KNK ji bo Newşîrvan Mistafa sersaxî da

KNK ji bo Serokê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa sersaxî da û got, ‘’ em sersaxîyê didine hemî gelê Kurdistanê, endam û layangirên Tevgera GORAN û malbatê.’’

KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ew bi wefata Serokê Tevgera Goran Newşîrvan Mistefa pir xemgîn in, xemginiya malbatê û dostên wî par ve dikin û sersaxî.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ji bo wefata Newşîrva Mistefa, Serokê Tevgera Goran di peyama sersaxiyê de got:

 ‘’ Xebera xembar û dilsoj ya wefata Serokê GORAN Birêz Nawşîrwan Mustafa, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgîn in. Birêz Nawşîrwan Mustafa, di destpêka jiyana xwe de ji salên xwendekarîyê û heta niha, di nav siyaset û şoreşa Kurdistanê de cihê girt. Weke xebatkar, weke pêşmerge, weke fermande, weke siyasetvan, weke rêvebir, weke heval, weke nivîskar, di hemî qadên şoreşê de cihê xwe girt û bi xebata xwe ya dûr û dirêj kete nava rûpelên dîroka Kurdistan ê. Wefata Birêz Nawşîrvan Mustafa, ji bo Tevgera GORAN, ji bo Başûr û hemî Kurdistanê windahîyek mezine. ‘’