Kobanê rê neda faşîzmê

Ji fermandarên YPJ'ê Meryem Kobanê, li ser 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê axivî û got, "Li Kobanê, destûr ji faşîzma sedsala 21'ê re nehate dayin."

Ji fermandarên YPJ'ê yên berxwedana Kobanê Meryem Kobanê destnîşan kir, ku berxwedana Kobanê nirxên mirovahiyê li dijî faşîzmê parast, lewma bû xwedî nasnameyeke gerdûnî.

Meryem Kobanê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji ANF'ê re axivî. Meryem Kobanê di destpêka axaftina xwe de 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û di şexsê Ebû Leyla, Diyar Bagok, Gelhat Gever, Hebûn Dêrik û Paramaz Kizilbaş de, ku di şerê dijî DAIŞ'ê de bi fedayî şer kirin û tevlî karwanê nemiran bûn, hemû şehîd bi bîr anî.

LI KOBANÊ ROLA ÎRADEYÊ

Meryem Kobanê destnîşan kir, li Kobanê ku bajarekî biçûk e bi pêşengiya şervanên YPJ'ê Revan, Hêlîn, Arîn, Destîna, Hebûn û Saryayan berxwedaneke ku kêm caran di dîroka mirovahiyê de hatiye dîtin, hate nîşandan. Meryem Kobanê bi bîr xist, ku çeteyên DAIŞ'ê wê wextê  roj  bi roj mezin dibûn û herêma ku bandor lê dikir berfireh dikirin. Kobanê da zanîn ku dema navê DAIŞ'ê dihate bihîstin, bajarên ku nifûsa xwe bi sed hezaran bûn, bi mîlyonan bûn dihatin valakirin û dewlet jî li pêşberî DAIŞ'ê bê çare bûn.

Meryem Kobanê got, "Faşîzma DAIŞ'ê êrîş li tevahiya mirovahiyê dikir. Diviyabû hinek li ber vê yekê rabûya û bisekinanda" û destnîşan kir, ku şervanên YPG û YPJ li ber vê yekê rabûn. Meryem Kobanê anî ziman, ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê, bawerî, îrade û biryardariyê li Kobanê ji çekê xurtir rol lîstiye û got, yekane hêza ku karîbû pêşî li çeteyên DAIŞ'ê bigire, YPG û YPJ ne.

XWE BI FELSEFEYA OCALAN XEMILANDIN

Ji fermandarên YPJ'ê Kobanê bi bîr xist, ji bo Kobanê ku dil û wijdanê hemû cîhanê bû, gelên cîhanê bûn yek deng û yek dil. Kobanê anî ziman, ku di serdemên dîrokê de rewşeke bi vî rengî di pêvajoyên zehmet û krîtîk de derdikevin holê û da zanîn, ku di serdemên bi vî rengî de jî kesayetên dîrokî der dibin. Fermandar Meryem Kobanê got, şervanên YPJ'ê Revan, Destîran, Arîn, Hebûn, Zehra, Peyman çend ji van şoreşgeran e.

Fermandara YPJ'ê da xuyakirin, ku mirovên li Kobanê xwe bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirin yek, bi vê îrade, biryardarî û baweriyê şer kirin û got, "Banga seferberiyê ya ku Ocalan kir, Kobanê rizgar kir. Êdî Ereb, Tirkmen, Suryanî û hemû komên ji gel û baweriyên din, Ocalan ji xwe re weke rêber dibînin."

Meryem Kobanê diyar kir, YPJ'ê xwe li ser nêrîn û felsefeya Ocalan ava kiriye û gotina, "Çi dibe bila bibe, kî dest jê berdide bila berde, jin wê dest ji Kobanê bernedin" bi bîr xist. Kobanê destnîşan kir ku YPJ bi vê bîr û baweriyê şer kir.

BÛ SEMBOLA CÎHANÊ

Meryem Kobanê ragihand, ku jinên Kurd ne tenê ji bo xwe, lê ji bo hemû jinên cîhanê şer kirin û wiha dewam kir: "Li Kobanê şerekî leşkerî û îdeolojîk hate kirin. Li hemberî komên bawerî û hemû gelan bi taybetî jî li dijî jinan êrîşeke faşîst a gelekî mezin dihate kirin. Dihate xwestin ku olperestiya tund serdest bibe. Lê belê YPJ bi îdeolojî û şerê şoreşgerî yê rizgariya jinê, li ber vê rabû. Weke şervanên YPJ'ê her ku me pê li tetîkê dikir, dilê me ji bo azadiyê lê dida û me zanîbûn ku ji bo vê têdikoşin. Em bi vî ruhî li ber DAIŞ'ê rabûn. Ji ber ku gel jî bi vê rastiyê zanîbûn, Kobanê veguherî sembola cîhanê." Meryem Kobanê got, her çend hejmara wan kêm jî bû, bi biryardarî, bawerî, îrade, wêrekî û dilsoziyê heta nefesa dawî şer kirin.

