KODAR: Bêdengbûna li hember şerê Tirkiyeyê, tê wateya şirîkatiya sûc

KODAR’ê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ku herî dawî 17 gerîlayên HPG/YJA Starê şehîd bûbûn, peyamek da û diyar kir ku divê hemû gelê Kurd û azadîxwaz li ber vî sûcî rabin.

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi peyamekê bal kişande ser hevkarî û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li beramber sûcên şer ên dewleta Tirk ên bikaranîna çekên qedexe û kîmyawî ya li ser qadên gerîla û got: “Bêdengiya li hember hemû sûcên şer ên dewleta Tirk tê wateya, şirîkatiya bi hemû kiryarên dewleta Tirk.”

Peyama KODAR’ê wiha ye:

“Şehîdbûna 17 gerîlayên HPG’ê yên bi çekên kîmyewî ya ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve ya li Avaşîn, Metîna û Zapê ji ber bêdengiya wijdan û civaka cîhanê ye. KODAR di serî der sersaxî ji malbat û kesûkarên şehîdan dixwaze, êrîş û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin, êrîş û bikaranîna çekên kîmyewî jî weke sûc dibînin.

Bi salan e artêşa Tirk a dagirker ji ber bêdengiya civaka navneteweyî êrîşên xwe li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê mezin dike û çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev metirsiyeke mezin û hovîtî ye, metirsî ye li ser hemû gelên herêmê. Bêdengiya civaka navneteweyî û bi taybet saziyên mafê mirovan li beramber van sûcan, xwe ker û korkirina bi qest a li beramber van sûcan tê wateya ku bi xwe şirîkên vî sûcên şer in.

Bêguman îro ev şer li ser Tevgera Azadiya Gelê Kurd û gerîlayên fedayî ye, lê ku eger ev yek ji aliyê gelan û civaka navnetweyî ve neyê sekinandin; dibe ku ev yek li beramber gel û tevgerên din jî bê kirin. A diqewime ew e; asayîkirina êrîşên kîmyewî ya ji aliyê raya giştî ya Rojhilata Navîn û cîhanê ya li beramber van sûcan nîşan dide ku alîgirên şer in. Şerxwaziya dewleta Tirk a li çend welatên cîran û dîsa hewldanên leşkerî û bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî, êrîşkirina li ser gelan û welatên din e.

Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) careke din sersaxî ji bo malbatên 17 gerîlayên şehîd re dixwaze, êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker jî bi tundî şermezar dike. Erkê dikeve ser milê gelê Kurd û hemû azadîxwazan ew e ku li her derê pêşî li sûcên dewleta Tirk bigire. Hişyarî û rabûna gelê me yê li Rojhilatê Kurdistan û Ewropayê, têkoşîna gelê Kurd a li hember şer û sûcên şer ên dewleta Tirk ji her demê bêhtir xurtir dike, serketin û azadî ya gelê têkoşer e.”