KNK: Hilbijartinên Îranê boykot bikin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo hilbijartinên Îranê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku bila Kurd û neteweyên din hilbijartinê boykot bikin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo hilbijartinên Îranê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku bila Kurd û neteweyên din hilbijartinê boykot bikin.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye: “Di 38 salên destbikarbûna Komara Îranê de, sîstemeke totalîter ê mezhebî, şerxwaz, paşverû û kevneperest heye. Di nav vê sîstemê de cih ji bo hebûna partî û rêxistinên siyasî û demokratîk û sivîl nîn e. Îran ji bo neteweyên din ên bindest mîna Kurd, Belûçî û Erebên ehwazê û yên din dagîrkerekî hov e.

Kurd û neteweyên din ên bindest dema qala çareserîya siyasî û aşitîyane dikin, Îran bi terorîzma dewletî û tund û tûjî bersiva wan dide. Îran bêşermane xwe têkelî karûbarên welatên cîran dike û dirav û samanê xelkê di şer û karên teroristî û bi milîtarîzekirina Îranê de dimezêxe.

Ezmûna hilbijartinan li Îranê di hemû salên bihûrî de ev diyarkirî ye ku hilbijartin tenê senaryoyeke din e. Ne tu guherînên erênî di jiyan û jiyara xelkê de dikin, ne jî di bicihanîna mafên siyasî, civakî û demokrasiyê ya ji bo gelên Îranê de pêşveçûnek çêbûye.”

‘JI BO DEMOKRASIYÊ TU HEWLDAN NÎN E'

“Di vir de hilbijartinên 19’ê Gulana 2017 an, 12. hilbijartinên serokatiya komara Îranê ye. Wek her hilbijartin û hewleke ji bo sîstemeke rêveberina demokrasîyê nîn e, belkî cînayet û tawan û sûcekî din ê berpirsên komara Îslamî ye, ya li dijî hemû neteweyên Îranê.

Em weke KNK daxwazê ji Rojhilatê Kurdistanê dikin, li cihê çûn û beşdarîkirinê di hilbijartinan de, dengê xwe ji bo bihêzkirina yekîtîya neteweyî bilind bikin, dengê xwe bidin kêleka dengê Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê û bi her awayî dikarin bi boykot an bi dengê NA’yê bersiva daxwazên desthilatdaran bidin.”