KNK’ê serdana partiya Sosyalîst kir

Di çarçoveya wan hevdîtin û civînên Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya li gel partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê destpê kirî de îro şandeyekî KNK’ê serdana Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê kir.   

Ev 3’ê roj in ku şandeya bilind ya KNK’ê bi serokatiya Ehmed Qeremûs û endamên konseya serokatiyê, bi armanca pêkanîna Kongreya Netewî û yekalîkirina aliyên siyasî yên kurd, rêzecivîn û serdanên xwe yên bi aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê destpê kiriye, didomîne.

Di nava wan her sê rojên derbasbûyî de şandeya KNK’ê serdana Yekêtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran û Tevgera Azadî kir. Îro li bajarê Silêmaniyê şanda KNK’ê serdana mekteba siyasî ya Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê kir. Şande ji aliyê sekreterê giştî yê Partiyê Mihemed Hacî Mehmûd ve hate pêşwazîkirin. Civîna di navbera KNK’ê û Partiya Sosyalîst de saetek û nîv dewam kir. Civîn ji ragihandinê re girtî bû.

Biryare ku hevdîtinên KNK’ê yên li gel partî û aliyên siyasî yên din ên Başûrê Kurdistanê wê berdewam bin û wê li ser mijara yekîtiya netewî li hev bişêwirin.