KJK'ê ji bo civîna amadekar a kongreya 3'emîn a jinên Kurd bang kir

KJK: Divê em 3'emîn kongreya jinên Kurd pêk bînin. Divê em pêşengiyê ji pêkhatina kongreya neteweyî ya Kurd re bikin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku ji bo kongreya jinên Kurd a 3'emîn civîna amadekariyê pêk bînin.

Koordînasyona KJK'ê ji bo kongreya jinên Kurd a 3'emîn banga pêkanîna civîna amadekariyê kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku dîroka azadiyê ya jinan bi sekna berxwedanê ya mezin li Kurdistanê, Rojhilata Navîn ji nû ve zindî dibe û hate gotin, "Ji ber vê yekê di serî de sîstema modernîst a global ji jinan, hêzên demokrasiyê û azadiyê gelekî bi tirs û fikar in. Sedema bingehîn a polîtîkayên tundî, zextê yên li Rojhilata Navîn li dijî gelê Kurd tên kirin, kombûna jinan, gelê Kurd, gelên herêmê li dora hêzên demokrasiyê û azadiyê ye. Paradîgmaya Rêber Apo ya azadiyê bandora xwe xurte û pêşketinan destnîşan dike."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku lihevkirina DYE û Tirkiyeyê, di encama vê yekê de vekişîna hêzên DYE'yê ji Rojava, ne tenê planek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdên li Rojava bû, planeke hîn berfireh bû û hate gotin, "Komploya hate kirin li dijî gelên Rojhilata Navîn bi taybetî Kurdan û jinan hatiye kirin. Eger li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Rojava berxwedaan QSD, YPG û YPJ'ê nebûya, berxwedana Serêkaniyê nebûya, nerazîbûna raya giştî ya dinyayê, hêzên li DYE'yê yên li dijî Trump û nerazîbûna tund a gelan nebûya wê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bihatibûna koçberkirin, kuştin û heta dawiyê pêşiya lîderê faşîst ê global Erdogan bihata vekrn."

Di daxuyaniyê de gefên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê hatin bibîrxistin û hate gotin, "Li Başûrê Kurdistanê bi qasî ku tê zanîn 15 hezar leşkerên dewleta TC hene. Lê belê hejmara wan a rastî ji vê zêdetire. Bi qasî wê hêzên wan ên sivîl, hêzên îstîxbaratê, sîxur û hêzên cuda hene. Li Xakurkê û Heftanînê operasyon didomin. Li Kerkûkê karên MÎT'ê tên zanîn. Rewşa Kerkûkê hîn jî pirsgirêkeke krîtîke. Bi kurtasî eger Erdogan ê faşîst li Rojava bi ser bikeve wê bixwaze di ser Mûsil, Kerkûkê yanî herêma ku em jê re herêma navîn dibêjin li Iraqê û Başûrê Kurdistanê serdest be. Plana ku lîderê DYE'yê Trump DAÎŞ radestî Erdogan kir, ew plane ku dixwaze Erdogan bike lîderê faşîst ê global, dîktatorê global. Ji xwe Erdogan ji berê ve roleke bi vî rengî dixwaze."

KJK'ê destnîşan kir ku lihevkirinên heta niha hatine kirin hemû ji bo qirkirina Kurdane û diyar kir, "Di heman demê de dixwazin Rojhilata Navîn bixin nava rewşeke tarî. Ji bo jinan jî tê wateya komkujiyê. Ferzkirina sîstema kolekirin û destavêtina li jinane. Dixwazin tiştekî ji azadiya jinê nehêlin, koka azadiya jinê ji holê rakin. Hewldana ji bo têkbirina meyla azadiyê ya li dinyayê ye."

Koordînasyona KJK'ê ragihand ku divê dewleta Tirk ji Rojava û ji Başûrê Kurdistanê bê derxistin û diyar kir, "Divê hêzên azadiyê hemû ji bo vê bixebitin. Hêzên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê hemû ji bo gelê me yê Başûr û tevahiya Rojhilata Navîn metirsiyeke mezine. Divê êdî hikumeta Başûrê Kurdistanê vê rastiyê fêhm bike û xwe nexapîne. Ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd divê kar bikin.

'YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURDAN STRATEJÎKE'

Ji ber vê yekê yekîtiya neteweyî ya Kurdan ji bo vê rewşa siyasî stratejîk e. Divê ev yek bê pêkanîn. Divê em 3'emîn kongreya jinên Kurd pêk bînin. Divê em pêşengiyê ji pêkhatina kongreya neteweyî ya Kurd re bikin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku ji bo kongreya jinên Kurd a 3'emîn civîna amadekariyê pêk bînin.

Metirsiyên li dijî gel û jinên Kurd hîn jî didomin. Ji ber vê yekê divê jin, pêkhate û hêzên azadî û demokrasiyê hemû li dijî lîderê faşîst ê global Erdogan hîn bi plan, rêxistinkirî tevlî çalakî û berxwedanê bibin. Lîderê faşîst ê global Erdogan û sîstema hegemonîk ên li pişt wî wê ji aliyê hêzên demokrasiyê û azadiyê bê têkbirin."