'Kilîda çareseriyê ne li Washîngtonê ye, lê li Îmraliyê ye'

Nivîskar Ferac: Apo hevdîtina Erdogan red kir, ji ber ku derew kir. Apo xwedî vîneke mezin e. Ev yek pir girîng e, divê bê zanîn kilîda çareseriyê pirsa Tirkiye li cîhanê li Washîngtona, Parîs nîne. Ne li Enqere ye jî, li Îmrali ye.

Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferac bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd a ji bo çareseriya pirsa Kurd û diyar kir ku çareserî li Îmralî ye.

Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferac di hevpeyvîneke taybet a li gel ANF’ê bal kişand ser rol û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serketina Partiya Çepên Kesk, hevkariya PDK’ê ya li gel Erdgoan û HUDA-PAR’ê û dîsa girtina rojnamevan û rewşenbîran.

‘GIRTIN TÊ WATEYA AZADÎ, DEMOKRASÎ Û WEKHEVIYÊ’

Têkildarî girtin û radestkirina Ocalan a ji bo Tirkiye Ferac diyar kir ku girtin û bi vî rengî êşkencedana Ocalan yek ji rengê cuda yê zext, serîtewandin û tinekirinê ye bi rengê komployeke navneteweyî bûû got: Ev yek tê wateya girtina azadî, demokrasî û wekheviyê. Heta teslîmkirina wî derveyî hiqûq û pîvanên navneteweyî bû. 

‘TIRKIYE VÊ BI PIŞTEVANIYA NATO Û EMERÎKA DIKE’

Xistina Girtîgeha Îmralî ya yek kesî û rê nedayîna ku bi ti awayî ya hevdîtinên malbat û parêzeran li derveyî hiqûqê ye. Dema ku kesek azadîxwaz be, rêberê neteweyek bê girtin, divê nêzîkatiyek cuda ji bo wî bê danîn, lê ya dixuyê li dijî Rêber Apo tê kirin, ji her girtiyekê cuda ye. Divê deriyê hevdîtinê ji bo malbat, parêzer û rojanmevanan heta her kesê re vekirî be. Girtina derî û rênedayîna hevdîtinan bi çi hincetê dibe bila bibe, her wiha xistina nava tecrîdê û du sal sê sal rê nedayîna hevîtin û agahî jê bê girtin, derhiqûqî ye. Tirkiye vê yekê bi piştevaniya NATO û Emerîka dike.” 

‘HEVDÎTIN ZEMÎNÊ ÇARESERIYÊ BI XWE RE TÎNE’

Nivîkdar Letîf Fatîh Ferac anî ziman ku her dema ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hat, zemînê çareserkirina pirsa Kurd derket holê û ev nirxandin kir: “Bi taybet di qonaxa Pêvajoya Aştiyê de hemû fikir û bînîn li ser wê yekê bû ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Heta nîqaş li ser wê hate kirin ku Apo ji girtîgehê bê derxistin û li nava hebsa malê bê bicihkirin.

‘APO VÊ CARÊ HEVDÎTIN RED KIR, JI BER KU EW DEREW KIRIBÛN’

Çawa ku di dema xwe de berpirsyariyeke exlaqî ya mezin a Ewropa li ber Mandêla hebû, berpirsyarî li hember azadîxwazên cîhanê heye, niha jî heman berpirsyariya Ewropa li ber Apo jî heye. Apo xwedî vîneke mezin e. Vîna Rêber Apo ya li ber nedîtina malbat, parêzeran xurt e û ji berxwedanê gav bi şûn ve neavêtiye. Eger îro rê bê dayîn ku hevdîtin bê kirin, peyamên girîng wê di vê qonaxê de bide. Her çendî rojên borî AKP û Erdogan xwestibe hevdîtin li gel Apo bike û dîsa bi Qendîl re baxive, Apo vê carê ev yek red kir. Ji bo çi red kir? van derew kir. Hêzên Rojava, Ewropa û Emerîka li ser pirsa Kurd derew kiribûn, gotinên xwe bi cih neaîn. PKK ji bo aştî û çareseriyê amade bûn, amade bûn bê çek bikevin bajaran. Dayikên Aştiyê ketin dewrê, her kes ji bo aştiyê amade bûn. Wan ev yek bi cih naeanîn, bi deh hezaran kes girtin. Ji bo wê Apo ev yek qebûl nekir. Ji bo wê, girtin, rênedayîna hevdîtin û tecrîda li ser tê kirin, ji bo xwe baştir dibîne ku di rewşeke wiha de biçe hevdîtinê bike. Naxwaze gavek bavêje bikeve di xizmeta sitemkariyê de, dagirkeriyê de.”

