BI DÎMEN

Kerkûkî: Em her kesî tevî nav têkoşînê bikin

Ciwanên ku bi mebesta Komploya 15’ê Sibatê şermezar bikin ji Silêmanî ber bi Hewlêrê ve meş li dar xistin, berê sibehê ji gundê Hesarê yê Kerkûkê ber bi Hewlêrê ve dest bi meşa xwe kirin. Ciwan bi hezkirina gel têne pêşwazîkirin.

Ciwanên ku duh gihaştine Kerkûkê ji hela gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Kerkûkî yên ku ciwan pêşwazî kirin bang kirin ku her kes li dijî 15’ê Sibatê çalakiyên şermezarkirinê pêk bîne. Şêniyên Kerkûkê yên ku ji ANF’ê re axivîn diyar kirin ku divê ramanên Ocalan ji her kesî re werin gotin.

'EM RAMANÊN RÊBER OCALAN BIGIHÎNIN HER KESÎ'

Çina Mesîr ku yek ji wan kesan bû û ciwan pêşwazî kir got komploger ji ramanên Ocalan ditirisin û got, ‘’dibe ku bi meşekê her tişt çareser nebe lê divê mirov bêdeng nemîne, li dijî dijmin xwedan helwest be û mirov her kesî ji tecrîda li ser Rêber Apo haydar bike pir girîng e. Divê mirov ramanên Rêber Apo bi her kesî re par ve bike. Ji bo vê jî hemû ciwanên çalakvan bi hurmet slav dikim.’’

'EM HER KESÎ TEVÎ NAV TÊKOŞÎNÊ BIN'

Diyar Mecît jî çalakvan pîroz kirin û xwest ku di salvgerê de çalakiyên li dijî komployê werin geşkirin. Mecît wiha got: ‘’Hemû hêzên mezin ên dinyayê ya xwe kirin yek û li dijî Rêber Apo komplo girêdan. Ji bo ku ji ramanên wî ditirsiyan xwestin ku wî ji holê rakin. Felsefeya Rêber Apo ji bo desthilatdariya xwe taloke dîtin. Ji bo vê jî hatin cem hev, Rêber Apo girtin û avêtin zindanê. Divê em li dijî vê têbikoşin. Em ciwanan ji bo vê çalakiya wan pîroz dikin.’’

'OCALAN SEDEMA HEBÛNA ME YE'

Çalakvan Herdî Ramazan jî got, ‘’15’ê Sibatê di dîroka gelê me de roja herî tarî ye. Rêber Apo sedema hebûna me ye. Ne tenê rêberê Kurdan rêberê hemû mirovahiyê ye. Ji bo vê jî, heta ku em rêberê xwe azad bikin, em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.’’