Kemal Axa: Wê hevpeymaniya PDK‘ê bi ser nekeve

Parlamenterê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) yê li Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa diyar kir ku wê YNK 26’ê Adarê civîna li Parlamentoya Iraqê boykot bike û got:“Wê hevpeymaniya PDK’ê bi ser nekeve.“

Duh bi civînekê hate ragihadin ku Hevpeymaniya Serwerî ya Sune, PDK û Tevgera Sedir ji bo serokomariyê û serokwezîriyê li hev kirine. Li gorî lihevkirina her 3 aliyan Rêber Ehmed ku PDK’î ye weke namzetê serokomariyê û Mihemed Cehfer Sedir jî wek namzetê serokwezîriyê hate destnîşan kirin.

Parlamenterê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) yê li Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa, têkildarî mijarê ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku Hevpeymaniya Sedir, PDK û Sune wê sernekeve û Kurdan bikin beşek ji pirsgirêkan.

Axa da zanîn ku tişta herî baş ew e ku Kurd nekevin di nava pirsgirêkên di nava mala Şîeyan de û wiha pê de çû:“ PDK bûye beşek ji pirsgirêkan. Ev jî ziyanê dide Kurdan û parçe dike. Ji ber ku me li Iraqê dozek heye û pirsgirêka xak, neft û herêmên veqetandî û pêşmerge heye. Pêwîstiya me bi alîkariya hemû aliyane. Ne aliyekê bikin dijmin û aliyek bikin dost.”

Axa diyar kir ku ev hevpeyman bi ser jî bikeve wê bêyî hêz ji dayik be û got: “Heta mala Şîe li hev neke, em ê tevlî vê civînê nebîn. Bi bawerim wê roja Şemiyê ji ber temam nebûna rêjeya yasayî, hilbijartina serokomar pêk neyê.”

Axa têkildarî hevpeymaniya Sedir, PDK û Suneyan jî got ku wê sernekeve û Kurdan bikin beşek ji pirsgirêkan û ev tişt got: “Wê ne di qezenca pêşeroja Iraqê û proseya siyasî de be. Wezîfeya serokomar yê Kurdane û YNK mafê xwe dibîne. Ji ber ku piraniya wezîfeyên siyasî yên Iraqê di destê PDK’ê de ye, PDK ji derveyî lihevkirinê, bi navê vê koma heye nikare wezîfeya serokomariyê bi dest bixe û wê ji bo YNK’ê be.”

Hêjayî bibirxistinê ye ku wê di 26’ê Adrê de Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina Serokomariyê li hev bicive.