KJK'ê Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz bi bîr anî

Koordînasyona KJK'ê fermandara gerîla Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz bi bîr anî ku sala 2019'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û endama Meclîsa PAJK'ê, ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz bi bîr anî ku 29'ê Nîsana 2019'an di êrîşekê de şehîd bûn.

Daxuyaniya KJK'ê bi vî rengî ye:

"Şoreşa Kurdistanê bi berdêlên gelekî giran gihîşt vê astê. Di nava vê şoreşê de têkoşîna jinê jî ji pêvajoyên hîn zehmet derbas bû, ji demeke welê ku nefes jî li jinê hatibû heramkirin, îro gihîştiye wê astê ku dixwaze sedsala 21'ê bike sedsala jinê. Bêguman ti têkoşîn û destketî bêyî dayina berdêlan pêk nayên. Lewma di nava têkoşîna me de şehîd ew hêz e ku keda herî mezin dane û bi vê kedê rêya bi zor û zehmetî ya şoreşê ji bo me ronî kirine. Di encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevalên me Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz sala 2019'an şehîd bûn. Bi têkoşîn û jiyana xwe bûn ew şehîd ku rêya me ronî dikin.

Hevala Gulçiya Gabar li bajarê serhildanê li Mêrdînê, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, bi kevneşopiya welatparêziyê ya malbat û Mêrdînê tevlî nava têkoşînê bû û bi wî rengî jiya. Li her bihosta xaka Kurdistanê ked da, bandor kir, xwê da, bi keda bêhempa û rêbaza xwe ya têkoşînê tevlî karwanê nemiran bû. Hevala Gulçiya bi eşqeke mezin li çiyê meşiya, mîna navê xwe bû yek ji gulên bijarte yên van çiyayan. Ked da, xwê da, her dilopek ji xwêdana wê can da xakê, kir ku gulên nû şîn bibin. Bi têkoşîna xwe bû şoreşa esîl û asî ya çiyê, bû mînaka herî şênber a wê yekê ku jin li çiyê, çiya jî bi jinê bedew in.

Hevala Gulçiya Gabar ji Bakur heta Başûr, ji Başûr heta Rojava li tevahiya Kurdistanê têkoşiya, ked da, li dijî dijminên faşîst mêtinger şer kir. Di demên herî giran ên têkoşîna me de, li qadên herî zehmet ma, bêyî fikareke şexsî her tiştên xwe da têkoşîna Kurdistanê ya azad û têkoşîna jinê ya azad. Li her qada ku lê bû, mîna artêşekê tevlî bû, bi wî rengî kar kir. Rêbertî û şehîd ji xwe re timî kir pîvana jiyanê, çavkaniya moralê, her tim xwe ji vê kaniyê xwedî kir û hevrêyên xwe hemû jî bi vî rengî xwedî kir. Di meşa wê ya şoreşê ya 27 salan de moral û manewiyata xwe kêm nebû, berevajî; her kêlî hîn mezin bû û ji hevrêyên xwe re bû navendek. Hevala Gulçiya bi eşqeke mezin li tevahiya cîhanê nihêrî, ev eşq jî li gel wê bû dilsozî û hezkirineke mezin ji bo mirovan, jinan û hevrêyên xwe. Ji xwe re kir esas ku 24 saetan bi Rêber Apo re bijî û bi cewher, gotin û çalakiya xwe her tim yek bû. Şehîd Gulçiya bi meşa xwe ya têkoşînê ya 27 salan raxist pêş çavan ku jineke şoreşger, gerîla û fermandarek divê çawa be, çawa bijî. Her tim xwest ku bersivê bide 'hesreta jinên karibin felsefe û her mijarê nîqaş bikin' ku xeyalê herî mezin ê Rêber Apo ye. Bi vê daxwaz û lêgerînê xwe timî bi pêş ve bir û di nava kêliyê de xwe afirand, bû milîtanek ku bersivê bide kêliyê. Bi rengekî yekbûyî li şoreş û jiyanê nihêrî, ji karên leşkerî heta bi karên îdeolojîk xwe ji hemû pêwîstiyên şoreşê berpirsyar dît, her qada ku lê ma kir dibistanek û bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevala Gulçiya ku endama Konseya Leşkerî ya YJA Star û HPG'ê bû, bi têkoşîna xwe ya ku astengî nas nedikir û jiyana xwe ya bi rengê derwêşane, bû milîtana pêşeng a tevgera jinê.

Weke Tevgera Jinê ya Azad a Kurdistanê ku bi gelek bûyerên destpêkê, zor û zehmetiyên destpêkê dîtin, hevala Gulçiya bû navê jiholêrakirina van zor û zehmetiyan. Bi qasî pêşengiya artêşbûna jinê, li ser pêşvebirina wê jî gelekî hewl da, ji bo jineke bi tenê jî bê xweparastinê nemîne, têkoşiya.

Hevala Pelşîn Newroz jî tevî ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bû, mîna hevala Gulçiya bi çanda welatparêzî û serhildanê ya Mêrdînê mezin bû. Xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir, jiyana rasteqîn li çiyê dît, mîna navê xwe weke gerîlayeke jin a ciwan li çiyê jinûve çêbû û mîna pelan şîn bû.

Di salvegera 4'an a şehadeta wan de em hevalên Ş. Gulçiya Gabar û Ş. Pelşîn Newroz bi rêzdarî bi bîr tînin, em dilsoziya xwe ya ji bo van hevrêyan nîşan didin ku xwedî wê hêzê bûn ji mirinê jiyaneke nû biafirînin, soza xwe dubare dikin kuk ji bo pêkanîna xeyalên wan her kêliya xwe bi têkoşînê derbas bikin."