KNK: Cejna Qurbanê li gelê me û hemû alema Îslamê pîroz be

KNK’ê bi daxuyaniyekê Cejna Qurbanê pîroz kir û got: “Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike.”

Konseya Rêvebir ya KNK’ê bi daxuyaniyekê Cejna Qurbanê li gelê Kurd û hemû alema Îslamê pîroz kir.

Daxuyaniya KNK’ê ya ji bo Cejna Qurbanê wiha ye: “Sibe cejne, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagîrkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel berdewamin û pirgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, pirsgirêkên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrîşên dewleta Tirk jî serve zêdebûne. Li Bakur şerê man û nemanê heye. Li vê aloziya mezin, pandemiya koronayê jî li seranserê Kurdistanê belavbûye.

Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur her wiha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî êrîşê gelê me dike. Dewleta Tirk, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê, beşek jî ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û dixwaze vê dagirkeriya xwe berfireh bike. Ev nêzîkî mehek û nîve dewleta Tirk, bi hemî hêza xwe ve êrîşê Başûrê Kurdistanê dike. Teybetî li Heftanînê dixwaze dagirkeriya xwe zêdetir bike. Li hember van êrîşan gelê me û şervanên azadiyê jî, bi hemî awayî berxwe didin, bi qehremanî û bi fedakriyek mezin êrîşên dijminan vala derdixin. Berxwedana hêzên gerîla ya li devera Heftanînê weke destanekiye. Bi vê munasebetê di şexsiyeta berxwedêrên Heftanîn de em hemu hêzên bexwedêr ên Kurdistanê silav dikin û sipasiya xwe ji wan re pêşkêş dikin. Heman demê di sêrî de şehîdên berxwedana Heftanînê û hemu şehîdên azadiyê re, girêdana xwe carek din radighînin û di huzûra wan de radiwestin û rêz digrin.

Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, hêdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşîneke netewayî ya demokratîka hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û têkoşerên xwe dike.

Ji ber rewşa nexweşiya koronayê, mixabin em ê nekarin weke her car cejan xwe pîroz bikin. Em hêvî ji gelê xwe dikin ku di pîrozbahiyên cejnê de, her kes xwe biparêze û tedbîrên pêwîst bigre.

Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin.”