KJK: Heta ku Rêber Apo azad bibe divê têkoşîn bi ruhê Newrozê dewam bike

KJK: Heta ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin û sîstema êşkenceyê ya navdewletî ya Îmraliyê bê hilweşandin, divê têkoşîn bi ruhê berxwedanê yê Newrozê bênavber dewam bike û kes xw eli derveyî têkoşînê nehêle.

Koordînasyona KJK'ê li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, doza li dijî HDP'ê, Newroz û vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê daxuyanî da û got, "Nêzîkatiya desthilatdariyê ya li Peymana Stenbolê divê ji êrişên li dijî Rêberê me û tevgera azadiyê ya Kurd cuda neyê nirxandin."

Daxuyanî wiha ye:

"Di serî de jinan, gelê me yê Kurd û gelên herêmê, li gel êrişên bêeman, Newroz careke din bi têgihiştineke mezin pêşwazî kirin. Li ser vê bingehê li dijî êrişên faşîzan ên bêeman ên li dijî hebûna civakî û siyasî ya jinan û gelê Kurd, li qada Newrozê biryardariya ji bo azadiyê, sekna berxwedanê û hêza ku faşîzmê têk dibe careke din hate nîşandna. Gelê me nîşan daye ku xwedî li rêberê xwe, şehîdên xwe, nirxên xwe yên têkoşînê derdikeve. Careke din ji faşîzma AKP-MHP'ê re hatiye nîşandan ku li gel êrişên faşîzan jî nekariye vî gelî bitepisîne û wê nikaribin.

Jin û gelan li ser bingeha dilsoziya Rêber Apo, ji Mazlûm Dogan heta Şoreşger Beytuşşebap û panzdeh hevrêyên me yê li Garê şehîd bûn bi xwedîderketina li bîranîna şehîdan û bi sekna azadiyê li Amed, Wan, Cizîra Botan, Qendîl, çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat daketin qadên Newrozê. Em vê rûmeta azadiyê silav dikin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Êrişên faşîzan ên rastiya dewleta mêr ji bo wê yekê ye ku daxwaza jiyana rêxistinbûyî ya gelan a ku di şexsê têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd û gelê Kurd de şênber bûye, her wiha têkoşîna wan asteng bike, têk bibe. Çavkaniya ku îrade û hişmendiya azadiyê ava kiriye, ev yek civakî kiriye û li gle êrişan jî îradeya xwe bi hêza xwe mezin kiriye û li ser piyan girtiye Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê di dîroka me ya têkoşînê de hêzên pêşeng ên modernîteya kapîtalîst, êrişên xwe yên îdeolojîk-siyasî û leşkerî bi destê dewleta Tirk destpêkê li ser Rêber Apo giran kirine, komploya navneteweyî jî li ser vê bingehê pêk anîne û sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ava kirine. Bi vî rengî pêşî li kiryar û êrişên li derveyî aqil ên dewleta Tirk hatiye vekirin û bi rastiya pragmatîst, înkarker, talanker û komkujer a koma çete ya Erdogan-Bahçelî êriş gihîştine asteke bêhtir metirsîdar.

'HETA KU AGAHIYÊ JI RÊBER APO BIGIRIN DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ DEWAM BIKIN'