YA KU ME LI DIJ ŞER DIKIR, DEWLET BÛN

Meryem Kobanê diyar kir ku li Kobanê wan ne tenê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikirin, di heman demê de li hemberî dewletên weke Tirkiye û Qatarê jî şer dikirin û got van dewletan ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve piştgirî didan DAIŞ'ê û dixwestin polîtîkayên xwe li Sûriyeyê serdest bikin. Meryem Kobanê gotina 'Vaye Kobanê li ber ketinê ye' ya Serokkomarê Tirk Erdogan bi bîr xist.

GOTINÊN DIYAR BAGOK

Meryem Kobanê bi bîr xist, ku dema Erdogan ev gotin dianî ziman, herêmeke biçûk di kontrola şervanên YPG û YPJ'ê de mabû û wiha dewam kir: "Em qet li ketina Kobanê nefikirîn. Li her cihê em lê bûn, di her kêliya me nefes digirt de, em têkoşiyan. Tevî ku çek û teknîka di destê me de kêm bû û ji aliyê hejmarî ve dijmin ji me zêdetir bû jî, ji bo rizgarkirina Kobanê me sond xwarin."

Meryem Kobanê ev gotina yek ji fermandarên YPG'ê Diyar Bagok bi bîr xist, ku dema birîndar bû gotibû, "Apoyî ti carî dest ji cihê lê ye bernade. Em zarokên vî axê ne. Di felsefeya me de cihê xiyanet û vekişînê nîne. Ancax pê li cenazeyên me bike, dikarin wê çaxê bikevin nava Kobanê." Meryem Kobanê destnîşan kir, ku îrade û biryardariya şervanên YPG û YPJ'ê bi vî rengî zelal û ber bi çav bûn.

SEKNA PARAMAZ KIZILBAŞ

Meryem Kobanê diyar kir, ku Paramaz Kizilbaş roja hate Kobanê jê re got, "Hevrê Meryem, divê ez teqez biçim eniya herî pêş. Hêza ku min ji ruh û atmosfera li vê derê girtî, biryardariya berxwedanê dide min. Kobanê rûmet e. Divê ez ji bo vê şer bikim." Meryem Kobanê wiha dewam kir: "Van mirovên hêja di sedsala 21'ê de rê nedan faşîzmê. Bi xwîna xwe dîrok nivîsandin. Kobanê kirin destpêka dawîbûna DAIŞ'ê. Rê li ber têkçûna DAIŞ'ê li paytexta ku weke xîlafetê îlan kir, vekirin. Ya rast, Reqa ne niha lê 3 sal berê li Kobanê hate xistin."

MEHA MIJARÊ SERDEMEKE GIRÎNG E

Ji fermandarên YPJ'ê Meryem Kobanê bi bîr xist, ku meha Mijdarê di dîroka Kurdistanê de demeke girîng e û anî ziman, ku 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û damezrandina PKK'ê di heman mehê de ne. Kobanê got, "Avabûna PKK'ê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava ruhê yekîtiya neteweyî, vejîn û hişmendiya berxwedanê afirand. Eger îro li Rojava şoreşeke gel a demokratîk pêk hatibe, di vir de bandora PKK'ê zêde ye. PKK veguherî hêviya gelên Rojhilata Navîn. Di vir de kedeke mezin a Rêber Apo heye. Ji bo me wateyeke xwe ya taybet heye ku 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û salvegera 40. a damezrandina PKK'ê di heman mehê de ne. Li ser vê bingehê ez salvegera 40. a damezrandina PKK'ê pîroz dikim."

JI BO YEKÎTIYÊ RUHÊ KOBANÊ DIVÊ

Meryem Kobanê bal kişand ser zêdebûna êrîşên di dema dawî de li Başûrê Kurdistanê tên kirin û got, "Ya rast, berxwedana ku li Kobanê derkete holê li çar parçeyên Kurdistanê ruhê yekîtiya neteweyî afirand. Ya ku em dixwazin, avakirina fermandarî û hêzeke leşkerî ya hevpar e ku karibe Kurdistanê biparêze. Ji bo vê jî divê Kongreya Neteweyî tavilê pêk were. Pêwîstiya me bi ruhê Kobanê heye. Bi qasî nan, av û hewayê pêwîstiya me bi hêza leşkerî ya hevpar û yekîtiya neteweyî heye. Yekane rêya pûçkirina gefên li gelê Kurd û Kurdistanê tên xwarin, ev e."

PÊŞENGIYA JI SÛRIYEYA DEMOKRATÎK RE

Meryem Kobanê da zanîn ku weke YPG û YPJ ew hewl didin Sûriye û Rojhilata Navîn li cewhera xwe vegerînin û got, "Em ji bo Sûriyeya Demokratîk û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê têdikoşin. Em pêşengiyê ji avakirina Sûriyeya demokratîk re dikin. Em vê têkoşînê jî bi tenê nameşînin. Bi mirovên xwe yên ji pêkhateyên Ereb, Suryanî, Kurd, Tirkmen, kom û baweriyên din, li ser bingeha wekhevî û azadiyê meşa xwe didomînin. Di serî de dewleta Tirk em ê hemû hêzên dagirker ji ser axa xwe biqewirînin."