KNK’ê êrîşa li ser Balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir

KNK’ê bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Balafirgeha Silêmaniyê da û bang li NY, YE û hêzên demokrasîxwaz kir ku li dijî vê êrîşê rabin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrîşa hewayî ya li ser balafirgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê di roja 7’ê Nîsana 2023’an de bû hedefa erîşên dewleta Tirk a dagirker. Êrîşên dewleta Tirk berdewamiya qetlîam û qirkirina li hemberî gelê Kurd e. Pêwîste di serî de hemû cîhan û bi taybetî gelê Kurd, hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanî helwesteke tûnd li hemberî van êrîşan raber bike û şermezar bike.

Armanc û hedefên êrîşên dewleta Tirk bi awayekî eşkere bi me dide xuyakirin ku hebûn û destkeftiyên gelên Kurdistanê di hedefa wan de ye. Dewleta Tirk û di serîde rejîma nijadperest a AKP-MHP’ê li çi devera Kurdistanê dibe, destkeftiyên gelê Kurd ji bo xwe hedefeke dijminane dizane û bi her awayî êrîş dike. Em baş dizanin ku Erdogan di rewşek gelek tengav de ye û bi taybetî di nav vê pêvajoya hilbijartinên giştî yê parlemento û serokkomariyê de dixwaze hin êrîşên sansyonel li hemberî tevgera Kurd û rêberên Kurd pêk bîne.

Em bi ti şêwazî qebûl nakin ku êrîşên dewleta Tirk, sebeb çi dibe û argûman çi dibe bila bibe rewa bêne dîtin. Bi taybetî em dixwazin bidin zanîn ku berdevkê hikumeta herêma Kurdistanê Adil Cotyar êrîşên dewleta Tirk rewa bibîne û YNK’ê sûcdar bike. Daxuyanîya berdevkê hikumeta herêmê daxuyaniyeke bi sosret e. Divê êrîşên dewleta Tirk şermezar bike û helwest bigre, li şûna wê YNK û hemû Kurdan sûcdar dike. Daxuyaniya berdevkê hikûmeta herêmê yên bi vî rengî nayê qebûl kirin. Ev êrîş li hemberî hebûna gelê Kurd û li hember destkeftiyên gelê Kurdistanê hatiye kirin. Lewma nabe ti kes û bi ti rengî van êrîşan rewa bibîne û bê deng bimîne. Her daxuyaniyek bi vî rengî cesaretê dide dewletên dagirker.

Em careke din bang li koalîsyona navdewletî ya li dijî terorîzmê, NY, YE û hemû hêzên demokrasîxwaz û hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanî dikin ku bi awayekî tûnd vê êrîşê sermezar bikin.”