Kêm kes li Başûr çûne ser sendoqê

Hate ragihandin rêjeya çûna ser sendoqan a li Başûrê Kurdistanê kêm e. Dayina dengan ku saet 08.00’an dest pê kirî, tê payin saet 18.00’an biqede.

Li gorî daneyên ku bi fermî nehatine ragihandin, ji saet 08.00’an heta bi 12.00’an li Silêmanî 17 ji sedî çûne ser sendoqan, li Hewlêrê ev 16, Duokê, 22 û li Halepçe 23 ji 100’î ye.

12’ê Gulana dema hilbijartina parlamentoyê ya Iraqê rêjeya dendaran 45.5 ji 100’î bû. Ev hilbijartin bû hilbijartina ku rêjeya dengdaran pir kêm bû.

Hate dîtin ku li Herêma Kurdistanê jî heta niha rêjeya dengdanaran pir kêm e. Hate gotin piştî ku dengdan qediya wê rêjeya kesên ku çûne ser sendoqê were parvekirin.