Kobaniyan cenazeyê 4 şervanên Xezeba Firatê defin kirin
Ji aliyê Kobaniyan ve cenazeyên 4 canogriyên berxwedana pêngava Xezeba Firatê li Goristana Şehîd Dicle hate definkirin.
Ji aliyê Kobaniyan ve cenazeyên 4 canogriyên berxwedana pêngava Xezeba Firatê li Goristana Şehîd Dicle hate definkirin.
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê, Ferhad Naisan, Endamê Hêzên Asayîşê Nîdal Çaçan, şervanê YPG`ê Elî Şêr û şervana YPJ‘ê Xezal Duman (Xwînda Sêrzan Kato) ên li gundewarên bakurê rojavayê Reqayê di Pêngava Xezebat Firatê de jiyana xwe dabûn, li Goristana Şehîd Dicle Kom bûn.
Girseya gel postên têkoşeran, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG‘ê bilind kirin.
Di merasîmê de, Endam û rêveberên saziyan, desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, şervanên YPG/YPJ‘ê, Hêzên Asayîşê û bi dehan welatî beşdar bibûn.
Merasîm bi rêzgiritina leşkerî ku ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve hate lidarxistin, destpê kir. Piştre Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Esmet Şêx Hesen axivî û bal kişand ser rola têkoşeran a di parastina herêmê ji çeteyên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin.
Esmet Şêx Hesen diyar kir ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve şopedarên xeta têkoşeran in.
Di merasîmê de her wiha Rêvebera Kongereya Star Felek Yûsif sersaxî ji malbatên têkoşeran re xweset û rola têkoşeran a di parastina nirxên aram û aştiyê de vegot.
Piştî axaftinan nasnameyên têkoşeran ji aliyê rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Di dawiya merasîm de, şervanan cenzeyên hevalên xwe li ser milên xwe kirin û di nava dirûşme û tilîliyên dayika veşartin.