Kêliyên berxwedan û cengê -III

"Ev ax fedaiyan diafirîne û fedaî jî bi evîndariya vê axê şer dikin û ala berxwedana rûmetê radikin. Erdnîgariyeke ku fêrî berxwedanê bûyî nikare ji bilî berxwedan û serketinê tiştekî din qebûl bike."

Heftanîn bi qasî bedewiya xwe ewqas jî bi serîhilderiya xwe tê nasîn. Her çiyayekî wê xwedî dîrokeke berxwedanê ye. Her gelî û newaleke wê şahîdiya bi dehan çîrokên lehengiyê kiriye. Kanî û rûbarên vê buhuşta welêt weke ku bi ruhê şervanên azadiyê re di nava ahengekê de biherike û melodiya azadiyê bêje, ruh dide jiyanê û li bedewiya Heftanîn û kesayeta şervanên xwe yên azadiyê bedewiyan zêde dike. Lewre tê gotin, ev ax fedeaîyan diafirîne û fedaî jî bi evîndariya vê axê şer dikin û ala berxwedana rûmetê radikin. Erdnîgariyeke ku fêrî berxwedanê bûyî nikare ji bilî berxwedan û serketinê tiştekî din qebûl bike. Ji ber her girekî vê erdnîgariyê şahîdiya gelek destanên lehengiyê kiriye û navê van lehengên bê mirin di sînga zinar û kendalên van çiyayan de hatine nivîsandin. Lewre ev çiya jî weke şervanên xwe yên azadiyê berxwedêrin û hebûna dagirkeriyê li ser bedena xwe qebûl nakin. Ji ber vê ye dar, kevir, çiya û zinarên me jî bi dijmin re di nava pevçûnan de ne. Lê heman erdnîgarî bi hezkirina dayîkeke xwedawend hembêza xwe ji şervanên xwe yên azadiyê re vekiriye û wan diparêze.

Lewre di vê berxwedana destanwarî ya rûmetê de zanist û hunera şer a gerîlayên YJA STAR û HPG a bi tektîkên modêrin, asîlbûn û dîroka erdnîgariya Heftanîn re bû yek û li destanên berxwedaniya dîroka PKK ê destaneke din zêde kir. Her kêlî û rojên şer û berxwedaniya di vê sala oparasyonê de û bi taybetî jî van 2 mehên dawî dikare bibe mijara romanan. Dema mirov dixwaze çend mînakên vê lehengiyê binivîse, pêşî disekine û jixwe dipirse ji çîroka kîjan lehengan dest pê bikim û gelo dikarim mafê wan seknên fedaî bidim an na. Lewre bi qasî jiyîn û meşandina vê berxwedanê nivîsandina wê jî berpirsyariyeke mezin e.

Gelo ez Xantûrê binivîsim ku tektik û rêbazên şerê modêrin bi vîn felsefeya APOGERÎ re bûyî yek û bi hefteyan li hember artêşa NATO'yê ya duyemîn şerekî ku em jê re bêjin 2. berxwedana Kelha Dimdimê di roja me de zindî kir, meşand. Em dirêjiya sala borî deyînin aliyekî, teknîka van du mehan li ser vî girê asîl ê ku bi her kevir û darik xwe ve li hember dagirkeriyê meydan dixwine hatî şuxulandin bê hesab û bê pênase ye. Bi rastî teknîkeke wisa di şerê du artêşên hêzên hegonomîk ên di şerekî cîhanî de werin hember hev de jî nayê bikaranîn. Lewre dipirsim gelo hûn li cihekî wisa mane ku rojê bi hezaran obîs, hawan, teng lê bikevin. Bi dehan balafirên şer bê navber bombebaran bikin. 5 keşîf bê navber li ser bigerin.? Lê li wir şervanên dilsoz ên azadiya gelê xwe bi vîneke ji pola hemû xwînsariya xwe biparêzin û her kêliyê baweriya wan a serkeftinê xurtir bibe û kêliya dijmin xwest were bi hestên tolhildana salan li dijmin bidin û sendroman bi artêşa dagirker bidin jiyankirin. Belê ev cihê mijara gotinê Xantûr e warê Rûstemê ciwan ê fedaî, fermandarên vê cenga mezin Welat, Goran û Viyanan li gel hevriyên xwe Xabûr, Çekdar û Şoreşgeran. Ev 7 leheng bûn stêrkên herî geş û li asîmanê girê Xantûrê şewq didin ji bo riya berxwedana bi dehan fermandar û şervanên cesûr ên li Xantûr dijîn agirê vê berxwedaniyê gur dikin. Lê wan ne tenê asîmanê Xantûra serîhildêr ronî kirin wan dilê tevahî hevriyên xwe jî ronî kirin bi fedakarî û fedaîbûna xwe ve. Lewre Çiyayê Xantûr ji her demê zêdetir serbilinde bi berxwedana şervanên xwe û wê tevî şervanên xwe yên azadiyê her serbilind bimîne.

