KJK: Divê gelê Kurd ji bo Rêbertiya xwe rabe ser pêyan

Koordînasyona KJK’ê têkildarî tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û diyar kir ku divê gelê Kurd li her derê çalakiyan li dar bixin.

Koordînasyona KJK'ê têkildarî tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û got, “Têkildarî jiyana Rêbertiya me hin agahî tên belavkirin. Ev rewşeke cîddî ye.”

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir.

“Rêbertiya me ev serê 19 salan e, li girava Îmraliyê girtî ye. Ligel vêya jî di her şert û mercan de aştî, demokrasî û azadî û jiyana azad her dem parast.

Niha jî têkildarî jiyana Rêbertiya me hin agahî tên parvekirin. Ev rewşeke cîddî ye. Erdogan û AKP bi agir dilîzin, ev agir wê wan jî bişewitîne. Hesasiyeta gel, jin, ciwan û dostên me yên di vî mijarê de her kes pê dizane. Ji bo milîtan, şervan û gerîlayan jî wateya wê gelekî cihê ye.

Rayedarên dewleta Tirk divê destûrê bidin ku malbata Rêbertiya me û parêzên Wî biçin serdanê. Divê CPT jî peywirên xwe bi cih bîne.

Em banga çalakiyan li gelê xwe yên li Bakur, Rojhilat, Başûr, Şengal û yên li her dera cîhanê dikin. Divê hevdîtin bi Rêbertiya me re pêk were. Heta ku hevdîtin pêk were, divê çalakî jî bidomin û jiyana rojane were sekinandin û divê her kes dakevin qadan.

Li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst me her dem li ber xwe da û em ê li ber xwe bidin jî. Em niha jî bang dikin ku em vê berxwedanê geştir bikin.

Komploya modernîteya kapîtalîst a di sedsala 21’ê de ya herî mezin di şexsê Rêbertiya me de li dijî azadiya mirov, jin û gelan hatiye kirin lê ev komplo bi çalakî û îddîaya me wê were pûçkirin. Ew ê komplo negihêje armanca xwe û ew ê mirovayetî bi ser bikeve.”