KJAR: Têkoşîna şehîdên me wê di dîroka Kurdan her tim jîndar be

KJAR'ê, 4 cangoriyên di 9'ê Gulana 2010'an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin bi rêzdarî bibîr anî û soz da ku ew ê li ser şopa wan bin.

Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi wesîleya salvegera 7. a darvekirina 4 cangoriyên azadiyê Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Alî Haydariyan û Ferhad Wekîlî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, "Em weke KJAR şehîdên nemir hevrêyên rojê û milîtanên berxwedana zindanan bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna hemû cangoriyên azadiyê ditewînin û sonda billindkirina tekoşînê didin. Şehîd ew kes in ku xwe ji hemû daxwazên xwe yên takekesî dawerivandine. Di berdêla jiyaneke azad de giyanê xwe feda kirine. Di hemû kêliyên jiyanê de ji bo gelê xwe tekoşîneke bêhempa dane meşandin. Eger jiyaneke bê dawî hebe ew jî pênaseya xwe di cangoriyên azadiyê de dibîne."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, li hemberî pergala Komara Îslamî ya  Îranê her tim li Rojhilatê Kurdistanê berxwedaneke destanî hatiye dayîn û hat gotin, "Ji çiya heya zindanan li her deverên Kurdistanê tekoşîna Şehîdên me bûye banga azadiya gelan. Êrîşên qirker ên rejîma Îranê ti zagonên xwe de mafên mirovahiyê nas nake. Zihniyeta netewe dewlet a ku yek dewlet, yek netewe, yek ziman, yek al diparêze li hemberî wê serî rakirin bi pêşengtiya gelê Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de di şexsê van hevalan de bilind bûye.

ŞEHÎD REMZA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE

Di têkoşîna azadiyê de di her rojeke meha Gulanê de qehremantî heye. Şehîdên me ji bo afirandina jiyaneke nû giyanê xwe feda kirin û bûn remza tekoşîna azadiya gelê xwe. 9'ê Gulana 2010’da ji aliyê rejîma faşîst a Îranê 4 Cangoriyên  azadiyê hatin darvekirin. Rejîma faşîst a Îranê bi darve kirina Şirîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Alî Haydariyan, Ferhad Vekîlî ve xwestin dengê azadiya gelan bê deng bikin. Lê belê bi darve kirina van hevalan va dengê azadiya gelan bilindtir bûye û vî dengî rejîma Îranê gelekî tirsandiye. Ji bo ve yekê ji termên Şehîdan nedan malbatên wan. Heya ji termên şehîdan jî tirsiyan."

ŞÎRÎN ELEMHÛLÎ BÛ DENGÊ JINÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ

Koordînasyona KJAR'ê ragihand, Şîrîn Elemhûlî li hemberî rejîma Îran a deshilatdar ku bi ti awayî jinê nas nake û mafê jiyanê nade, bû dengê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. 

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hemû kêliyên jiyana xwe bi lêgerîn û tekoşîna azadiye bû. Li zindanê de beramberî êrîş û îşkenceyên dijmin xwedî berxwedaniyeke bilind bû.Teslîmiyeta ku hate ferzkirin, bi ti awayî qebul nekir û got 'Min tiştekî ku teslîm bibim nekiriye, tenê xwesteka min weke jineke Kurd  azad  bijîm'. Şirîn Elemhulî bi vê gotina xwe ve bû sembola azadiya gelê xwe. Li gelemperiya cîhanê, li ser kîjan pekhateya civakî çewisandin zêde be helwest û serî rakirin herî zêde di van civakan da pêş dikeve. Çawa ku li gelemperiay cîhanê pirsgirêka jin heye feqet li Îranê di asta herî jor de zilm, zext û şikandina vîna jin  pêş daye. Ew erîşen li ser jinê dibe sedem ku kesayetên weke Şîrîn Elemhulî derkevin pêş."

TÊKOŞÎNA HER ÇAR HEVALAN BÛ RONAHIYA RÊYA AZADIYÊ YA HEMÛ GELAN

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Ş.Ferzad bi sekna xwe ya pêşeng heqîqeta mamostatiyê nîşan da. Ş.Ferhat zihniyeta ferdperest a  ku dijmin li ser ferz dikir nepejirand û li hemberi wê berxwedaniyeke mezin nîşan da. Ş.Ali jî bi sekna xwe ya dilsoz û girêdanbûyîna bi gelê xwe re her wiha ji bo hesreta xwe  ya azadiyê ti carî  ew zihniyeta teslîmgirtinê qebul nekir.Esas tekoşîna her 4 hevalan beramberî zihniyeta Îranê a ku dixwaze bi lêdan, îşkence,girtin û darve kirinê teslîm bigre bû ronahiya rêya azadiya hemû gelan. 

Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Alî Haydariyan, Ferhad Wekîlî bi dilsoziyeke bilind di tekoşîna azadiyê de û di dilê gelê xwe de cih girtin û bun sembola berxwedana zindanan. Şehidên me yên Meha Gulanê bi berxwedêriya xwe bûn pêşengên azadiyê.

Em weke KJAR bang li hemû gelan û bi taybet li Jin û  Ciwanan dikin ku xwedî li Şehîdan derkevin û azadiya gelan mîsoger bikin. Em li ser ve esasê soza xwe ya şopdariya rêya Şehidan nû dikin."