Gireê Qesrokê jî weke ku ji her cûre dagirkeriyê re meydan bixwîne Cenga Xantûrê silav dike. Lê çi balkêşe ku çiya bi çanda berxwedanê xweşiktir bûne û gihane lotkeya hêza wateyê. Belê Qesrokê jî xwe bi ruhê fedaî yê hevrê Memyanan bêçaye û bi bedewiya Amarayan xemilandiye. Lewre ev girê ku sedsaleke ji ber kêlikên di navbera wê û Cûdiyê Miradan de hatine rêzikirin bi hêrse, qebûl nake û vê evîndariya wê ji Lawikê Xerîb re zêdetir kirî careke din bi ruhê berxwedana şervanên xwe re bû yek û li ber xwe da. Ev evîndarî bû ya ku hevrê Memyan lawê Botanê bi coş û kelecana serkeftinê ve biçe ser dijmin û dema birîndar bû ji bo nekeve dest dimin bi dûruşmeya bijî Rêber APO bombeya xwe bi xwe de teqand. Ev felsefeyeke jiyanê ya xwedî wateyên bilinde ku dikarê ruh-baweriyên wisa biafirîne. Amaraya kenê wê şewq dida kuntarên çiya xwedî vê felsefeya jiyanê bû ku hîna jî dengê tilîliyên wê di kuntara çiyayê Qesrokê de olan dide û li hemû gelî û newalên derûdorê balav dibe û pişt re xwe li qeraxa kuntara çiyayê Cûdî dide. Wê dengê tilîliyên vê şervana xweşik her weke melodiyeke berxwedanê di dil û guhê me de be û weregere hesta tolhildaneke mezin.

Baweriya serketinê ya Zeryayan jî ji girê ş. Dêrsim weke pêleke zanista azadiyê herikî û tevlî rûbarê berxwedana fermandar Mezlûm Pîro û Egîdan a li ser gire ş. Bêrîvan bû û werdigeriya destaneke lehengiyê. Lewre meşaleya berxwedana rûmetê li vir qet venemirî û venamire. Di çanda PKK ê de berxwedan weke ala rûmetê ji destekî digihêje destên din. Hevrê Argeş, Zinar û Reşad jî bi kesayeta xwe ya fedaî ve bûn xwedî rûmeta vê ala berxwedanê di lotkeya van çiyayan de bilind kirin û bûn şopdarên fermandar Mazlûman. Bi rastî ev her 3 cengawerên mezin xwedî çandeke milîtanî ya wisa bûn ku her yek ji wan bi serê xwe artêşek bûn.

Dema bi vê hêrsê bi ser dijminê dagirker de diçûn pîskolojiya sendroma Heftanînê di nava wan de kûr û belav dikirin. Bi çalakiyên xwe yên serketî ve bilindahiyên girê Kartal silav dikirin û dahula mizgîniya Berxwedaneke bi rengê Evîna ciwan didan Kartal. Rûkeniya Evîna ciwan jî li vir bû dahola berxwedanê. Cesareta Zeyneba nazenîn li ber dengê vê daholê xof xiste dilê xayîn û leşkerên dagirker. Ruhê mezin ê berpirsyariya fedaî ya fermandar Şoreş li çanda hevrêtiya PKK ê careke din bi hemû xweşikbûna xwe ve zindî kir û meydan ji dagirkeriyê re xwend. Got, di çanda PKK ê de hevrêtiya serkeftinê wisa domdar dibe. Bi hevriyên xwe yên cangoriyên berxwedana girê Kartal Bahoz, Gever, Hozan, Egîd û Koçeran re dest dan destê Evîn û Zeyneban û weke tîrêjên rojê şewqa xwe dan gelî û newalên Heftanîna berxwedêr û silava serkeftinê dan girê ş. Adar. Belê ş. Kendal qada ku bi fedakariyên fermandar Tolhildan, Çekdar û hevriyên wan Merwan û Mizgîna kedkar lê wergeriye çanda jiyanê tê nasîn e. Lewre hevriyên wan jî bi cesareta van şoreşgeran diçin ser çeperên dagirkeran û dibin kabûsên xewna wan.

