Kesên di Komkujiya Dersimê de hatin qetilkirin hatin bibîranin

Bi boneya 86’emîn salvegera Komkujiya Dersimê, ji bo kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, bîranîn hat lidarxistin.

Bi boneya 86’emîn salvegera Komkujiya Dersimê, bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê li Yeresk ê navçeya Qisle ya Dersimê ku yek ji cihên komkujî lê hatibû kirin, bîranîn hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên Partiya Çepên Kesk ên navend û navçeyan, namzeta parlamenteriyê ya bajar Ayten Kordu, Serokê Baroya Amedê yê berê Cîhan Aydin, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, Hevserokên Giştî yên Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan û Mûsa Kulu, nûnerên rêxistinên elewiyan û gelek pîr tev li bîranînê bûn.

Girseyê ber bi Rûbarê Çir ê ve ku li wir komkujiya girseyî hatibû kirin meş li dar xist. Li rex rûbarî çira û find hatin vêxistin. Piştre jî şahidên komkujiyê qala tiştên hatine qewimîn kirin.

'GELEK QÊRÎN HEBÛ’

Ji şahidên komkujiyê Tûran Gul bi bîr xist ku ij gundê wan 71 kes hatibûn girtin û wiha qala kir: “Ji wan 6 jê birin gundê Kil ê. Çawiş Huseyîn hebû, li jêra mala wî tevek jî kuştin. Gelek feryad kirin. Dengê ewqas qêrînan hatin ku xwestin komkujiyê bi makîneyan bikin. Li gorî vegotan, ji Akdogan re telgraf hate şandin û got; ‘dev ji singûyan berdin, bi tifingên makîneyî bikujin.’ Heta zarokên biçûk jî ji dibistanan girtin û qetil kirin. Di nava kesên hatine qetilkirin de dayikeke ku pitika wê di hembêza wê de jî hebû. Ji ber ku pitika wê nekarî bêhnê bistîne, ew jî mir.”

'ZÎHNIYETA KOMKUJER HÊJ JÎ DIDOME’

Piştre jî ji şahidan Raîme Kizilkan axivî û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku hûn hatin vê roja ku em weke Roja Reş pênase dikin, gelek spas dikim. Di komkujiyê de ji malbata min 11 kes hatin qetilkirin. Gelek jê jî hatin sirgûnkirin. Ev zîhniyeta komkujer hêj jî berdewam dike. 38, di dilê me de birînek e.”

‘XELKÊ ME WÊ DEMÊ GELEK TEHDE DÎT’

Ji şahidan Hidir Baran jî di bîranînê de axivî û wiha got: “Malbatên Kiliç, Yildiz û Yildirim kom kirin û di saetên şevê de birin Rûbarê Çir ê. Tevek jî li wir bi sunguyan qetil kirin. Jineke ku di bin cesedan de mabû xelas bû. 3 rojan pel xwarin û wisa jiya. Xelkê me wê demê gelek tehde dît.”

Piştî axaftinan jî beşdaran ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin qurnefîl danî rûbar. Bîranîn, bi strana hunermendê Dersimî Raber Dîler bi dawî bû.