Gef û metirsiya herî mezin a li ser jiyana Rêber Apo, li her qadê êrişa li dijî pêşketina azadiya jinê, tunekirina zemînê siyasî yê gelê Kurd, girtina bi deh hezaran Kurdî bi rengekî bê sedem û êşkencekirina wan, dîlgirtina civakê, desteserkirina mafê jiyanê yê civakê bi kiryarên rojane yên pragmatîst, bi destavêtin-narkotîkê bênasnamekirina jin û zarokan, kiryarên ji bo şikandina îradeyê, bi van polîtîkayên qirêj teslîmgirtina civakê, li me tên ferzkirin. Bi sekneke ku îradeya têkoşînê ya 8'ê Adarê û Newroza 2021'ê gihîştin hev, helwest li dijî vê yekê hatiye nîşandan. Lewma ji aliyê dîrokî ve wateya xwe mezin e. Lê belê mîna ku Rêber Apo dibêje, ku şertê parastina hebûna xwe û misogerkirina azadiya xwe ew e, ku têkoşîna bi hêza xwe heta encamgirtinê dewam bikin. Ji ber vê yekê, heta ku agahî ji Rêber Apo bê wergirtin û sîstema êşkenceyê ya navdewletî ya Îmraliyê bê parçekirin, divê bi ruhê berxwedanê yê Newrozê têkoşîn bênavber bê meşandin, kes xwe li derveyî têkoşînê nebîne, berpirsyariya kêliya heyî ya dîrokî têbigihêje û bi vî rengî tevlîbûneke xurt lê bike.

'DIVÊ EM SEKNA BI HEYBET A NEWROZÊ LI NAVA TEVAHIYA SALÊ BELAV BIKIN'

Yekane alternatîfa jiyanê ye ku di sedsala 21'ê de li ser bingeha paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk sîstema Netewebûna Demokratîk bê avakirin, bi şoreşa azadiya jinê re ku şoreşa pêşengiya vê yekê ye jiyanê azad bike. Êrişên li ser Rêber Apo êrişên li idjî vê sîstema alternatîf û xetê ye ku li ser bingeha azadiya me hemûyan, hebûna me misoger dike. Ji ber ve yekê rastiya dewleta çete-faşîst a sîstema kapîtalîst welê bêeman êrişê dike. Ya em ê êrişên li ser Rêber Apo têk bibin û li ser bingeha azadiya wî ya fîzîkî azadî û jiyana xwe misoger bikin, ya jî em ê li pêşberî polîtîkayên faşîzmê yên ku bêhnê diçikîne roj bi roj ji mirovbûna xwe dûr bikevin, her kêliyê hezar carî tune bibin ku tê wateya mirinê. Di asta heyî de berpirsyariya di serî de jinan, gelê me, gelan û alîgirên azadiyê ye ku ev yek ji holê bê rakirin, bi têkoşîneke bênavber jiyanek li ser li ser bingeha pîvan û rûmeta azadiyê, bi têkbirina dewleta faşîst-mêr, ava bikin. Dem hatiye ku em sekna bi heybet a Newrozê li tevahiya salê belav bikin, qadan bikin qadên têkoşînê yên ji bo binpêkirina faşîzmê û li ser bingeha hêza xwe bi azadiya Rêber Apo paşeroja xwe ava bikin.

'DIVÊ EM BI HER AWAYÎ LI BER TECRÎDÊ, ÊRIŞAN Û FAŞÎZMÊ RABIN'

Di vê dema Newrozê de tê xwestin ku zemîna siyasî ya gelê Kurd bigirin. Li ser bingeha tifaq û berjewendiyên erzan ên siyasî, bi polîtîkayên înkar û komkujiyê, bi girtin û zextan hewl didin vê qadê bi temamî bêdeng bikin ku ev yek jî tê wateya ragihandina şer li dijî gelê Kurd. Li ser bingeha zexta 'Ya tu yê bi rengê teslîmbûyî bimire, ya jî bi rengê fîzîkî bimire' helwesteke welê tê nîşandan ku ezmûna demokrasiyê ya dîrokî hemûyan tune dikin, li pêşberî hebûna mirovbûnê bi awayekî bêhurmet û êrişkarî tevdigere ku ev yek nêzîkatiyeke ji rêzê nîne. Di nava van şert û mercan de ku gef li jiyana Rêber Apo tê xwarin, êrişên giran li ser civaka me hene, çiyayên Kurdistanê her roj ji her du şerên cîhanê bêhtir tên bombekirin û hebûna partiya siyasî jî tê hedefkirin, bêguman em ê bi hemû hêza xwe li ber wan rabin.