Ev ruh bû ya ku li ser her girekî Heftanîn berxwedan geş dikir û vîna berxwedana vê Cengê ji her girekî weke rûbarekî bi coş diherike û werdigere çemekî bi hêrs, coş û xwe berdide nava dilê vê axa pîroz. Gotinek heye dibêjin, 'mirov çi biçînê, wê diçinê'. Ma ger ku ev ax bi ava ji çemê berxwedanê diherikê neyê avdan dikare jê berhema azadiyê werê rakirin.? Na.! Ji ber axa me bi ava çemê berxwedanê hate avdan ciwanên bi rûmet ên li ser vê axê yên ji Başûrê Kurdistanê jî bi vî ruhî bere xwe didin çiya û tevlî berxwedana şoreşgerî ya Cenga Heftanîn dibin. Belê ji bo rastiya binkeftina artêşa dagirker û li beramberî wê serkeftina hêza gêrîlayên modêrin a Cenga Heftanîn baştir were naskirin em ê di dawiya vê beşa xwe de bi kinahî behsa bilançoya vê sala oparasyonê ya ji 23 tebaxa 2019 heta 23 tebaxa 2020 bikin. Di nava vê salê de 169 çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyan de 418 leşkerên dagirker û kontrayên wan hatin kuştin. 47 jî birîndar bûn. 8 kobra û 2 skrsosky derba xwarin. 39 mewzî, 12 bobesa, 11 çadir 2 kameliya, 2 dozer, 1 kepçe, 1 araca tîpa reo, 1 radar û bi dehan araç gercên din ên artêşa dewleta dagirker hatin îmhakirin. Bi dehan jî derb xwarin. Gelek cebxaneyên wan hatin deste serkirin.

Dewleta dagirker weke ku tiştek nîne nêz dibe. Baş e ev kesên dimirin kî ne. Zarokên kê ne. Gelo maqûle hemû bê xwedî bin. Lê na jixwe Turkya bûye welatê cînayetan. Her roj mirin û cînayetên li ser jinan tên çêkirin di şerê herî dijwar yê di artêşan de ewqas kuştin çênabin. Çima ji ber jin li dijî sîstemê ne. Lewre tenê di sala 2020 de jinên li Turkya hatin kuştin hejmara wan 400 derbas kir. Em gêrîla di nava şerekî dijwar de ne bi artêşa dagirker re lê me di nava vê salê de ewqas şehîd nedan. Wê demê divê tevahî civaka me zanibe ku rejîma AKP-MHP ne tenê dijminahiya PKK ê û Kurdan dike. Di heman demê dijinahiya herî mezin ji jinan re dike. Dijminahiya hemû civaka dijberî hişmendiya xwe dike. Lewre ez dibêjim ev berxwedana Heftanîn tolhildana hemû jinên li Tirkiye hatî qetilkirine jî.

Dawî bangewaziya min ji roman-nivîs û wêjvanên wêjeya Kurdî re ye. Dibêjim, 'destana vê berxwedana rûmetê li benda nivîsandinê ye. Hûn dikarin bibin xwedî şensekî mezin yê nivîsandina berxwedana Kelha Dimdimê ya 2. a destana Cenga Heftanîn'. Nivîsandina destana Cenga Heftanîn tê wateya bûyîna parçeyek ji vê berxwedana rûmetê. Ev jî erkeke welatparêzî ye. Ew kes û saziyên ku vî ruh û berpirsyariyê nîşan bidin em amade ne ku hemû arşîfa Cenga Heftanîn bi wan re parve bikin û deriyê hestên dilê xwe jî ji wan re vekin.

Belê berxwedan geş û mezin dibe. Artêşa jinên azad a YJA STAR û gerîlayên serdemê yên HPG ê bi îdane ku vê berxwedanê bi serketina azadiyê tacîdar bikin.