‘WÊ AKP Û ERDOGAN LI BER DENGÊ AZADÎXWAZ WINDA BIKE’

Rojnamevan Ferac li ser hevdîtinê jî nirxandin kir û got ku hemû hêvî û baweriya wî ew e ku Erdogan bi ser nekeve. Ferac diyar kir ku hemû anket wê nîşan dide ku Erdogan wê têk biçe. Ferac anî ziman ku li vir divê neyê ji bîrkirin Erdogan û AKP her çendî ji hev cihê jî bê girtin, wê Erdogan têk biçe, wê AKP jî li ber dengê azadîxwazan winda bike. 

‘PIŞTEVANÎ BIKIN JI BO LI PARLEMENTOYÊ XURTIR LI SER ÇARENÛSA GELÊ XWE NÎQAŞ BIKIN’

Ferac bal kişand ser girseya Kurd û dengê wê wiha domand: “Kurd li Tirkiye hêza siyemîn e. Ev yek girîng e, lê divê ev rêjeya dengê xwe yên li parlementoyê zêde bikin. Ji bo bikarin xurtir li nava Parlementoyê ji bo çarenûsa gelê xwe nîqaş bikin. Di wê baweriyê de me ku eger Kiliçdaroglû li ser ya xwe bimîne. Em niha di nava xirat û xirabtirîn de ne, divê em ya xirab li ber ya xirabtirîn hilbijêrin. Eger Kiliçdaroglû jî neke, ev dibe gavek ku em bikarin bi pêş ve biçin û hêza me xurtir be. 

‘KILÎDA ÇARESERIYÊ NE WASHÎNGTON, PARÎS Û HETA ENQERE YE, ÎMRALI YE!

Ev hilbijartin ji bo me girîng e, ji ber ku herî kêm 5 salan rê li hişmendiya qirker-talanker a li Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê dike, bigirin. Pêşî li sûîkastên siyasî yên li Başûr, li Silêmanî, Kerkûk, Mexmûr û Şengalê tên kirin bigirin. Pêşiya bomberdûmana Qendîl a bi çekên kîmyewî bigirin. Siyaseta AKP a Îxwanî ya Misilman û Erdogan ji ya Atatûrk xirabtir bû li ser gelê Kurd. Bi şîrînî û jehrawî tine dike. Bi rêya şîrînî dibêje; ‘tu birayê min ê misilmanî’ cehşatî, xiyanetkarî û nokerî ava dike. Bi rêya jehrawî jî kîmya li ser gelê Kurd dibarîne. Divê em piştevaniya vê hilbijartinê bikin. Dema ku AKP û Erdogan têk çûn, dibe deriyê girtîgehan vebe. Dibe zemîna wê yekê bê avakirin ku careke din bi rengeke din ji bo çareseriya Kurd gavên nû bên avêtin. Ev yek pir girîng e, divê bê zanîn kilîla çareseriyê pirsa Tirkiye li cîhanê li Washîngtona, Parîs nîne. Ne li Enqere ye jî, li Îmrali ye. Baş e Çima? Niha roj bi roj aboriya Tirkiye têk diçe. Pereyek zêde tê xerckirin, ti encamek nabe. Xelkê Tirkiye tîne ziman ku heqê nanekê nîne. Têkoşîna Partiya Çepên Kes û Tifaqa Ked û Azadiyê dike ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelên Tirkiyeyê ye jî. Ne tenê li Kurdistan, li Stenbol, Enqere û Îzmîr her wiha bajarên din jî zilm li gelên Tirkiye tê kirin. Xelk bê nan û ave, bi deh hezaran rojnamevan, rewşenbîr û kes hatine girtin. Me dît di dema seneryoya hewla derbeya li Tirkyeyê de bi deh hezaran kesên Gulenî û kesên din hatin girtin, hatin kuştin. Ew hemû ne Kurd in, Tirk in. Ji bo wê pir girîng e ku Erdogan bê xistin. Pêwîstî bi guherînê heye.”

