Koalîsyon: DAIŞ li Mûsilê dike ku bi temamî têk biçe

Koalîsyona navdewletî ya dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengiya DYE’yê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê dike ku ‘’bi temamî têk biçe’’.

Li ser navê koalîsyonê Berdevk Serheng John Dorraîn diyar kir mezintirîn bajarê duyê yê DAIŞ’ê yê Iraqê Mûsil bi temamî hatiye dorpêçkirin. Dorraîn diyar kir ku DAIŞ dike ku ‘’bi temamî têk biçe’’
Berdevkê artêşa Iraqê Serdar Yahya Resûn jî diyar kir çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê tenê qadeke bi berfirehiya 12 km’yî kontrol dikin.

 DAIŞ ji Hezîrana 2014’an ve, bêyî ku şer bike Mûsil dagir kiribû. Vê dagirkeriyê kiribû ku DAIŞ qadeke berfireh a heta bi Sûriyê jî kontrol bike. Qirkirina Şengalê jî piştî dagirkirina Mûsilê 3’yê Tebaxê dest pê kiribû.

Li gorî Yahya Resûn 2014’an 40 ji 100’î yê Iraqê di dagirkeriya DAIŞ’ê de bû û niha jî tenê 7 ji 100’î yê Iraqê di destê DAIŞ’ê de ye.

Operasyona Mûsilê Cotmeha 2016’an dest pê kiribû. Piştî ku Çile hêla rojhilat a Mûsilê hatibû rizgarkirin, qonaxa duyê hêla rojava dest pê kiribû.