KNK'ê Dr. Berhem Salih pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK'ê pîrozbahî li Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Berhem Salih kir û got: "Em hêvî dikin ev hilbijartin bibe wesîleya Iraqekî demokratîk û bi ewlehiyê."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi peyamekî nivîskî pîrozbahî li Serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Berhem Salih kir.

Di Peyamê de wiha tê gotin; "Bi hilbijartina we ya ji bo serokkamorîya Iraqê, em weke KNK, bi dilxweşî pêşwazî dikin û we bi dilekî germ pîroz dikin.

Em hêvî dikin ev hilbijartin bibe wesîleya Iraqekî demokratîk û bi ewle. Hêviya gelê me ew e ku di demê we de, di serî de madeya 140 a destûrê û hemû pirsgirêkên di navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê de, li ser bingeha destûra Iraq ê bêne çareserkirin.

Hûn, demekî dirêje di nav tevgera azadiya Kurdistanê de cihê xwe digirin û xwedî ezmûn in. Iraq û Kurdistan jî di nav de, herêma Rojhilata Navîn, di nava kirîzên mezin de ne. Pirsgirêka Kurd li tevayî herêmê, dibe sedema alozî û bê aramiyê. Heta pirgirêka Kurd bi awayekî adîlane neyê çareserkirin, ne mûnkine li herêma Rojhilata Navîn, aştî û aramî pêk bê.

Hêviya me ew e ku hûn vê rastiyê herdem berçav bigrin û ji bo pirsgirêka Kurd li seranserê herêmê, bi awayekî aştiyane bê çareserkirin, xwedî helwest û çalakîbin."