KODAR’ê ‘Nexşerêya Çareseriya Pirsa Kurd’ ragihand

KODAR’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ‘Nexşerêya Demokratîkkirina Îranê û Çareseriya Pirsa Kurd’ ji raya giştî re ragihand û da ber dewlet, hêlên siyasî ya Îranê.

Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) beriya hilbijartina Serokomariyê ya Îranê bi daxuyaniyeke nivîskî ‘nexşerêya çareseriyê’ ragihand û got, ‘’ Ger ku bersiveke erênî û di cih de ji hêla hûkumet, dewlet û aliyên siyasî yên di nav proseya hilbijartinê de ne, were dayîn, bêguman wê yekemîn pêngav ber bi avakirina zemîneke erênî, ber bi çareseriya demokratîk ya pirsgirêkên mezin ve were avêtin’

KODAR’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser krîza Îranê, got Îran di pêvajoyeke hesas’ de ye û diyar kir ew ê pozîsyona xwe û helwesta xwe ya ji bo hilbijartinê li gorî nêzîkatiyên li ‘’nexşerê’’ya wan diyar bikin.

Xalên di ‘’Nexşerêya Demokratîkirina Îranê û Çareseriya Pirsa Kurd’ de wiha ne;

‘’1-Ragihandina amadekariyê ji bo avakirina zemîneke hewce, ji bo derbaskirina atmosfera ewlehî-leşkerî ya heyî ber bi atmosfereke vekirî ya siyasî ve.

2-Ragihandina amadekariyê ji bo pêşkêşkirina mijara guhertina qanûna bingehîn ya Îranê; ji ber ku em vê yekê klîda derbasbûn ber bi atmosfereke vekirî ya demokratîk dihesibînin.

3-Ragihandina amadekariyê ji bo derbaskirina astengiyên qanûnî û jor-qanûnî li pêşberî xebatên rêxistinên siyasî û civaka medenî; di vê çarçoveyê de fermîkirina mafên azadiyê yên her hemwelatî û grubên civakî di pêşxistina çalekî û bêîtîatiyên sivîl de.

4-Betalkirina hemû madeyên qanûn û rêziknameyên ku zordarî û zayendperestiyê li dijî jinê rewa dikin.

5-Ragihandina amadekariyê û pêşkêşkirina projeyên eşkere ji bo belavkirina merkezîyetdarî di qadên rêveberiyên giştî û fermî naskirina mafên rêveberiyên herêmî di astên siyasî, çandî, aborî û perwerdeyê de.

6- Bi fermî naskirina vîn û hêza rêveberiya ciwanan di hemû qadan de bi taybet di avakirin, pêşvebirin û meşandina sazî û dezgehên taybet ê  ciwanan.

7-Qebûlkirina hebûna pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên gelên Îranê wek mijarên taybet bi civakên mezhebî-bawerî;  nêzîkatiya çareserkiriyê ji bo van pirsgirêkan re raber bikin û bi aweyekî fermî naskirina xwerêveberiyên herêmî.

8-Ragihandina proje û avêtina pêngavên pratîkî li gor “perwerdeya bi zimanê dayikê” ji asta herî seretayî ya perwerdeyê heya asta herî bilind ji bo hemû gelên Îranî wek Kurd, Azerî, Ereb, Belûç, Tirkmen û civakên din ên çandî.

9-Bi dawîkirina hemû projeyên ku ekolojiyê texrîb dikin, bi taybet jî çêkirina zêde ya bendavan.

10-Destkişandin ji projeyên aboriya rantxwar û bi awayekî fermî naskirina mafên rêveberî û hilberînê ya beşên herêmî ji hêla civak û dezgehên aborî yên girêdayî wan ve.

11-Azadkirina bêşert û bêmerc ya hemû girtiyên siyasî û rakirina sizayê darvekirinê ji nav qanûnê.

Di dawiya daxuyaniyê ya KODAR’ê de tê gotin civaka Kurd û hemû gelên Îranê her tim wê li pey daxwazên xwe yên dîrokî bini, ji têkoşîna ji bo gihaştina armancên xwe yên azadîxwaz, demokratîk bi ti awayî xwe nedin alî û li ser nêzîkatiya li ‘Nexşerêyê’ wiha got:

 Ger ku bersiveke erênî û di cih de ji hêla hûkumet, dewlet û aliyên siyasî yên di nav proseya hilbijartinê de ne, were dayîn, bêguman wê yekemîn pêngav ber bi avakirina zemîneke erênî ber bi çareseriya demokratîk ya pirsgirêkên mezin  ve were avêtin. Nexwe em, vîna siyasî ya civakê û şertên herêmî û cîhanî ji bo pêşxistina têkoşîna azadîxwazî ya di Îranê û bidestxistina encamê de, pir hazir dibînin. Ji bo berdewamkirin û pêşxistina asta têkoşînên siyasî, çandî û parastinî ya xwe, em ê israr bikin.’’