KNK'ê şehîdên Helebçeyê bi bîr anî

KNK'ê qirkirina li Helebçeyê bi bîra raya giştî ya cîhanê xist û ji hêzên navneteweyî yên erkdar xwest ku komkujiya Helebçeyê weke Qirkirinê qebûl bike û gunehkaran darizînin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber salvegera 34'an a komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 16'ê Adara 1988'an rejîma dîktator û faşîst a Saddam 5000 Kurd bi çekên kîmyewî bi rengekî hovane qetil kir.

Daxuyaniya KNK'ê wiha dewam kir, "Meha Adarê ji bo Kurdistanê meheke bi naveroka xwe û bûyerên di vê mehê de qewimîn gelekî bi trajedî, têkoşîn û serhildanê tijî ye. Yek ji van rojên herî bi trajedî, komkujî û qirkirinê 16'ê Adara 1988'an li Başûrê Kurdistanê lib ajarê Helebçeyê bû. Li bajarê Helebçeyê zêdeyî 5000 kes ji aliyê rejîma dîktator û faşîst a Saddam ve bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin ku di nava wan de zarok, jin û kesên bi temen hebûn. Ev qetlîama hovane hîn di mejî û ruhê gelê Kurd de zindî ye û nehatiye jibîrkirin û wê ti carî neyê jibîrkirin. Her wiha di vê mehê de gelek qetlîam û qirkirin weke ya Helepçe ji aliyê dewletên koloniyalîst, faşîst û diktator li her çar beşên Kurdistanê pêk hatine.

Qatlîamên bi vî rengî ne ji aliye rejîma faşîst a Saddam bi tenê pêk tên. Her wiha dewleta Tirk jî, di dîroka xwe ya sed salî de gelek caran bi çekên kîmyawî qetlîam u qirkirinê bi vî rengî pêk aniye û hîn jî dewleta Tirk çekên kîmyawî li hemberî gelê Kurd, li hemberî xelkên sivil bê cudahî bikar tîne. Dewleta Tirk di nav van 2 salên dawî de bi dehan caran çekên kîmyawî li Başûrê Kurdistanê li hember şervanên azadîyê û xelkên sivîl bikar aniye u hîn jî bikar tîne.

KNK careke din dixwaze ku qetlîam û qirkirina li dijî gelê Kurd, ya li bajarê Helebçeyê bi bîra raya giştî ya cîhanê bixe û dixwaze Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Dîwana Edaletê ya Navdewletî komkujiya Helebçeyê weke Qirkirinê qebûl bike û gunehkaran darizîne.

Gelê Kurd ti carî komkujî û qirkirina Helebçeyê ji bîr nake û wê her tim di mehî û ruhê Kurd de zindî bimîne. Ruhê şehîdên Helebçeyê şad be."