BI YEK GOTINÊ; XIYANET E

Nivîskar û Rojnamevan Letîf Fatîh Ferac li ser lihevkirina PDK’ê ya dema hilbijartinê bi Erdogan û HUDA-PAR’ê re jî ev got: “Eger ji bo guherîn û berjewendiyên netewî be, heta astekê asayî ye; lê ji bo dijayetiyê be, dijberiya azadiya xwe bikî, dijî Partiya Çepên Kesk bikî, dijî HDP û Tifaqa Ked û Azadiyê û gelê Kurd bikî ev xiyanet e. Gelek rengê xiyanetê heye, lê hemû xiyanete. Meleyek li Amedê dua ji bo serketina Erdogan bike ev xiyanet e. Partiyek li Hewlêr û Silêmaniyê piştevaniya bike ew jî xiyanet e. Çeteyek li Şirnex xeber li PKK’ê bike, kadroyên Azadîxwaz an PKK’ê teslîmî dijmin bike, ew jî xiyanet e. Bi vî rengî hebûna xwe jî mîsoger bikî ew jî xiyanet e. Her hêz, eşîr û partiyek çi dibe bila bibe Huda-par be jî her çi partî PDK û YNK be, Goran be kî dibe bila bibe, li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava be, piştevaniya û bi niyeta xistina neteweya xwe be, aliyê din ser bikeve, ev yek xiyanet e ne tiştek dine.”

‘AKP Û ERDOGAN NAXWAZE TABLOYA HEQÎQETÊ BIGIHÊJE RAYA GIŞTÎ YA TIRKIYE’

Herî dawî li ser operasyona qirkirina siyasî ya rojnamevanan û rewşenbîr jî di nav de ku bi dehan kes hatin girtin Ferac axivî û ev anî ziman: “Erkê rojnamevan û çapemeniyê nîşandanan wêneyê heqîqetê ye. Nîşandana rewşa heyî ye. Bi nîşandana heqîqetê guherîna bîr û fikir dibe. Erdogan û AKP li vê qonaxê rê nade ku van wêneyên giştî û heqîqetê nîşanî raya giştî bide. Naxwaze, medya, nivîkar û rewşenbîr wê heqîqetê bigihîne ji bo xelkê Tirkiye. Naxwaze xelkê Stenbol, Enqere û heta aliyê din ê Tirkiye Urdû û Samsûnê agahî ji bûyer û pêşketinên li Kurdistanê rû didin bibin. Her çendî gelê Tirkiye jî êdî rastiyê dibîne, lê hişmendiya faşîzma Tirkî ku AKP û Erdogan ava kirî, wisa kiriye ku ji Kurdan bitirsin û rê nedin ti pêşketineke Kurdan. Girtina van rewşenbîr, rojnamevan û girtina dezgehên medyayê wê dide nîşandan ku tu azad bî Kurd azad e, Kurd azad be tu azadî. Li ti devera cîhanê zilmikar û mêtinger serneketine, azadîxwaz serketine. Rast e berdêlên giran em ê bidin, nimûneya Dersim, Enfal û Şengal li ber çav e, lê wê teqez pêk bê. Hinek wext divê.”