KODAR: Divên gelên Îranê ji bo Efrînê rabin piyan

Endamê Konseya Rêveber ê KODAR’ê Mezlûm Heften bang li gelên Îranê kir ku divê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê dakevin qadan.

Endamê Konseya Rêveber a Kongreya Civaka Demokratîk û Azad a Kurdistanê (KODAR) Mezlûm Heften têkildarî pîrozbahiyên Newrozê û dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê ji Rojnewsê re axivî.

EFRÎN TENÊ KURDISTAN Û SÛRIYEYIYAN ELEQEDAR NAKE

Heften diyar kir ku tiştên li Efrînê pêk tên bi tenê Kurdistan û Sûriyeyiyan eleqedar nake û got, “Di vî şerî de Erdoğan pêşengiya dagirkeriyê dike. Di rastî de ev şer di nava du sîsteman de, yek sîstema modernîteya sermeyedariya cîhanê ye û ya din jî sîstema modernîteya demokrasiya gelan e. Ew hêzên ku di nava sîstema sermayedarî de cih digirin, diyar in, îro Erdoğan, çeteyên DAÎŞ'ê, El Nusra, Ehrar el Şam ku xwe bi navê Artêşa Azad a Sûriyeyê bi nav kirine. Ev hêzane beşek in ji hêza vê sîstemê. Beşek din ku li eniya faşîst cih digirin, welatên mezin in û dewletên neteweyî yên herêmî û cîhanê ne. Li hemberî vê eniya faşîst îro eniyek li Efrînê ku bi navê berxwedana gel nûnertiya modernîteya demokratîk dike ye, ji bo pêkanîna neteweya demokratîk di nava sîstema konfederalîzma demokratîk de nûnertiya xweseriya demokratîke. Ev eniya gel, li ser hîmê parastina nasname xwe û nîşandana îradeya xwe, bi têkoşînê erkên xwe yên mirovahî û exlaqî bi cih dikin. Eger mirov rastiya şer baş derbixe, hebûna şerê van herdu sîsteman tê dîtin û dikarin çeperên çalakiyên xwe diyar bikin."

BERDEWAMIYA KOMPLOYÊ

Heften bal kişand li ser rastiya şerê heye û diyar kir ku şerê îro tê kirin berdewama komploya navneteweyî ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan de di sala 1999'an de li ser gelê Kurd pêk hat û got; "Îro jî ev komplo berdewam e, tenê Tirkiye beşdarî vê komployê nebûye. Yekîtiya Ewropa, Amerîka, Îsraîl û Rûsya bi serkêşiya NATO'yê û her wiha li ser asta herêmî jî Îran û welatên din beşdar bûne. Her wiha di nava hêzên Kurdî de jî hinek partî û kesayetî hevkarên wan bû. Rasterast, yan jî ne rasterast beşdarî vê komployê bûne.

CENGİZHAN Û HİTLER JÎ WISA NEKIR

Heften got ku, “Eger mirov temaşeyî van hêzên ku beşdarî komploya navneteweyî bûne bike, îro li êrîşên li ser Efrînê binêre, mirovê baş nas bike. Ew gavên ku bi dixwazin bavêjin, tim baştir eşkere dibin. Eger mirov bi kûrahî bikeve nava vê konployê, mirovê encama jê derxe. Mirov dikare, çend mînakan ji hoviya dewleta Tirk û çeteyên bide ku di dîrokê de Cengizhan, Moğol, Hitler nekarîne bikin. Lê, îro dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê talanê dikin. Zarokan dikujin. Cenazê mirovan parçe parçe dike. Goristana topberan û bombebaran dike. Mal û milkê xelkê didizin. Dema ku mirov temaşeyî van bûyerên dike, nefretê jê dike. Dema ku mirov temaşeyî van bûyeran dike, mirov fêm dike ku hevkariyekî mezin li pişt de ye. Yan vê ev faşîst tenê bi destê Erdoğan û Bahçeli neyê meşadin. Rûsya û Îran û hêzên din ên herêmî ku îro li herêmê hebûna wan heye, bêdengiya wan a li hemberî vê dagirkeriyê hevbeşî û hevkariya faşîstê ye. Welatên din ên navnetewyî jî çavên xwe lêgirtine û bêdeng in li hemberî van komkujiyên îro pêk tên."

NEWROZ NE BI TENÊ ROJEK EHeften, piştgiriya gelan di Newroza îsal de dayî berxwedana Efrînê, bi taybet gelê Rojhilatê Kurdistanê nirxand û got; "Helbet gelê me, berxwedana li Efrînê heye û êrîşên faşîstane yên Erdoğan baş dibîne, lewma bi rihê berxwedana Efrînê Newroza îsal pîroz kirin. Newroza îsal Newrozekî serdemî dîrokê ku gelê bi kêfxweşî pêşwazî li cejna berxwedanê kirin. Hêza berxwedanê ya gel a li hemberî Dehaqên serdemê peyama şoreş û serhildanê dide.

Gelê me Newroza îsal weke Newrozên din bi seyrana derbas nekir, gelê Kurd û dostên gelê Kurd, Newroza îsal kir dengê nerazîbûna li dijî faşîzmê û bi dirûşmeya 'Bimire dagirkerî, bimire faşîzm, bimire cehalet' pîroz kirin. Ev helwesta gelê me, cihê şanaza me ye û em spas dikin. Bi taybet gelê Rojhilatê Kurdistanê, mirov memnûnê helwesta wan e, ji Mako heya Loristanê, Xuresan, li seranserî Rojhilatê Kurdistanê yek helwest hebû. Newroza îsal kirin Newroza Efrînê û xwedîderketina li gelê Efrînê, Newrozê nûbûnê û serhildan rûmet kir. Dehaqên wê serdemê şikandin. Newroz tenê ne rojeke, Newroz şoreşek e, şerê serketina îradeyê ye. Pêwîst e heman rihê Newrozê berdewam be. Li hemberî her cure dagirkeriyekê serhildan hebe, ji bo serxistina îradeya gel.”

JI BO EFRÎNÊ BIBIN YEK

Endamê Desteya Rêveberiya KODAR'ê Mezlum Heften di dawiya axaftina xwe de ji bo piştgiriya gelê Efrînê ev bang kir; "Roja 24'ê Adarê kirine roja çalakiyên seranserî cîhanê, ji bo piştgiriya Efrînê, em jî bang li tevahiya Kurdan, gelên Îranê, Yahudiyan, Ermeniyan, misilman û baweriyan û her wiha bang li Asûriyan, çep û sosyalîstan dikin ku Helebçe û Enfalê qebûl nekin, ferq nake sosyalîst bin yan jî demokrat, yan jî azadîxwaz bin, yan jî ji çi neteweyê bî û baweriya we çi be, bang li we dikim ku dengê xwe li gel dengê Efrînê bikin yek. Pêwîst e tişta dikeve li ser milê we di milê de exlaqî de bikin. Pêwîst e bizanin ku îro dîrok tê nivîsîn. Bêdengbûn, di dîrokê de bê rol bûne. Xizmeta dagirkeran dike. Her wiha di pêşerojê de nikarin bersiva dîrokê bidin. Pêwîst e her kes cihê xwe di vê dîrokê de bigire. Îro bêdengbûn xizmeta faşîzmê dike."