KNK bi rewşenbîr û rûspiyên Raperînê re civiya

Şandeya KNK’ê ya di çarçoveya hevdîtinên pêşîgirtina provakasyon û şerekî gengaz ên di navbera Kurdan de berê Xwe dabû Başûrê Kurdistanê di vê çarçoveyê de li ser metirsiya şer û girîngiya, bi rewşenbîr û rûsipiyên Herêma Raperîn re civiya.

Civîn û serdanên şandeya KNK’ê ji bo rê girtina li siyasetên şerxwaz û girîngiya yekîtiya netewî, li Başûrê Kurdistanê dewam dike. Di vê çarçoveyê de şandeya KNK’ê li navçeya Ranye ya ser bi Herêma Raperîn bi rewşenbîr û rusipiyên herêmê re civiya.

Di civînê de Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li ser armanca serdanên wan yên li Başûrê Kurdistanê axivî. Ehmed Qeremus got ku ew dixwazin ji bo rê girtina li şer, serdana hemû aliyên Başûrê Kurdistanê bikin. Qeremus got ku tu Kurdek naxwaze di nava Kurdan de şerek çêbibe.

DEWLETA TIRK DIXWAZE BI PDK’Ê ŞER GEŞ BIKE

Qeremus di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk yên ji bo geşkirina agirê şer û got: “Dewlet Tirk a faşîst, bi alîkariya çeteyên DAÎŞ û El Nûsre, li dijî gelê Kurd şer dike. Niha jî dixwaze di nava hêzên Kurdan de şer çêbibe, wê ev şer tenê di qezenca dagirkeran de be.”

‘ME BI HEV RE KOBANÊ RIZGAR KIR, EM NIHA JÎ DIKARIN BI HEV RE ÇARESER BIKIN’

Endama şandeya KNK’ê Asya Abudula jî di civînê de axivî û ev got: “Çawa Ranye Herêma Raperîn dijî rejîma Baasê serî hilda, divê îro jî destkeftiyên Raperîna Kurdan li Başûr û rojavayê Kurdistanê bi parêze. Divê hewldanên dewleta Tirk yên ji bo êrişkirina ser Rojava û Başûrê Kurdistanê pûç bike.

Asya Abdula qala berxwedana Kobanê û kir û wiha domand:“Çawa me hemûyan bi hev re, DAÎŞ’ê li Kobanê têk bir, îro jî divê li dijî dagirkeran kongreya netewî were lidarxistin. Me li Rojavayê Kurdistanê destpêkiriye û em gihiştine encamên baş.”

‘YEKÎTIYA NETEWÎ DIKARE DIJMIN TÊK BIBE’

Rewşenbîr û rûsipiyên Herêma Raperînê jî di axaftinên xwe de bal kişand ser girîngiya yekîtiya netewî û dan zanîn ku tenê yekîtiya netewî dikare pîlanên dijminên gelê Kurd têk bibe û statûya Kurdistanê bihêz bike.