KODAR: Bi ruhê Komara Kurdistanê, bi erka xwe ya dîrokî rabin
KODAR’ê, salvegara Komara Kurdistanê li gelê Kurd pîroz kir û bang li gelê Kurdistanê, partî û aliyên siyasî kir ku bi ruhê Komara Kurdistanê, bi erka xwe ya dîrokî rabin.
KODAR’ê, salvegara Komara Kurdistanê li gelê Kurd pîroz kir û bang li gelê Kurdistanê, partî û aliyên siyasî kir ku bi ruhê Komara Kurdistanê, bi erka xwe ya dîrokî rabin.
Bi boneya 71. Salvegera Komara Kurdistanê (komara Mihabad), Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) daxuyaniyekî ya pîrozbahiyê weşand.
Di daxuyaniya KODAR’ê de wiha hat gotin: “Gelê Kurd di demek wisa de salvegera 71. ya Komara Kurdistanê pîroz dike ku ji pirtûka xwe ya têkoşînê rupelek nû nîşanî cîhanê dide. Gelê Kurd di sedala 20’an de ji aliyekê ve ji ber fêlbaziya dewletên dagirkerên Kurdistanê û hêzên navnetewî û ji aliye din ve ji ber nebûna hêzekek siyasî peymana Sykes-Picot û peymana Lozanê hatin mohrkirin. Lê niha ev gel ji hemû deman bi hêztir û siyasîtir bûye.”
KODAR'ê di dewam daxuyaniya xwe de baş kişand ser van xiûsan:
"Kurdistan ji bo gelên bindest bûye hêvî û Kurd bûne ragirê têkoşîna li dijî hêzên tarîperest. Agirê şoreşê li her çar parçeyê Kurdistanê bi taybet li Rojava û Bakurê welat geştir bûye. Li Rojavayê welat aramiya siyasî, siyaseta rêbereriyên xwe damezirandine. Ne tenê gelê Kurdistanê belkû gelên Sûriyeyê û herêmê bi avakirian çend komên bihêz diparêzin.
Ev destkeftiyên mezin û dîrokî berdewama xebata ku berê Qazî bi damezirandina Komara Kurdistanê kirî bû. Gotinên pêşiyê Kurd yê nemir ku behsa yekgirtina gelê Kurd di her qonaxekê de dikin, niha jî ji bo me berpirsyariyekê dixuliqîne. Wesyeta Qazî Mihemed ji bo gelê Kurd û partiyên ku baweriyê bi ti dagirkeran neynin û hewl bidin perwedekirina xwe û asta hişyariya neteweya xwe bilind bikin. 71 sal piştî Komara Kurdistanê, niha dikarin bêjin wesyeta pêşiyê nemir ya ji bo xulûqandina Kurdekî azad û Kurdistanek demokratîk ber bi pêkanînê ve diçe.
Rêber Apo di nirxandinek ya xwe de Komara Kurdistanê wek destkeftiyek demokratîk û dîrokî ya gelê Kurd bi nav dike ku hemû pêkhateyên cur be cur digere nava xwe. Projeya bi hev re jiyana gelan bingeh digire, ne dabeşkirin. Belkû welat ber bi yekîtiyekê ve diçe. Ger Îran dixwaze xwe ji parçebûn û destwerdana derve biparêze, divê binemaya Komara Kurdistanê ji xwe re bingeh bigire.
Li ser vê bingehê weke KODAR, em bang li gelê Kurdistan û hemû partî û aliyan dikin ku bi ruhê Komara Kurdistanê ji bo wekheviya gelê Kurd têbikoşin, li erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin. Pêwîst jin û ciwan ji bo bicihanîna wesiyeta pêşeng Qazî beşdarî refên şoreşê bibin. Em careke din salvagera Komara Kurdistanê li gelê Kurdê têkoşer, şoreşgerên qehreman û malbatên şehîdan pîroz dikin û em ê şopdarê rêya pêşeng û şehîdên Komara Kurdistanê bin.”