Kemalîzade: Kurdino, êdî roja we hatiye!

Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade got, ‘’Ey Kurdino, êdî bes e! Êdî roja we hatiye. Gelemşeyên di navbeyna xwe de çareser bikin, li hêlekê deynin û  li gorî rola ku dîrokê li ser we ferz kiriye tevbigerin.’’

Li Silêmanî di Şêwra Yekîtiya Netewî de ku KNK’ê amade kiriye, piştî ku dîwan hate hilbijartin bernameyê dest pê kir. Ji bo dîwanê Adem Uzun, Perwîn Ezîz, Ebdulkerîm Omer, Dr. Farûq Cemîl û Bêrîtan Mustafa hatin hilbijartin. Li ser navê dîwanê Adem Uzun xweşhatinî li ser navê komîteya amadekar li mêvanan kir û piştre Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade axaftineke kurt kir.

Kemalîzade got ev nêzî 40 rojî ye ku bi partiyên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê re hev dibînin û got: ‘’Ez malavayiyê li we hemûyan dikin ku îro bi peywireke netewî rabûne û hatin vir. Ev nêzî 40 rojî ye ku bi partiyên siyasî û rêxistinên çar parçeyên Kurdistanê re em hevd dibînin. Xweş derbas bû hevdîtinên me. Hemû nûnerên partiyan ên ku em bi wan re rûniştin kêfxweşiya xwe nîşan dan û gotin ew ê tevlî şêwrê bibin. Em komîteya amadekar ji vê rewşê pir şad in.

Diyar kir ku gefên li ser Kurdistanê bi hemû hêzên siyasî re bi berfirehî axivîne û got ‘’Dema ku em li hev rûdiniştin me pêvajoya nazik a Rojhilata Navîn û Kurdistanê gotûbêj kir. Îro êdî dema wê ye ku gefên ku me bal kişandiye se wan berterefa bikin, projeyan deynin, biaxivin, nîqaş bikin û van pratîze bikin. Heke di li vê cografyayê em nebin aktor em ê bibin faktor.’’

Kemalîzade got, ‘’Em jî, hûn jî nûnerên Kurdan in. Çavê gelê Kurd jî îro li ser me ye’’ û domand: ‘Li bendê ne ku em projeyeke hevpar diyar bikin. Her wiha çavê dinyayê li ser me ye. Ew jî heke em bibin yek wê hesabê me bikin. Gerîlayên me, pêşmergeyên me, şervanên me hene. Divê li gorî vê em bernameyekê deynin. Em hêvî dikin ku di vê şêwrê de em bikaribin bernameyekê deynin.’’

Kemalîzade got: ‘’Ey Kurdino, êdî bes e! Êdî roja we hatiye. Gelemşeyên di navbeyna xwe de çareser bikin, li hêlekê deynin û  li gorî rola ku dîrokê li ser we ferz kiriye tevbigerin. Bijî Kurd û Kurdistan.’’

Şêwr bi axaftina Hevserokê KNK’ê Rêbûwar Reşît berdewam dike.