Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

KNK’ê salvegera serketina berxwedana Kobanê pîroz kir

KNK'ê duyemîn salvegera serketina berxwedana Kobanê pîroz kir û got, "Kobanê li seranserê Kurdistanê bû navenda parastina welat, li dinyayê jî bû sembola ronahiyê."

Konseya Reveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo salvegera duyemîn a Berxwedana Kobanê peyameke nivîskî da. Di destpêka peyamê de hemû şehîdên berxwedana Kobanê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hat bibîranîn û hat gotin, "Em duyemîn salvegera Serketina Berxwedana Kobanê û sêyemîn salvegera damezrandina Kantonên Rojavaya Kurdistanê di sêrî de li gelê me yê Rojava, li gelên Kurdistanê û Cihanê pîroz dikin û ji şoreşa Rojava re serkeftinê dixwazin."

'KOBANÊ ÇIRÛSKA DESTPÊKÊ YA ŞOREŞAVA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ YE'

KNK’ê di peyama xwe ya nivîskî de got, "Kobanê çirûska destpêkê ya şoreşa Rojavaya Kurdistanê ku di 19’ê Tirmeha 2012’an de gava ewil ya azadiyê avêtibû, hêzên rejima Şamê tesfiye kiribûn û îdareya bajêr hilgirtibû destê xwe." 

Daxuyaniyê wiha dewam kir: 

"Kobanê yek ji Kantonên Rojavaya Kurdistanê ye ku di 27'ê Çileya 2014’an de îlana statûya kantonî hatibû kirin. Kobanê bi vê serhildêrî û berxwedana xwe bû hedefa dijminên dagirker. DAIŞ a ku ji hevîrê nijadperestiya Erebî û cîhadîst pêk hatî, tehemûla serketina Kurdistaniyan ya li rojavaya Kurdistanê nekir û êrîşî Kobanê kir. Hemû dagirkerên Kurdistanê ji vê êrişkariya DAIŞ’ê memnûn bûn lê piştevaniya herî xurt û eşkere ji dewleta Tirkiyeyê hat bo DAIŞ’ê. Dewleta Tirkiyeyê da ku Kurd li "Sûriyeya Bakur" berze bikin destekeke kamil ya lojîstîk da DAIŞ’ê. DAIŞ a ku di cepheyên Til Koçerê, Til Xelef û deverên din da şkesteke mezin xwarî bi wê kîn û nefretê êrîşa Kobanê kir." 

'KOBANÊ BÛ MEYDANA CENGA PAŞVERÛTÎ Û PÊŞVERÛTIYÊ'

KNK’ê di dewamiya peyama xwe de got, li Kobanê bi pêşengiya YPG-YPJ’ê berxwedaneke mezin hatiye organîzekirin û Kobanê bûye meydana şerê pêşverûtî û paşverûtiyê:

"Kobaniya ku ji Îlona 2014’an pê ve bi ber pêlên êrişa DAIŞ’ê ketî, berxwedaneke mezin nîşan da. DAIŞ’ê dagiriya Kobanê bo xwe kire hedefa sereke. Lê Kobaniyan jî berxwedan û parastina Kobanê bo xwe kirine armanca man û nemanê. Kobaniyan di pêşengiya YPG û YPJ’ê de berxwedaneke mezin organîze kirin. Kobanê adeta bû meydana cenga paşverûtî û pêşverûtiyê. DAIŞ a paşverû bi navê hemû dagirkerên Kurdistanê temsîla tarîtiyê dikir, xelkê Kobanêyê yê pêşverû pêkve temsîla ronahiyê dikir. Kurdan, Kurdistaniyan, navçeya rojhilatanavîn û dinyayê li ser vê rastiya Kobanê pozisyon wergirt. 

'KOBANÊ BÛ ÇEPERA NÎŞANDANA WELATPARWERIYA KURDISTANÊ'

Kobanê li seranserê Kurdistanê bû navenda parastina welat, li dinyayê jî bû sembola ronahiyê. Kurd di hewildana parastina Kobanê de bûne yek. Ji bakur û rojhilata Kurdistanê Hêzên Gerîgla, ji başûrê Kurdistanê Hêzên Pêşmerge çûne hawara YPG-YPJ’ê û xelkê Kobanê. Ji seranserê Kurdistanê û meydanên diasporayê bi sedan xelkê sivîl bi fedakariyeke bilind berê xwe dane Kobanê û mil bi milê Kobaniyan şerê parastina welêt kirin. Kobanê bû çeperê nîşandana welatperweriya Kurdistanê. Dinyaya humanîter û demokratîk bû heyranê berxwedana Kobaniyan û xelkê Kurdistanê ya li dijî kevneperestiya DAIŞ’ê, piştevaniyeke mezin û xurt nîşandan û ji Amerîka heta Yekîtiya Ewropayê destekeke mezin û xurt ya leşkerî û mirovî hate dan."

KNK’ê di peyama xwe de bi berdewamî wiha got:

"Kobanê bi vê pêla bilind û xurt ya tifaqa navxweyî û piştevaniya dinyaya demokratîk di 26’ê Çileya 2016’an de ji DAIŞ a kevneperest û tarî hate rizgar kirin.

Kobaniya ku bi vê serketina efsanewî bûye pencereya ronahiyê li Rojhilata Navîn niha di nav bizaveke mezin ya ji nû ve avabûnê da ye. Kurd û dinyaya ku di şerê parastina Kobanê ya dijî kevneperestiya DAIŞ’ê da cih girtî îro divêt di avabûna nû ya Kobanê da jî cihê xwe bigirin. Kobanê li hêviya hevkarî û piştevaniya navxweyî û derveyî ye. 

Helbet di vê prosesa avabûnê da êrişkariya dewleta Tirkiyeyê dîsa  aktuel bûye û divêt hişyardariyeke xurt di vî warî da jî berdewam be.

KNK bangî Kurd û Kurdistanî û dinyaya humanîter û demokratîk dike ku di vê têkoşîna avakirina nû û herwisa parastina bi giştî ya Kobanê da ref û rêzên xwe sist nekin û di hemû waran da hevkarî û piştevaniyeke bilind bikin.

Di heman demê de niha salvegera hefteya damezrandina Kantonên Rojavaya Kurdistanê ye. Weke tê zanîn 21.01.2014’an da Kantona Cizîrê 27.01.2014’an Kantona Kobanê û 29.01.2014’an Kantona Efrînê hatin damezrandin û îlankirin. Serketina Berxwedana Kobanê jî di heman hefteyê da pêkhat. Em niha 2 serkeftinan bi hev re pîroz dikin.

Ev serketin bi bedelekî mezin, bi keda şehîdên nemir û berxwedêrên leheng pêk hat. Em di serî de şehîd û berxwedêrên Kobanê, Rojava û hemû Kurdistanê bi rêz û hurmet bîr tînin û li ber bîranîna bejna xwe ditewînin.

Bi vê ve girêdayî em duyemîn salvegera serketina Berxwedana Kobanê û sêyemîn salvegera damezrandina Kantonên Rojavaya Kurdistanê di serî de li gelê me yê Rojava, li gelên Kurdistanê û Cihanê pîroz dikin û ji şoreşa Rojava re serketinê dixwazin."