Li ser vê bingehê bi pêşengiya jinan divê gelê me, gel hemû li dijî van êrişên vê hêza çete xwe hîn bêhtir bi rêxistin bikin, her kes mirovên li kêleka xwe bi rêxistin bike û bi ezmûn û tecrûbeya têkoşîna ji pêncî salî bi têgihiştina 'gel ê rêxistinbûyî gelê azad bibe' tevbigerin. Ji malan heta kolan, çiya û bajaran em ê sedsala 21'ê bikin şoreşa herî mezin a dîrokê ku bi pêşengiya jinê xwe dispêre hêz û îradeya xwe. Divê her kes bi vê îrade û seknê tevlî pêvajoyê bibin, ciwanên me biherikin nava refên têkoşînê, li dijî sîstema mêr-faşîst a ku ji bilî mirinê paşerojeke cuda pêşkêş nake, helwesteke radîkal nîşan bidin û li dijî wê têbikoşin. Çiya ew qada azadiyê ye ku hucreya bingehîn a daxwaza azadiyê ye ku wê faşîzmê têk bibe, qada herî kûrbûyî ya hêz û îradeyê ye, lewma sekna herî serhildêrî ye. Bi vê têgihiştinê, armanca binehîn a salê ew e ku di nava şert û mercên faşîzmê de jî derfeta herî biçûk a rêxistinbûnê bê bikaranîn, bi vê hêza girseyî timî ber bi çiyê ve biherikîne û bi vê têkoşîna hevpar li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Newroza 2022'an bikin têkbirina Dehaqan.

Li gorî tespîta 'nêzîkatiya li jinê nêzîkatiya li civakê ye', dewleta çete ya Erdogan-Bahçelî asta polîtîkayên xwe yên têkildarî gelê Kurd, gel û civaka Tirkiyeyê, bi şêweyê nêzîkatiya li jinê nîşan dide. Têkildarî şêweyê hebûna civakî ya jinan, vê desthilatdariyê maf bi xwe re dîtiye ku ji hejmara anîna zarokan heta nixumandina serê xwe têkildarî jinê her tiştî nîqaş bike. Her wiha bi êrişên li ser rêxistiniya jinên azad a li Bakurê Kurdistanê, bi desteserkirina qadên rêxistinbûyî, bi girtin û polîtîkayên zextê, bi polîtîkaya destavêtinê ya dewletê, necezakirina tecawizkaran, rewakirina destavêtina li zarokan di bin navê ol de, bi gotinên mêr hewldana ji bo tepisandina daxwaza azadiyê ya jinan, siyaseteke pêşîgirtinê meşandiye. Vekişîna ji Peymana Stenbolê ku li Newroza 2021'ê rast anîn, encama vê yekê ye. Di demekê de ku tundiya li dijî jinê gihîştiye asta herî bilind û kiryarên vê tundiyê jî ji aliyê dewletê ve têne parastin, biryara vekişîna ji vê peymanê ku di Newrozê de hate dayin, li dijî îradeya jinan û gelan ragihandina şerê bi rêbazê Dehaq e. Pirsgirêk ne tenê rewakirina tundiya li dijî jinê ye, pirsgirêk ew e ku li ser bingeha tifaqa qirêj a paşverûtiya mêr, bi tepisandina îradeya azad koletî mîna polîtîkayekê li jinan û gelan tê ferzkirin.

