Li navçeya Gercews a Mêrdinê 4’ê Cotmehê gerîlayên HPG’ê li dijî wesayîta zirxî çalakî pêk anîbûn, piştî çalakiyê polîs û leşkeran bi ser gundê Zêwîk, Germero, Mîste yên navçeya Kerboran a Mêrdînê de girtin û 13 kes destgîrkirin. Diyar bû kesên hatine girtin li Qereqola Cendermeyan a navçeya Rişmil têne girtin.
Hate diyar kirin ku Mixtarê Gundê Zêwît Talat Ayyildiz jî dinav de îfadeya 13 kesan hê nehatiye girtin.
Li gundên ku polîsan bi ser de girtibûn tevgera leşkerî didome, destûr nayê dayîn ku kesên ne jî gundê Mîste û Germero bikevin gund. Gundiyan diyar kirin ku dema ketin û derketina gund de dibin kontrolê re derbas dibin û zext li wan tê kirin. Gundiyan ragihand ku piştî bûyerê hemû tişt di hedefa leşker û polîsan de ne.
Gundiyan daxwaz kir ku xizmên wan yên hatine destgîrkirin werin berdan.
Navê kesên ku hatine destgîrkirin wiha ne; Mesût Kaya (43), Omer Kaya (69) Osman Kaya (43), Loqman Kaya (30), Mahmût Kaya (46), Şerîf Kaya (45), Mehmet Emîn Kaya (66), Yûsûf Kaya (20), Halît Kaya (40), Emîn Kaya (26), Mehmet Alî Kiliç (68), û Keyeyê Gundê Zêwît Talat Ayyildiz.