Kemal Kurkut li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn

Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an de li Amedê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, li cihê lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an de ji aliyê polîsan ve hat kuştin li Kolana Evrîm Alataş a nêzî Parka Newrozê cihê lê hat bibîranîn bibîr anî. Hevserokên HDP’ê yên Amedê Zeyad Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik, endam û rêveberên navçeyan yên HDP’ê û endamên meclîsa partiyê beşdar bûn. Despêkê polîsa nehişt ku HDP’î bîranînê pêk bînin. Li ser ve yekê Hevserok Zeyad Ceylan bertek nîşanî polîsan da û diyar kir ku ne daxuyaniya çapemeniyê li dar dixin bîranînê pêk tînin û wiha got: “Bila kuştin qedexe be, em hewl didin ku mirov neyên kuştin.” Piştî niqaşê HDP’iyan bîranîn pêk anî.

Destpêkê Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik, diyar kir ku hêj darizandina doza Kemal Kurkut encam negirtiye û wiha got: “Em dibêjin ku ne Kemal Kurkut ne jî şehîdên me yên ku heta vêgavê Newroz afirandî me ji bîr nekirine. Bi vê minasebetê em Newroza gelê xwe û hemû gelan pîroz dikin. Newroz pîroz be.”

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyad Ceylan jî anî ziman ku Kemal Kurkut bibîrtinin û wiha axivî: “Armanca wan aşitî bû. Di şexsê Kemal Kurkut û malbata wî de Newroza hemû malbat û gelên xwe pîroz dikin. Hêvî û daxwaza me ewe ku Newroza 2020’an ji bo Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn bibe wesileya aşitî û aramiyê. Em civakeke bi tendurist hêvî dikin li hemberî vê belaya vîrûsa koronayê. Di 2017’an de birayê me şagirtê zanîngehê Kemal Kurkut li vir hat qetil kirin. Qetil kirin divê bihata ceza kirin. Lê mixabin hêj mehkemeya wî berdewam dike. Em ê li edalet, heq û hiqûqê bigerin ta kû heta edalat cihê xwe bibîne. Lê xwedî derketina me ya Kemal Kurkut û malbata wî wê berdewam bike. Em di şexsê Kemal Kurkut de vê dibêjin. Suc çiqas bên ceza kirin ew ê civakeke bê sûc were avakirin. Pêşî li sûca were girtin kesekî din wê cesaret neke ku sucekî din bike. Ji ber wê yekê em bi israr dibêjin em ê şopdarê vê bûyerê bin. Em ji berpirsyaran re jî bi israr dibêjin sucdaran neveşêrin. Bila edalet, heq û hiqûq cihê xwe bibîne.”