KNK'ê ji bo Waliyê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm sersaxî xwest

KNK'ê bi daxuyaniyeke niviskî ji bo Dr. Necmedîn Kerîm, Waliyê berê yê Kerkûkê sersaxî da û diyar kir Kerîm ji bo yekîtiya netewî xebatên girîng kirine û her wiha ew damezrandêrekî KNK'ê bûye.

Kongreya Netewî ya Kurdsitanê (KNK) ji bo Dr. Necmedîn Kerîm peyama sersaxiyê da. KNK'ê got Kerîm, ''Di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de bû. Di nava sîyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. ''

KNK'ê di peyama xwe de diyar kir Kerîm ji bo yekîtiya netewî ya Kurd xebatên girîng kirine û ew endamekî damezrandêr ê KNK'ê bûye.

Peyama sersaxiyê ya KNK'ê wiha ye:

''Xebera xembar û dilsoj ya wefata endamê damerzêner yê KNK ê Birêz Dr. Necmedîn Kerîm, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgînin. Bîrêz Necmedîn Kerîm, li başûrê Kurdistanê di ciwaniya xwe de, di nava Şoreşa Îlonê de cihê girt û xwedî cihekî diyar bû. Her wiha ew herdem di nava xebat û sîyaseta welatparêzî de bû. Di nava sîyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Birêz Dr. Necmedîn, jibo yekîtîya neteweyî gelek karên giring kirin û heman demê de bû endamekî damezrandêr yê KNK'ê. Ji damezrandinê û heta demekî dirêj, endametîya wî ya KNK'ê berdewamkir.

Em ji ber wefata Birêz Dr. Necmedîn Kerîm gelekî xemgînin,xemgîniya malbatê û dostên wî par ve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê û malbatê.

Kak Necmedîn, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê heta dawiyê ji bo yekîtî û azadiya gelê Kurdistanê têbikoşin, em ê axîn û wesyetên te pêk bînin.''