NÊZÎKATIYA LI PEYMANA STENBOLÊ JI ÊRIŞÊN LI SER RÊBERTÎ Û TEVGERA AZADIYÊ YA KURD CUDA NÎNE

Divê nêzîkatiya desthilatdariyê ya li Peymana Stenbolê ji êrişên li dijî Rêberê me û tevgera azadiyê ya Kurd cuda neyê nirxandin. Yanî eger ev yek ji hewldana tepisandina îradeya demokrasî û azadiyê cuda bê nirxandin, hingî mijar wê bê marjînalkirin. Dewleta çete ya Erdogan-Bahçelî di şexsê Rêber Apo de dixwaze çavkaniya azadiyê ya jin û gelan biçikîne, dînamîkên berxwedanê yên tevgera azadiyê ji holê rake, bi ferzkirina newekheviyê li ser civakê bi temamî, 'pîrekkirinê' ku nasnameya civakî ya zanedîparastinê ye dixwaze bike nasnameya jinan, mêran û tevahiya civakê. Ev yek eşkere ye. Lewma divê mirov giraniyê bidin ser cewhera mijarê û di serî de jinên Tirkiyeyê, hemû derdora demokratîk, jinên Kurd û gelê Kurd li ser bingeha îrade û pîvanên azadiyê têkoşîneke hevpar bimeşînin, têkoşîneke encamgir a rêxistinbûyî ya li dijî faşîzmê deynin pêşiya xwe. Mêr dema ku lawaz dibe, jinan ji nû ve dikin mijara parvekirinê û bi vî rengî tifaqên xwe yên qirêj nû dikin, vê yekê li nava tevahiya civakê belav dike, desthilatdariya xwe bi rêxistin dike; şert û mercên jiyana xwe misoger dike. Rewşa heyî bi vî rengî ye. Ev êrişên bêperwa û metirsîdar ên sîstema mêr a lawazbûyî, ev tifaqên wan ên qirêj tenê bi têkoşîn û rêxistiniyeke hevpar a jinan ji holê dikare bê rakirin. Lewma jin bi vê têgihiştinê her roj bêhtir xwe bi rêxistin dikin û têkoşîna xwe bilind dikin. Em çalakiyên jinan ên ku di vê demê de li dijî redkirina peymana Stenbolê pêk hatin, silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna me ya jinê wê li her qadê daîmî bibe û zemîna têkoşîneke hevpar bêntir bê xurtkirin; bi navê tevgera azadiyê ya jinên Kurd em dibêjin ku em ê bi vê hişmendiya berpirsyariyê tevbigerin.

Em bang li jinan hemûyan dikin ku li ser vê bingehê xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê mezin bikin, têkoşîneke hevpar bimeşînin, kevneşopiya serweriya mêr di şexsê dewleta çete ya Erdogan-Bahçelî de têk bibin û welatê xwe, herêma xwe, cîhanê bi navê jinê rizgar bikin.

Şehîdê me yê mezin, hevrêyê me Mahsûm Korkmaz -Agît- ku nîşaneya herî şênber a mêr ê azad bû, di 28'ê Adara 1986'an de şehîd bû. Hevrêyê me Mahsûm Korkmaz -Agît- û bi hezaran şehîdên me yên jin û mêr bûn nirxên herî mezin ên civaka azad, bûn sekna têkbirina koletiya bi her cûreyî û veguherîn nirxê şênber ê vê  yekê. Bi vê wesîleyê di serî de hevrê Egît em şehîdên xwe hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, dibêjin ku têkoşîna li ser xeta Egît û Zîlan rêxistinbûyî, wê paşeroja me azad bike, jinan, gelan bigihîne serketinê.

Li ser vê bingehê em careke din bang li jinan dikin ku di asta pêşengiya bi bandor a salê de, bi wêrekiya têkoşînê ya mezin û rûmeta wê tevbigerin, bang li gelê xwe û hemû derdorên demokratîk, gelên Tirkiye û herêmê dikin ku bi xurtî tevlî vê şoreşê bibin. Jiyan û azadiya Rêber Apo misogeriya paşeroja jinan û gelan e. Bi vê têgihiştinê, bi biryardariya têkbirina faşîzmê bi rêya pêngavên xwe yên KCK û KJK'ê, bi biryardariya pêşengiya herî xurt a ji têkoşîna hesabpirsîna ji faşîzmê em jinan, gelê xwe, gelan careke din bi rêzdarî silav dikin, serketinê dixwazin."