Kenanoglû: Em ê bi sekna Huseynî li ber xwe bidin

Parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglû li Dersimê di çalakiya rûniştinê de ya li dijî desteserkirina qeyûm axivî û got, wê bi sekna Huseyniyan li ber xwe bidin.

Parlamanterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Alî Kenanoglû, doh êvarê tevlî çalakiya rûniştinê ya Rêxistina HDP'ê ya Dersimê bû ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê li Qada Seyîd Riza daye destpêkirin. Kenanoglû li çalakiyê axaftineke kir û çapameniya alîgir rexne kir.

Kenanoglû da zanîn ku çapemeniya alîgir li şûna dengê gel ê li dijî tayînkirina qeyûman bibihîze, hewl dide rojev û manîpulasyonên xwe derxe holê û wiha got: "Ji hêla me ve rojeva gel cûda ye. Em ê dengê xwe yê li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên xwe nebirin û bêdeng nebin."

Kenanoglû bi bîr xist ku ew di meha Meherremê de ne û ev tişt anî ziman: "Ji Kerbelayê heta îro şîna me ya ji bo gelê mezlûm didome. Çawa ku li Kerbela zilm hat kirin, di 1938'an de li Dersimê jî heman zilm hat kirin. Niha li çar aliyê welat zilma Kerbelayê didome. Yezît ne mirovê demekê ye. Yezît feraset e. Rengdêreke zaliman xwe têde dîtine."

Kenanoglû axaftina xwe bi van gotinan domand: "Heta ku Yezîd hebin kesên ku sekna Huseynî nîşan bidin jî dê hebin."

Piştî rûniştinê çalakî bi çepikan bi dawî bû.