanê li dijî vê biryara Amerîkayê helwesta şoreşger nîşan bidin.''